‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’

  • rojane
  • 10:18 1 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Nûnera HDP’ê Hewlêrê Nahîde Ermîş da zanîn ku gelê kurd di pêvajoyeke hesas de ye û wiha got: “Di rewşeke wiha de hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e. Di vê rewşê de ne berjewendiyên şexsî û malbatê lê divê yên neteweyî esas bên girtin.” 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin berdewam in. Di çarçoveya êrişê de li herêmên navborî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Endama Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê Nahîde Ermîş têkildarî geşedanên dawî axivî. 
 
Nahîde Ermîş, ji ewil qetilkirina siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî şermezar kir û wiha got: “Êrişeke li dijî hemû kurdan bû. Li her çar parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirinê tê meşandin. Dewleta tirk ev sedsal e kurdan weke dijmin dibîne. Qetîlkirina hevalê me Mehmet Zekî Çelebî jî parçeyeke vê konseptê ye. Bi vê êrişê re xwestin çavên kurdên ji bo azadiyê bedel didin bitirsînin. Lê belê em xwedî kevneşopiyeke 50 salan e û hemû hevalên me jî li gorî wê xwedî seknin. Ji bo aştî û aramiya welêt, em ê têkoşîn û rêxistiniya xwe xurtir bikin.” 
 
‘DIVÊ YEKITÎ ESAS BÊ GIRTIN’ 
 
Bi domdarî Ermîş anî ziman ku Tirkiye êrişeke bêpîvan dike û wiha domand: “Heke Tirkiye û MÎT îro li Başûr bikare her cureyên êrişan û qirkirinan bike, sedema vê piştgiriya hin aliyên siyasî ye. Hevkariya sazî, rêxistin û partiyên kurdan ên bi vê zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e. Gelê kurd bi saya bedelên giran xwe gihand vê astê. Em di pêvajoyeke hesas de ne. Em weke pêvajoya hebûn û tunebûnê binav dikin. Divê di vê pêvajoya hesas de yekitî û berjewendiyên kurdan esas bên girtin. Destkeftiyên heyî bi vî awayî dikarin mayînde bibin. Mafê kesekî nîne ku ji ber berjewendiyên şexsî û malbatî, xetereyê li ser yên neteweyî çê bike.” 
 
‘PDK SIYASETA TIRKIYEYÊ DIMEŞÎNE’
 
Di berdewamê de Ermîş diyar kir ku yên şirîkatiya sûc dikin, ji bo nixûmandina sûcê xwe jî her tiştekî dikin û wiha pê de çû: “PDK bi vî rengî nêz dibe. Ji par ve sê êriş çêbûn. Du hevalên me yên ji Bakur rastî êrişê hatin. Yek şehîd bû û yek jî bi birîndarî kete dest. Kujerên wan nehatin girtin û darizandin. Niha jî kujerên hevalê Zekî tên parastin. Banga me ji bo gelê Başûr ew e ku li dijî van bûyeran bêdeng nemînin. Bi van êrişan dixwazin di nava civakê de nakokiyan derxînin. Divê ev bûyer bên zelalkirin û kujer bên darizandin. Nexwe dê sibe li deverên din bên kirin. Heval Zekî hem endamê meclisê û hem jî di nava gel de bû. Gel jê hez dikir. Lewma hedef hat girtin. PDK li vir siyaseta Tirkiyeyê dimeşîne û li dijî gel e. Heval Zekî beriya qetilkirinê, di bernameyeke televîzyonê de got ku MÎT gefa kuştinê lê dixwe û zexta sîxûrtiyê li wî dike. Lê hevalê me ev yek qebûl nekir û ji bo xaka xwe şehîd bû.” 
 
HELWESTA IRAQÊ YA LI DIJÎ ÊRIŞAN 
 
Ermîş, anî ziman ku helwesta Iraqê ya li dijî êrişan ne helwesta dewletekê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke sekna hikûmeta Iraqê xurt bûya, Tirkiyeyê wiha bi cisaret êriş nedikir. Tevî ku bi ser hilbijartinê re 6 meh derbas bûn jî hikûmet nehatiye avakirin. Siyaseta Iraqê li ser aloziyan dimeşe. Tirkiye jî ji vê sûd digire. Tirkiye ji aloziyên siyasî etnîkî, mezhebî û aborî sûd digire. Sedema aloziyên li Iraqê jî dewleta tirk e. Ji ber ku berjewendiyên xwe di aloziyê de dibîne. Ji bo valaderxistina gavên çareseriyê her tiştekî dike.”
 
‘ÎRO KURD BIN SIBE DÊ DOR WERE EREBAN’
 
Ermîş, got ku dagirkirina xaka Başûr tê wateya dagirkirina xaka Iraqê û ev tişt anî ziman: “Em behsa Neo-Osmaniyê dikin. Heke gava ewil dagirkirina xaka kurdan be, gava din dê bibe ya Iraqê. Dema ku xaka kurdan dagirkirin, dê dest bi îlhaqkirina wê bikin. Stratejî û polîtîkaya Neo-Osmanî ev e. Lewma girîngiyê bi tifaqa kurd û ereban didin. Ji ber vê em fêm nakin bê ka çima Iraq bertekan nîşan nade. Heke bi zanebûn nîşan nedin, wê demê piştgirî didin hedefên wê. Li Sûriyeyê jî heman tişt heye. Heke îro êrişî Rêveberiya Xweser û Sûriyeyê bikin, sibe dê dor bê Lîbya û dewletên din. Bila kesek nebêje pirsgirêka tirkan tenê bi kurdan re heye.”
 
‘DÊ NEKARIN HESABÊ BIDIN GELÊ KURD’
 
Di berdewamê de Ermîş da zanîn ku gelê Başûr bi qirkirinê re rû bi rû ye û ev nirxandin kir: “Tirkiye sînoran, mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ne tenê kurd divê hemû kes li dijî van binpêkirinan derkeve. Di dema Sedam de jî rê li ewqas binpêkirinan re nehat dayîn. Di salên 1983-1984’an de peymanek hatibû mohrkirin. Li gorî peymanê Tirkiye dikare ji bo 72 saetan dikare 5 km’yan bikeve xaka Iraqê. Peyman bo salekî bû. Lê îro xaka Başûr dagir kirine. Kesên rê dayîn vê dagirkeriyê ma dê bikarin hesabê bidin gelê kurd? Gelê me li dijî vê siyatê ye. Gel bi qirkirinekê re rû bi rû ye. Çendek roj berê bi SÎHA’yan du zarokên kurd hatin qetilkirin. Nehiştin gel bertekê jî nîşan bide. Gel dibêje dewleta tirk em qetil kirin lê çapemeniya PDK’ê berevajî dike.” 
 
‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI KURDAN VALA BIKIN’
 
Ermîş, destnîşan kir ku hêzên derve siyaseta Iraq û başûrê Kurdistanê diyar dikin û wiha dom kir: “Tirkiye, Îran, Îsraîl û hêzên hegemonîk ji vê rewşê sûd digirin. Di demên dawî de Nêçîrvan Barzanî bi YNK û partiyên din re civiya. Gelek hesab û firsend di van hevdîtinan de hene. Lê em nikarin tiştekî zelal bibêjin. Ji bo ku serokkomarî ji YNK’ê re bimîne hevdîtinan dikin lê em nizanin li dijî wê çi jê xwestine. Rewşa aborî ya gelê Başûr nebaş e. Nêzî saleke mûçe nayên dayîn. Dewleta tirk her roj zeviyên xelkê dişewitîne, sewalên wan dikuje, polîtîkaya guherandina demografyayê dimeşîne û hewl dide gel koçber bike. Dixwazin herêmê ji kurdan vala bikin.”
 
Herî dawî jî Nahîde Ermîş wiha axivî: “Birîn û êşên gelê başûr kûr in. Hewl didin bi birçîbûnê gel terbiye bikin. Dixwazin bi qeyrana aborî re gel mijûl bikin ku guh nedin mijarên din. Lê tevî vê yekê jî xelkê başûr ji siyaseta heyî nerazî ye. Sekna xwe di hilbijartina Iraqê de nîşan da. Di siyaseta vê derê de gel esas nayê girtin. Rengê hêzên hegemon heye û gel jî vê yekê naxwaze.” 
 

Sernavên din

05/06/2022
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan