Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin

img

RIHA - Serokê TBB’ê Erînç Sagkan diyar kir ku bi bisînorkirina dosyeya malbata Şenyaşar re “Mafê darizandina adilane” tê binpêkirin û wiha got: “Di dosyayê de gavên şênber nayên avêtin. Ev jî fikaran di serê me de çêdike.” 

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildiz, êrişa xwe li nexweşxaneyê jî domandin. Di encamê de Celal û Adil Şenyaşar qetil kirin û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî li ber çavên hevjîna wî bi lînçê qetil kiribûn. Di êrişê de Mehmet Şah Yildiz jî hate kuştin lê çeka ku pê hatiye kuştin tu carî nehat dîtin. 
 
Tevî ku lêpirsîna derheqê bûyerê de di heman rojê de hatibû vekirin jî, weke dosyaya kargehê û ya nexweşxaneyê ji hev hatin cudakirin. Di dosyaya kargehê 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar û 18 sal jî li Enver Yildiz hatin birîn. Ji bo dosyaya li nexweşxaneyê jî biryara nepeniyê hate dayîn. Ji ber neheqiya li malbatê hatiye kirin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Ji Colemêrgê heta Stenbolê, bi hezaran kes tev li çalakiya malbatê bûn û piştgirî dan. Di salvegera yekemîn a çalakiyê de bi sedan kesan bi malbatê re nobet girt. Di 10’ê adarê de jî serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û 10 serokên baroyên herêmê çûn serdana malbatê. 
 
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan têkildarî tiştên ku malbata Şenyaşar jiyane, doza wan û çalakiya Nobeta Edaletê ji ajansa me re axivî. 
 
MAFÊ DARIZANDINA ADILANE 
 
Sagkan, diyar kir ku komkujî li Nexweşxaneya Dewletê ku qadeke cemaweriyê ye hatiye kirin û wiha got: “Lê tevî vê yekê jî biryara nepeniyê hatiye dayîn. Ji bo ku mirov xwe bigihîne heqîqetê û ji bo berhevkirina delîlan, biryara bisînorkirinê hewcehiyeke. Lê belê em qala bûyereke 4 sal berê dikin. Bûyereke ku li pêş çavên her kesî pêk hatî. Lewma evqas dirêjkirina biryara bisînorkirinê, binpêkirina mafê darizandina adilane ye.”
 
BANG LI SERDOZGER KIR
 
Di berdewamê de Sagkan destnîşan kir ku hewceye Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî dosyayê raya giştî agahdar bike û wiha pê de çû: “Divê gel qaneh bikin ku lêpirsîneke baş dikin. Kesên birîndar li nexweşxaneyê hatin lînçkirin û qetilkirin. Tevî vê yekê jî lêpirsîn xelas nebûye û îfadeyên kesên tawanbar nehatine girtin. Ji vê jî diyar dibe ku dê darizandineke adilane çênabe. Divê kesên tawanbar di demekî herî nêz de bên binçavkirin, îfadeyên wan bên girtin û ev doz veguhere dozeke cemaweriyê. Wê demê belkî wijdana mirovan hinek rehet bibe.”
 
‘DIVÊ BIRYARA NEPENIYÊ BÊ RAKIRIN’
 
Sagkan, anî ziman ku şopandina lêpirsînê, piştevaniya bi parêzerên dosyayê û Baroya Rihayê re peywira wan a sereke ye û wiha qedand: “Me xwest hûrgiliyan hîn bibin da ku nexşerêyekî diyar bikin. Li dijî vê bêhiqûqiya li malbata Şenyaşar hatiye kirin, çi bikeve ser milê me dê TBB bike. Em tevek jî dizanin ka divê çi were kirin. Divê raya giştî bê agahdarkirin, biryara nepeniyê ya li ser dosyayê bê rakirin û îdianame bê amadekirin. Divê biryara bisînorkirinê rabe ku em bizanin ji bo pêkhatina edaletê dê bikarin çi bikin. Em nizanin bê ka delîlên di dosyayê de çi ne û gumanbar kî ne. Ev jî peywira Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ye. Li Tirkiyeyê kesek di hêla hiqûqê de xwe di ewlehiyê de nabîne. Pirsgirêka daraza serbixwe heye. Heta ev pirsgirêk çareser nebe, dê biryar li gorî nasnameya siyasî bên dayîn.” 
 
MA / Emrullah Acar - Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

15/03/2022
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!