‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’

img

STENBOL - Berdevkê TDÎ’yê Ertan Çita qala kampanyaya “Azadî ji girtiyên nexweş re” kir û wiha got: “Çi eleqeya ATK’ê bi zanist û tipê re nemaye. Me bi çalakiyên xwe xwest ku biryarên nerast ên ATK’ê teşhîr bikin.” 

Bi mebesta piştgirî û piştevaniya bi girtiyên nexweş û berdana wan, Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyên Nexweş re (TDÎ) di 20’ê çileyê de bi dirûşma “Azadî ji Girtiyên Nexweş re” dest bi kampanyayê kir. TDÎ’yê di çarçoveya kampanyayê de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) û edliyeyan nobet girtin, li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş belavok belav kirin û gelek çalakiyên cuda li dar xistin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, hiqûqnas, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyan. TDÎ, dê fînala kampanyaya xwe jî di 18’ê adarê “Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk ên Navneteweyî re” de bide. Înîsiyatîf dê di 18’ê adarê saet di 21.00’an de li ser medyaya civakî xebata hastagê ya bi navê #devrimcitutsaklaraözgürlük bide destpêkirin. Her wiha dê di heman rojê de derheqê rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên li girtîgehan, li Keştîgeha Kadikoyê daxuyaniyê bide. 
 
Ji bo pêşîlêgirtina çalakiya înîsiyatîfê, Qeymeqamtiya Bahçeşîr a Stenbolê heta mehekê biryara qedexeyê da. Lê tevî vê yekê çalakî bi belavkirina broşûran, bi daxuyaniyên li ber deriyên girtîgehan û bi nobetan berdewam kirin. Berdevkê TDÎ’yê Ertan Çita têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
ARMANCA ÇALAKIYAN 
 
Ertan Çita, anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dest bi xebatan kirine û wiha got: “Armanca me ya esasî, teşhîrkirina biryarên nerast ên ATK’ê ne. Biryarên ATK’ê, biryarên siyasî ne. ATK, li gorî etîka tip û zanistê tevnagere. Ji bo girtiyên ku dest û lingên wan tune û nikarin bi tena serê xwe bijîn, rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ dide. Wan girtiyan terkî mirinê dike. Çi eleqeya ATK’ê bi zanist û tipê nemaye. Ev rapor tevek jî biryarên siyasî yên dewletê ne û bi hesta tolhildanê tên dayîn. Em dixwazin van biryaran teşhîr bikin û zextê li wan kesên van biryaran didin bikin.”
 
‘GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN’
 
Di berdewamê de Çita diyar kir ku çalakiyên wan hatin qedexekirin û wiha pê de çû: “Lê dîsa jî me dengê xwe gihand her deverê. Me xwest bi çalakiyên xwe yên li ber deriyê ATK’ê, li pêşiya girtîgehan û edliyeyan rewşa girtiyan têxin rojevê. Em mecbûr in ku bibin dengê girtiyan û daxwazên wan bigihînin derve. Girtiyên nexweş di nava çar dîwaran de terkî mirinê hatine kirin. Ev nêzî 10 salane ku tu girtiyekî nexweş nehatiye berdan. Yên hatine berdan jî 3 roj piştre jiyana xwe ji dest dane. Ev polîtîkaya dewletê ye. Dibêje bila ne li girtîgehê lê li derve bimrin.” 
 
‘MUXATABÊ VÊ PISGIRÊKÊ DEWLETE’
 
Çita herî dawî bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkên li girtîgehan, ji bo welatekî pirsgirêka herî dilêş e. Dewlet çiqas êrişî derve bike, hîn zêdetir êrişî hundir dike. Çalakiyên malbatan jî bêyî sedemekî nîşan bide, qedexe dike. Muxatabe vê pisgirêkê dewlete. Girtiyên nexweş bi destê dewletê tên qetilkirin lê dewlet vê rastiyê red dike. Divê malbatên me xwedî li zarokên xwe derkevin û piştgiriyê bidin çalakiyan. Divê dewlet girtiyên nexweş berde û terkî mirinê neke. Ji bo vê jî divê malbatên girtiyan têkoşîneke hevpar bidin. Heke gel bibe yek û pêkve li hemberî vê polîtîkayê têbikoşe, wê demê dê çareserî jî pêş bikeve.”
 
MA/ Mazlum Engîndenîz
 

Sernavên din

17/03/2022
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû