Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan

img

RIHA - Rojnamevan Seyît Evran, diyar kir ku armanca komploya navdewletî tasfiyekirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevgera wî bû û got: "Lê bîrdozîya ku hat xwestin bê tunekirin, şoreşek çêkir. Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hatibû derxistin, bi pêşengiya dewletên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Ocalan, ji wê çaxê heya niha li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê di şert û mercên dijwar de tê tecrîdkirin.   
 
Komploya ku 23 sal berê ji bo tasfiyekirina Ocalan û PKK'ê hatibû kirin, negihaşt armanca xwe û tevî hemû şert û mercên tecrîda girankirî jî Ocalan li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi teza xwe ya modernîteya demokratîk a li dijî krîza netew-dewletê, di çareseriyê de israr dike. 
 
ROJNAMEVAN SEYÎT EVRAN BEHS KIR
 
Rojnamevan Syît Evran, bandora fikir û ramana Ocalan a li Rojhilata Navîn û çar hawirdorên cîhanê nirxand. 
 
Evran, diyar kir ku Ocalan bi gotinên xwe û kirinên xwe bandor li milyonan kesî kiriye. Evran, destnîşan kir ku fikr û ramana Ocalan a dihat xwestin bi komployê bê tunekirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş kiriye û yên herî zêde bandor ji fikr û ramana Ocalan digirin jî jin û ciwan in. 
 
ŞOREŞEKA HERÊMÊ
 
Evran, tiştên qewimîn wekî "şoreşeka herêmê" pênase kirin û got: "Ne hêsan e mirov behsa felsefe, bîrdozî û fikirên şoreşeka herêmê bike. Em behsa rastiya gelekî dikin ku li ber tunekirinê bû û dihat xwestin bi betonê ser wê bê girtin."
 
Evran, diyar kir ku ew zext û zoriyên ku ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha li ser kurdan didomin sîrayetî hemû qadên jiyanê kirine û got: "Ez, ji ber ku min li dibistanê bi kirmancî xeber da li min xistin. Min dan ber dîsîplînê. Ev di salên 1980'yan de qewimîn. Ne saline dûr in. Bi sedan mirovên wekî min sirf ji ber bi kurdî axivîne, bi van tiştan re rû bi rû man û hatin girtin. Êdî atmosfereke wisa hebû ku kurd ji kurdbûna xwe direviyan. Mirov wekî ji nexweşîneke kujende birevin ji kurdbûna xwe direviyan. Tirseke mezin hatibû afirandin. Em, bi gotinên derbarê tiştên hatine serê Şêx Seîd û Seyîd Riza de mezin bûn. Di cihekî bîra me de tim û tim serîhildan hebû. Dihat gotin, piştî serîhildana Dersimê her tişt temam bûye. Her kesî digot, 'kurd dikarin bibin her tişt lê nikarin bibin rêxistinek.' Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew wêrekiya afirandina rêxistinekê ya ji vê rastiyê da der." 
 
‘EV MIROV JI YÊN DIN CUDA NE'
 
Evran, diyar kir ku xebatên rêxistinbûyînê yên ku Ocalan ew dabûn destpêkirin di demeke kurt de berbelav bûne û got: "Tevgera rêxistinbûyînê bi biryardarî, wêrekî û baweriyek mezin dest pê kir. Êdî her kesî digot, 'Ev mirov ne wekî yên din in.' Ji lew re mirovên li dor felsefeya Ocalan kom dibûn, tiştên digotin pêk dianîn. Li Bakur di demeke pir kurt de ku kesî texmîn nedikir, beşdarbûyîneke zêde çêbû. Kesên tevli PKK'ê bûn, wekî derwêşan xebitîn. Di demeke kurt de veguherî tevgereke ku Tirkiye jê tirsiya. Di 1979'an de li Tehranê gava avêtin ser Balyozxaneya DYA'yê, di belgeyan de dihat gotin, 'tevgerek dest pê kiriye û pir talûke ye.' Paşê tê gotin li Tirkiyeyê derbeya eskerî ya 1980'yî ji ber van belgeyan hatiye kirin. Serî li komployan dan, lê bi ser neketin. Bera pêşengên wê dan, lê xebatên rêxistinbûyînê berfirehtir bûn." 
 
BI MILYONAN MIROV DAKETIN KUÇEYAN
 
Evran, bibîr xist ku gava li Tirkiyeyê û deverên kurdan dengê lingên derbeya eskerî hatine bihîstin Ocalan di Tîrmeha 1979'an de derbasî Sûriyeyê bûye û şitilên "Şoreşa Rojavayê" wê demê hatine danîn. Evran, bilêv kir ku gava Ocalan li Filîstîn û Lubnanê xebatên rêxistinbûyînê didomandin, ji kadroyên sereke yên PKK'ê Mehmet Karasûngûr li Başûr û Mahsûm Korkmaz jî li Bakur xebatên rêxistinbûyînê domandine û li Rojavayê jî derdora ku ewil PKK'ê nas kiriye jî komên xwendekaran bûne. 
 
Evran, destnîşan kir ku Rojava ji roja roj de herêmeke di nav lêgerînê de bûye û got: "Herêmeke ku piştgiriya hemû serhildanên li Rojhilat, Bakur û Başûr kiriye. Bandora wê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê her çû zêde bû. Parelelî vê li Başûrê Kurdistanê jî wiha bû. Ewilî li wir jî wekî Bakur û Rojava komên xwendekaran tev lê bûn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî xebatên rêxistinbûnê çêbûn. Lê PDK hewl dabû wan tasfiye bike û li wir bi PKK'ê re şer kir. Ev tişt, di belgeyên wê demê yên pêşmergeyan de hene. Li Rojhilatê jî bû xwedî bandor. Lê bi mudaxilenî pêşwext eşkere bû. Lê gava Rêberê PKK'ê di 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin seranserê Rojhilatê rabû ser pêyan. Bi milyonan mirov daketin kuçeyan, bi hezaran jê jî tevli nav refên gerîla bûn." 
 
FIKIRÊN WÎ LI SERANSERÊ CÎHANÊ BELAV BÛN
 
Evran, destnîşan kir ku Ocalan tenê ne li her çar perçeyên Kurdistanê, li Qafqasya, Asyaya Navîn û Yekîtiya Sovyetê jî bandor li kurdan kiriye û fikirên wî Ewropa jî di nav de li seranserê cîhanê şax vedane û beranberiyek wan çêbûne. 
 
Evran, bilêv kir ku PKK di navbera 1984-1992'yan de, di demeke kurt de veguheriye tevgereke civakî û xebatên Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn ên beriya partîbûnê ji bo vê civakîbûnê bûne zemîneke xurt. 
 
TIFAQA BIRATIYA GELAN
 
Evran, destnîşan kir ku tevgera ku Ocalan daye destpêkirin, ji bo gelek derdorên "bindest û yên dixwazin dest bi têkoşînê bikin" tevgereke rênîşander e û ev tişt lê zêde kirin: "Gelek mirovên suryanî çûn akademiya ku Birêz Ocalan ders lê dida û bi vî awayî tevger ava kirin. Gelek mirovên pakistanî ji bo têkoşîmeke şoreşger bidin destpêkirin çûn Akademiya Mahsûm Korkmaz. Hin jê jî ji bo tecrûbeyê çûn Zapê. Ji gelên herî zêde bandor jê girtin jî gelê ereb e. Ez hem li Iraqê, hem jî li Sûriyeyê bûm şahidê vê. Piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê ereb hîn bêtir dixwaze Ocalan nas bike. Sedemeke êrişên li ser Rojavayê jî ev e. Ev pergal her diçe vediguhere pergaleke ku tevahiya herêmê dixe bin bandora xwe. Gava şoreş dest pê kir gelan got, 'Em ne li gel rejîmê ne jî li gel kesên xwe wekî nemuxalif didin nîşandan" û rêya sêyem bijartin. Rêya sêyem, pergaleke demokratîk, pergaleke jiyana bi hev re ya gelan û bîr û baweriyên cuda ye. Tenê ne kurd an jî her çar perçeyên Kurdistanê, veguherî felsefeyeke wêdeyî Rojhilata Navîn. Bi hezaran enternasyonal tevli Şoreşa Rojavayê bûn. Em behsa felsefeyeke global dikin." 
 
BI ŞOREŞÊ BERSIVA KOMPLOYÊ DAN
 
Evran, diyar kir ku 23 welat tevli komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne, lê ev welat negihaştine armanca xwe. 
 
Evran got: "Xwestin tevgera Ocalan belawela bikin, lê tevger belawela nebû. Li bendê bûn bi çarenivîsa ku ji bo tevhiya tevgerên herêmê rû dabû ji bo wê jî rû bide, lê nebû." Evran destnîşan kir ku sedema vê yekê jî jî hûnandina vê tevgerê ye, ji lew re hûnandina wê hûnandinek cuda ye. Evren, anî ziman ku ji bo perçekirina PKK'ê gelek plan û pêkanîn hatine çêkirin û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: "Birêz Ocalan li hundir bi awayekî pir serkeftî li ser vê hûr bû û ev yek veguherand berhemên dîrokî û ew gihand gelan. Tevgera ku dihat xwestin bi kongreyê bê qedandin, perspektîfên vê felsefeyê esas girtin û di 19'ê Tîrmeha 2012'an de şoreşeke bêhempa derxist holê. Ev şoreş, niha bûye îlhama hemû gelan. Bîrdoziya ku hat xwestin bê tunekirin, şoreş çêkir. Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan. Tişta xwestin bi komployê biqedînin, bi şoreşê derket pêşberî wan. Kesên ji komployê tu encam bi dest nexistin dê ji tecrîda mutleq jî tu encamê bi dest nexin." 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

10/02/2022
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe