Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nîhat Kaya destnîşan kir ku di operasyonên hewayî yên Tirkiyê de PDK bi xwe jî têde cih digire û got: “PDK ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdistanê têk bibe, bi dijminên kurdan re şirîkatiyê dike.” 
 
Balafirên şer ên Tirkiyê di 1’ê sibatê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Dêrika rojavayê Kurdistanê kirin. Di van êrişen hemwext de li Şengalê 3 kesan, li Mexmûrê 2 kesan û li Dêrikê 4 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûbûn. 
 
Rojnamevan Nîhat Kaya êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê pêk hatin, rola PDK’ê, hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê AKP’yî yê Tirkiyê Tayyîp Erdogan nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye bi êrêkirina hêzên navdewletî êrişan pêk aniye. 
 
TIRKIYE BI TENA SERÊ XWE PÊK NEANIYE 
 
Kaya anî ziman ku ev bombebaran ne êrişeke Tirkiyeyê ye ku bi hewldanên xwe pêk aniye û got: “Ne mimkin haya Amerîka û hêzên navdewletî yên din ji van êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê nebe. Cihê ku êriş li Dêrikê pêk hat, li ser rêya ku alîkariya lojîstîkî ya Amerîka û koalîsyonê ye. Qada hewayî jî di bin kontrola Amerîka û koalîsyonê de ye. Ez bawer nakim bêyî agahiya hêzên navdewletî êrişek çêbibe.” 
 
BÊDENGIYA HEWLÊRÊ 
 
Kaya bal kişand ser bêdengiya rêveberiya Hewlêrê û Bexdadê ya li hember êrişan û got: “Bêdengbûna Iraq, Bexdad û Hewlêrê jî hin bêtir gumanan zêdetir dike. Iraq bêhez û bêhal e. Hewlêr jî bi xwe di nava êrişan de cih digire. Li ber çavê Hewlêrê li dijî kurdan êriş û qetlîam tên kirin lê PDK bêdeng e. Hikumet ker û kor û lal e.” 
 
WÊNEYÊ BARZANÎ Û ERDOGAN 
 
Kaya da zanîn ku hevdîtina Nêçîrvan Barzanî piştî êrişan a li Enqereyê bi Erdogan re ne tesadufek e û wiha got: “Nêçîrvan Barzanî xwe wek nûner û serokê kurdan, wek serokê herêma Kurdistanê nîşan dide. Xwe wekî serwerê welatekî, yê gel dibîne. Lê helwêsta wî ya bi Erdogan re bû wêneyekî ku mirov jê şerm bike. Wêneyê Nêçîrvan Barzanî û Erdogan di navbera du alên Tirkiyeyê de asê mabû. Rêberek bêyî ala û sembolên xwe naçe tu cihî. Bi berdewamî diyar dikin ku ala Herêma Kurdistanê ala hemû herêman e. Li cihê ku rastiya PDK û Barzanî heye, lê Nêçîrvan li cem Erdogan weke parêzgarekî kolonyalîst li kêleka wî poz da. Ev rewş ji bo kurdan şerm e. Bi vê helwestê re jî derket holê ku ew çiqasî şirîkên êrişên li Mexmûr, Şengal û Dêrikê ne.” 
 
‘BÛYE QEYSIKÊ ERDOGAN’ 
 
Kaya axaftina xwe wiha domand: “Beşek mezin a Herêma Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Roj bi roj hewl tê dayîn ev dagirkerî bê rewakirin. Hewl û xebata ji bo meşrûkirina vê dagirkeriyê PDK û malbata Barzanî alîkariya Tirkiyê dike. Ji aliyê din ve hem dagirkeriya leşkerî û hem jî meşrûiyeta siyasî hêza sereke ya ku Tirkiye di warê aborî de zindî hişt PDK bû. PDK her tim bûye piştevanê rêveberiya AKP-MHP’ê. Têkiliya wan a welatekî dost nîne, hevalbendek wan nîne. Di çarçoveya wêneyan de jî ev yek derket holê. Hema piştî êrişan, bi awayekî zelal hat nîşandan ku serdana Barzanî ya Tirkiyeyê bi hev re hatiye plankirin û pejirandin. Li hemberî bertekên muhtemel ên navneteweyî, bi Nêçîrvan Barzanî re hewl hat dayîn ku parastinê bikin.” 
 
‘PDK DIXWAZE ŞENGAL Û MEXMÛR TUNE BIBE’ 
 
Kaya anî ziman ku PDK, kurdan weke dijmin dibîne û got: “PDK bi salan e PKK'ê û her kurdê ku têkoşîna azadiyê dide û weke PDK'ê nafikire, weke dijmin dibîne. Li Şengalê PDK reviya, êzidî bi qetlîamê re rûbirû hiştin. Ji bo ku ev xiyanet were jibîrkirin, tinekirin û neyê dîtin dijminatiya her kesê ku di têkoşîna azadiyê ya Şengalê de cih digire dike. PDK û malbata Barzanî dixwazin hemû Şengalê ji holê rakin. Dixwazin Mexmûrê bi temamî tune bikin. Dixwazin li Rojavayê Kurdistanê bi ENKS’ê re rêveberiyeke hevpar ava bikin. PDK bi dijminên kurdan re şirîkatiyê dike ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê têk bibe.” 
 
 
MA / Azîz Orûç
 

Sernavên din

10/02/2022
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe