Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin

  • rojane
  • 12:12 29 Gulan 2022
  • |
ŞIRNEX - AYM’ê biryar da ku doza Nîhat Kazanhan ku li Cizîrê hatibû qetilkirin ji nû ve bê dîtin. Malbata Kazanhan piştî biryarê xwest ku cezayê muebbetê li faîlan bê birîn. Parêzerê dozê Rojhat Dîlsîz jî da zanîn ku dosyaya Kazanhan dê ji bo dosyayên din jî bibe mînak. 
Zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî di 14’ê çileya sala 2015’an de li Cizîr a Şirnexê di encama êrişa polîsên tîmên taybet de ji serê xwe birîndar bû û hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Kazanhan, Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu got; “Kazanhan bi guleyên hêzên emniyetê nehatiye kuştin.” Wezîrê Karên Hundir ê demê Efkan Ala jî bi îdiaya ku polîsan li wir çek bi kar ne anîne, hewl da bi ser bûyerê bigire. Lê piştre dîmenên bûyerê derketin û xuya bû ku Kazanhan bi guleya polîsan hatiye qetilkirin. Di dîmen de xuya dibe ku polîs bombeyên xazê diavêje çalakvanan, zarok bi keviran bersivê didin û piştî dengê çekan jî Kazanhan dikeve erdê. 
 
Piştî dîmen derketin, lêpirsîn hate destpêkirin û polîsê tîmên taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez hate girtin. Doza bûyerê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê tê dîtin û di sala 2016’an de ji ewil cezayê mubbetê li bersûc hate birîn. Lê belê dadgehê bi hincetên “tehrîkirina nerewa” û “rewşa baş” cezayê bersûc daxist 13 sal û 4 mehan. Di biryara xwe ya bihincet de jî dadgehê avêtina keviran a Kazanhan û “çalakiya xwe di bin şert û mercên herêmê yên tehrîkirina nerewa de pêk aniye” weke hinceta biryara xwe nîşan da. 
 
Di heman dozê de ji bo sê polîsan jî bi sedema “sûcê heyî ne ragihandine”, 5 meh cezayê girtîgehê hate dayîn û cezayê polîsekî kêm hate dîtin. Îtîraza parêzeran jî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate redkirin û cezayên wan hate erêkirin. 
 
Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ji bo serlêdana malbatê biryar da û got ku daxistina cezayê polîs û necezakirina polîsên din “Binpêkirina mafê jiyanê ye.” Dadgehê biryar da ku ji bo ev binpêkirin bê sererastkirin, divê polîs ji nû ve bên darizandin û cezayên girantir lê were birîn. Bi vê mebestê jî biryar da ku dosya dîsa ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê re bê şandin. Her wiha AYM’ê biryar da ku ji malbata Kazanhan re 90 hezar lîre tazmînata manewî bê dayîn. Bi biryara dadgehê re dê doz ji nû ve bê dîtin.
 
‘DIVÊ HÊZÊN TILIYA WAN TÊ DE HEYE BÊN VEKOLANDIN’
 
Malbata Kazanhan piştî biryarê xwestin ku cezayê pêwîst li polîs û faîlan bê birîn. Malbatê da zanîn ku qetilkirina Kazanhan tenê bi polîsan bisînor nîne û divê hêzên piştperdeyê jî bên vekolandin û cezakirin. Bavê Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan diyar kir ku bi ser bûyerê re 7 sal derbas bûne lê hêj jî êşa wê wekî roja destpêkê dijîn û wiha got: “Ji ber bûyerê tenê 13 sal ceza dane polîs. Ev ne ceza lê xelat e. Heke tu niha kevirekî biavêjî kesekî, hema hema 20 salan cezayê girtîgehê didin. Dewletê ji ewil înkar kir lê piştre dîmen derketin. Nîhat hêjta zarok bû û tiştek bi kesekî nekiribû.”
 
‘EM XWEDÎ LO DOZA XWE DERKEVIN’
 
Bi domdarî Kazanhan gotinên Davutoglu yên wê demê bi bîr xist û wiha got: “Piştî ku bûyer hatiye zelalkirin çima Davutoglu sersaxî nexwest? Ji ber ku Nîhat kurd bû lewma nehat sersaxiyê? Lê belê ji bo rehiyekî kefiyê diavêje stûyê xwe. Cezayê li polîs hatiye birîn kêm e. Piştî piştgirî û piştevaniya gel, biryara jinûvedarizandinê hate dayîn. Em ê heta dawiyê xwedî li doza xwe derkevin. Bêyî ku sedemek hebe ev yek bi serê me anîn û bi sala ye em êşa wê dikêşin. Biryara AYM’ê ji hêlekî ve baş û ji hêlekî ve jî xerab e. Aliyê baş ew e ku dibe faîl cezayekî girantir bigire û dilê me jî rehettir bibe. Li hêla din jî êdî Nîhat dê venegere. Kujerên bi sedan zarokên vî gelê yên mîna Nîhat, hêj nehatine dîtin. Belkî bi vê biryarê re kujerên wan jî bên darizandin. Ji vî alî ve baş e. Hêvîdarim cezayekî girantir bidin polîs. Di van dozan de cezayên kêm didin hêzên ewlekariyê. Ev jî rê li ber komkujiyan vedike. Heke cezayên kêm bidin polîsan dê ev kuştinên zarokan bidomin.” 
 
EV 7 SAL IN CEJNAN PÎROZ NAKE 
 
Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan ji roja kurê wê hatiye qetilkirin heta niha tu cejnan pîroz nake. Dayik Kazanhan got ku ew dikevin sala 8’an û ev tişt anî ziman: “Tenê di cejnekî de jî min cilên cejnê li xwe nekirin. Ji vir û şûnde jî ne dikirim û ne jî li xwe dikim. Tu heqê wan li ser me nebû ku ev bi serê me anîn. Nîhatê min zarok bû, bêguneh bû. Heke xeletiyeke wî hebûya jî bila bi milê wî bigirtina û biribûna dozgeriyê. Bila dozger û dadger jî hinek bifikirin. Heke ez biçim bi vî rengî dilê wan bisojim, gelo dê çi bi min bikin? Lê tenê 13 sal ceza dan polîsê kujer. Gelo ma wijdana we vê qebûl dike? Bi hezaran zarokên kurd ên bêguneh tên girtin. Dema di destê yekî de rengên kesk, sor û zer dibînin demildest digirin. Ev neheqî ye. Em li mala xwe, li ser xaka xwe ne û tenê heqê xwe dixwazin. Ez heqê zarokê xwe dixwazim. Bila cezayê muebbetê bidin wî polîsî. Nexwe ez heqê helal nakim. Min gelek êş kişand... Ahmet Davutoglu digot; ‘polîsan Nîhat nekuştiye.’ Îşala ew jî hemû êşên min bikişîne.”
 
‘LÊPIRSÎNEKE BAŞ NEHAT KIRIN’
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ku parêzerê malbatê ye jî anî ziman ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Di tevahiya pêvajoya darizandinê de faîl nehatin diyarkirin û di vê mijarê de israreke wan hebû. Daxuyaniyên rayedarên hikûmetê bandor li ser lêpirsînê kir. Heke dîmen derneketibûna, dê mîna dosyayên din ev dosya jî bi necezakirinê bi encam bûbûya. Ceza li faîl hatiye birîn lê dilê me bi vî cezayî rehet nebû. Ji ewil cezayê muebbetê li faîl hate birîn lê bi hinceta ‘tehrîkirina nerewa’ cezayê wî daxistin 13 salan. Baş e lê li vir tehrîkirineke çawa heye? Hema zarokekî 12 salî kevir jî biavêje ma dê çawa bo aliyê din bibe ‘tehrîkirina nerewa?’ Ku di dîmenan de tiştekî wisa xuya nake jixwe. Me îtîraz kir lê dadgeha herêmî guh neda. Me jî şand îstînafê. Li wir hate erêkirin. Me jî bir Dadgeha Bilind. Li wir jî hate erêkirin. Me jî ev xisûse nirxandin û dosya şande AYM’ê. AYM’ê jî em mafdar dîtin û ji bo jinûvedarizandinê dîsa şand dageha herêmî.” 
 
DI BINPÊKIRINÊN MAFAN DE BIRYAREKE MÎNAK E
 
Dîlsîz, da zanîn ku biryara hatiye dayîn ji bo dosyayên binpêkirina mafan dê bibe mînakek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku di demên dawî de bi taybet jî di bûyerên bi vî rengî de hêzên ewlekariyê tên parastin. Bi dehan dosyayên bi vî rengî hene. Qet nebe dê ev biryar bibe biryareke mînak. Dê êdî ev kes wisa bi rehetî nekarin van tiştan bikin. Gotinên Soylu yên weke ‘lingên wan bişikînin’, cesaretê dide hêzên ewlekariyê. Rayedaran hewl dan dosyaya Kazanhan jî bigirin. Lê em li ser dosyayê baş xebitîn. Heke AYM nebûya jî dê me dosya bibira Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Di dosyayên wiha de ji bo ku kujer bên girtin û darizandin çi ji destê me were em ê bikin. Hêvîdarim ku ji bo dosyayên bi vî rengî bibe mînakek û êdî binpêkirinên mafan neyên kirin. Biryara bihincet a AYM’ê hêj nehatiye şandin. Piştî biryarê dê ji dadgeha herêmî re bê şandin. Dadgehên herêmî neçarin biryarên DMME û AYM’ê pêk bînin. Lê êdî daraz ketiye halekî wisa ku bi van biryaran nakin. Hêvîdarim li gorî biryara AYM’ê tevbigerin.”
 

Sernavên din

02/06/2022
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî