Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir

img

STENBOL - Elefterîa Fortûlakî gotibû "Ez îsal Newrozê pîroz dikim lê hinekî bi derengî" û tevli nav karwanê jinên bûbûn Newroz bûbû. Hevjînê wê Şivan Otlas, destnîşan kir ku hevjîna wî Fortûlakî li dijî zilmê çalakiyeke wiha li dar xistiye.

Elefterîa Fortûlakî (23) berî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zilma li kurdan tê kirin bedena xwe bike agirê Newrozê li dû xwe nameyek hiştibû. Fortûlakî di nameya xwe de gotibû: "Gelê kurd ji bo biratiya gelan têdikoşe. Dixwazin wekî mirovan bijîn. Dayê ji ber vê hêzên ku dayika min Kurdistanê kirin çar perçe, kurdan dikujin. Silav li hemû şehîdên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ez îsal Newrozê pîroz dikim lê hinekî bi dereng." 
 
Fortûlakî ku di 24'ê Adara 2006'an de li paytext Atînayê li hewşa Dêra Agîos Mîlanosê agir bi bedena xwe xistibû. Fortûlakî bi awayekî birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Katê, lê di 27'ê Adara 2006'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Elefterîa gava vê çalakiya xwe li dar xistibû, jineke zewicandî û dayika 2 zarokan bû. Kurê wê Ernesto 23 mehî û keça wê Clara jî 13 mehî bû. 
 
Hevjînê Fortûlakiyê Şivan Otsal ku li Yûnanîstanê ye, diyar kir ku bi rêzgirî bejna xwe li ber kesên ku bi agirê Newrozê agir bi bedena xwe xistine ditewîne. 
 
FELSEFEYA OCALAN
 
Otlas, Newroz Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku têkoşîna bîrdozî û azadiyê ya ku Ocalan 40 sal berê daye destpêkirin niha li tevahiya cîhanê belav bûye. Otlas, bilêv kir ku gelê Kurd divê Newroza îsal bi berxwedan û coşeke gelekî mezin pîroz bike. 
 
LI DIJÎ ZILMÊ
 
Otlas, diyar kir ku Elefterîa di 24'ê Adara 2006'an de tevli kerwanê nemirên agirê Newrozê bûye û got: "Eleqeyeke gelek mezin a Elefteriyayê ji bo gelê kurd, Ocalan û têkoşerên azadiyê hebû. Çi rû bidanan bi baldarî dişopand. Ji bo vê jî hîn bêtir lêkolîn dikirin, dixwets bibîne û bijî. Lê ji ber ku hevalên wê jiyana xwe ji dest dan û Ocalan dîl hat girtin hêrseke gelek mezin lê peyda bûbû û li dijî zilmê çalakiyek bi vî rengî li dar xist. Jixwe li dû xwe hiştian du zarokan û lidarxistina çalakiyek bi vî rengî, hêrsa wê ya li dijî komployê nîşan dide." 
 
KURDÎ HÎN BÛ
 
Otlas, bilêv kir ku hê jî kurd gelekî girêdayî Ocalan in û got: "Heya ev şer hebe dê bûyerên bi vî rengî çêbibin. Ocalan gelê kurd ji tunebûnê afirand. Helbet gelê kurd hay ji vê heye û dê têkoşînê bilindtir bike. Elefterîayê jî wisa kir. Gava me nû hev du nas kiribû, di nava lêgerînekê de bû. Di televîzyonan de zilma li ser gelê kurd didît, ji pirtûk û kovaran dixwend. Tim li ser vê meseleyê hûr dibû. Elefterîa pir qîmet dida gelê kurd û zimanê kurdî. Lewma dixwest kurdî hîn bibe û hînî zarokên xwe jî bike. Di şeş mehan de hînî kurdî bû." 
 
Otlas, bilêv kir ku Fortûlakiyê li hewşa Dêra Agîos Mîlanosê çalakiya xwe li dar xistiye, lê tu eleqeya çalakiya wê bi dîn re tune ye û got: "Beriya wê bi çend salan hevalê Rohat li heman cihî û bi heman awayî agir berdabû bedena xwe. Wê jî xwest çalakiya xwe liw ir bike. Zekiye Alkan, Sema Yuce û hevalên din ên bi agirê Newrozê agir berdabûn bedena xwe bandorke pir mezin li Elefteriyayê kiribûn." 
 
CÎHANÊ BIHÎST
 
Otlas, bibîr xist ku çapemeniya yewnan demeke dirêj nexwestiye bide der ku Fortûlakî ji bo Ocalan agir berdaye bedena xwe. Otlas, bilêv kir ku piştî çalakiyê bi 15 rojan çalakî di çapemeniya yewnan de hatiye dayîn û got: "Du sedemên vê hene. Ji tevkarên komploya li hemberî Ocalan yek jê dewleta yewnan bû. Lewma nedixwets tevkariya xwe ya bi Tirkieyê re xera bike. Sedema din jî nedixwest keseke yewnan a ji bo Ocalan agir berdaye bedena xwe bê bihîstin. Yanî nedixwestin bandora Ocalan a li ser mirovan û rola wî bê bihîstin. Nexwestin bibbe rojev, lê bi saya çapemeniya kurdî çalakiya Elefterîayê li seranserê cîhanê hat bihîstin." 
 
'ZAROKÊN MIN BI KURDÎ DIZANIN'
 
Otlas, bibîr xist ku7 gava Fortûlakî çalakiya xwe li dar xistiye kurê wan Ernesto 23 û keça wan Clara 13 mehû bûye û got: "Niha kurê min 18 û keça min 17 salî ye. Tim rêz û hurmeta wan ji bo têkoşîna dêya wan heye. Qethiyen ji bo vê hêrs nebûne. Berevajî vê wesiyeta dêya xwe anîn cî. Ewilî hînî kurdî bûn. Gava biçûk bûn li mala me ne qenalek yewnan ne jî qenalek bi zimanê din hebû. Zarok tenê bi kurdî diaxivîn. Paşê çûn dibistanê û dest axaftina bi yewnanî jî kirin. Lê baş bi kurdî dizanin." 
 
PEYAMA JI BO NEWROZÊ
 
Otlas ku got "Newroz ji bo gelê kurd berxwedan e" destnîşan kir ku xwedî enerjiyeke xurt e ku gelê kurd û mirovan tîne cem hev. Otlas got: "Dixwazim li Tirkiyeyê li dijî polîtîkayên çewisandin û tepisandinê gelê kurd di Newrozê de bibe xelek. Daxwaza me ji gelê Mezopotamyayê, Newroza îsal bi coşek mezin bê pîrozkirin. Her wiha li bendê me îsal ji bo gelê kurd jî agirê çareserî û azadiyê bê vêxistin. Ji bo vê jî li ber me kurdan ji xeynî berxwedanê tu tişt tune ye. Bi salan e dixwazin gelê krud bitepisînin. Dixwazin wan bi kuştin û girtinê bitepisînin. Lê ew jî dizanin bi kuştinê çareserî ne pêkan e. Hêvîdar im Newroza îsal bibe çareserî û em gel divê li her derî li ber xwe bidin." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

15/03/2022
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!