Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene

img
ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD’ê di çalakiya xwe vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û da zanîn ku ji 165 jinên girtî yên nexweş 33 jê li herêma Egeyê tên ragirtin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her du hefteyan carekî çalakiya “Azadî ji girtiyên nexweş re” li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê ji hêla Komîsyona Jinan ve hate kirin. Çalakî li pêşiya Banqeya Sumerê ya berê hat lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Di daxuyaniyê de pankartên “Girtiyên nexweşiya wan giran dimirin, bêdeng nemîne” û “Bêdeng nemîne, nebe hevkar, girtî dimirin” hatibûn vekirin. 
 
GUH NADIN PÊDIVIYÊN GIRTIYAN 
 
Daxuyanî ji hêla endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Cemîle Karakaya xwend. Karakaya da zanîn ku bi zext, tundî, tacîz, destdirêjî û cînayetan hewl didin pêşî li têkoşîna jinan bê girtin û ev tişt anî ziman: “Yek ji qadên têkoşînê ya jinan jî girtîgeh in. Bi mirina girtiyên nexweş û mirinên bi guman, mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin. Di rewşeke wiha de jinên girtî têkoşîna jiyanê didin û rastî gelek zehmetiyan tên. Guh nadin cudahî û pêdiviyên jinên girtî yên fîzîkî, biyolojîk û psîkolojîk.”
 
KARMENDÊN MÊR LÊGERÎNÊ DIKIN 
 
Di berdewamê de Karakaya da zanîn ku jinên ducanî, temen mezin û astengdar bi wesayîtên rîngê dibin nexweşxane yan jî edliyeyê û destên wan tên kelemçekirin. Karakaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û karmendên mêr lêgerînê dikin. Muayeneyên jinekolojîk jî li gel leşkeran û bi destkelemçekirî tên kirin. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê nexweşiya wan giran, bi giştî 1605 girtiyên nexweş hene. Ji van nexweşan 165 jê jin in û 33 jê li herêma Egeyê dimînin.”
 
Herî dawî jî Karakaya pirsgirêkên tenduristiyê yên jinan wiha rêz kirin: 
 
“*Serpîl Başdaş li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne. Nexweşiya berpêyên panîkî pê re heye û her tim dermanan bi kar tîne. 
 
* Tûbanûr Çîçek li Girtîgeha Tîpa E ya Manîseyê tê ragirtin û nexweşa hîpertansiyona kronîk e. Her wiha nexweşiya romatîzmaya gehikan a bi adeb pê re heye. 
 
* Turkan Ozen li Girtîgeha Şakranê dimîne û nexweşiya pişikê pê re heye.
 
* Yelîz Kurtok li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşiya mîdeyê pêre heye. Her wiha di stûyê wê de fetiq heye. 
 
* Nûran Durak li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û gehikên wê diêşin. 
 
* Ozlem Demîrcî li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa multînoduyên troîdê ye.
 
* Remziye Yardimci li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û li gel nexweşiya guatra jehrî, her wiha nexweşiya mîgrenê pê re heye. 
 
* Nesîbe Nûr Akbaş li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê tê ragirtin û rihên laşê wê diêşin. 
 
* Hatîce Aslan li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa bêhntengiyê ya kronîk e. 
 
* Hayriye Ozkan li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa guatrê ye. 
 
* Hayriye Yagbasan li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û di parasiyên wê de nexweşiya raçînka rehan heye. 
 
* Lamîa Aso li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşiya wê ya alerjiyê heye. 
 
*  Ebrû Arzû Erdal li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û li gel nexweşiya guatrê, her wiha di demarên dilê wê de jî pirsgirêk heye. 
 
* Esmer Ayaz li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û li gel fetiqên pişt û stû, her wiha adebê rûviyên wê girtiye û kîst tê de heye, pêyên wê şewitî ne. 
 
* Fîgen Şahîn li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşiya urtîkerê pê re heye. 
 
* Guler Bîlen li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Li gel nexweşiya dil û ya çermê pê re heye. 
 
* Guzîn Tolga li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa tansiyonê ye. 
 
*Aynûr Başaran li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Ji her du çavên xwe jî emeliyeta korneayê bûye, çavê wê yê çepê kor bûye û li ser çavê wê yê rastê jî xwîn kom dibe. 
 
*Azîme Işik li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşiyên fetiqa stû û mîgrenê pê re hene. 
 
* Bahar Erturk li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û di malzaroka wê de kîst û hîpotroîd heye. Her wiha nexweşiyên wê yên kronîk ên guh, poz û qirikê hene. 
 
* Damla Erdem li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û di diranên wê de nexweşiya helîna hestiyan heye. 
 
* Demet Şahîn nexweşa fetiqa piştê ye û di diranên wê de pirsgirêk heye. 
 
* Fatma Guler li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa kezebê, astima giran, tansiyona bilind, penceşêra mîde, kolestrol û guatrê ye. 
 
* Fatma Ozbay li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa penceşêra pêsîrê ye. 
 
* Fatma Tuzzehra Babacan li Girtîgeha Tîpa T a Kocabaş Denîzliyê tê ragirtin û nexweşa penceşêra troîdê ye. 
 
* Gulden Aşik li Girtîgeha Tîpa M a Bandirmayê tê ragirtin û nexweşa penceşêra torîdê ye. 
 
* Gulser Ozbay li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa penceşêra pêsîrê, penceşêra malzarokê û hemoroîdê ye. 
 
* Elîf Ayyildiz li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê tê ragirtin. Nexweşa şekirê ya giran e.
 
* Elîf Şahîn li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê tê ragirtin û nexweşa gurçîkan û tansiyonê ye. 
 
* Asli Kîşî li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê tê ragirtin û nexweşa penceşêrê ye. 
 
* Aygul Kapçak li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Di bedena wê de parçeyên şarapnalê hene û nexweşiyên wê yên jinekolojîk hene. 
 
 * Aynûr Eplî li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Di toşpiya tîroîda wê de ûr heye, mîde û gurçikên wê diêşin. 
 
 * Betûl Aygun Odemîş li Girtîgeha Tîpa T tê ragirtin. Hem nexweşa penceşêra pêsîrê ye û hem jî nexweşiya kîsikê zirav heye.”
 
Karakaya herî dawî jî xwest ku di serî de Aysel Tugluk, bila hemû girtiyên nexweş di demekî herî nêz de werin berdan.
 

Sernavên din

15/03/2022
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!