Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin

  • rojane
  • 12:13 1 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Dîroknas û lêkolîner Mehmet Bayrak ku balkişand ser xiyanetên navxweyî yên pêvajoyên girîng ên dîroka Kurdistanê, wiha got: “Heta ku ji dîrokê ders neyê derxistin, hem xiyanetkar wê berdela vê bidin hem jî dê zerarê bidin kurdan.”
 
Di dîroka Kurdistanê de berî û piştî Osmaniyan gelek komkujî û serhildan çêbûn. Her berxwedana li dijî komkujî, pişaftin û înkara kurdan bilind bû, bi xiyanetên navxweyî hate tepisandin. Komara Tirkiyeyê ku piştî belavbûna Osmaniyê hate avakirin, her ku xurt bû qirkirina kurdan berdewam kir. Bi bikaranîna nakokî û xiyanetên navxweyî, kurdên ku daxwazên wan ên mafdar hatine parçekirin heta roja me hatin tepisandin. Dubarekirina dîrokê îro jî li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê nû dibe. Di êrişên dewlata tirk di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin de malbata Barzanî ji berê heta niha dem bi dem dimeşîne, di politikaya xwe ya xiyanetê de israr dike. 
 
Li gorî dîroknas û lêkolîner Mehmet Bayrak tevî bêhejmar xiyanetên di dîroka Kurdistanê de qewimîne jî di roja me de jî hêj hinek kesan jê ders nederxistî ye. Em têkildarî xiyanetên di dîroka Kurdistanê de qewimîne û heta roja me berdewam dikin bi Bayrak re axivîn. 
 
‘GELÊ KURD JI TIRKAN RE DERIYÊN ANATOLIYAYÊ VEKIRIN’
 
Bayrak, bi bîr xist ku gelê kurd ji tirkên ku îro mafê wan ên jiyanê nas nake re deriyên Anatoliyayê vekiri ne û wiha got: “Tirk bi xera gelê kurd li ser vê axê bi cih bûn. Tirkên ku xwestin li Anatoliyayê belav bibin kurd bi xapandinê girtin cem xwe û li dijî Romen Diyojen şer kirine. Wê demê 15 hezar cengawerên kurd di nav artêşa sultanê tirkan Alpaslan de cih girtin û li dijî Romen Diyojen şer kirin. Nêzî 20 hezar tirk ên xirîstiyan jî ku bi taybetî li ser xeta bakûr ber bi Rojava ve di herikîn di nav artêşa Romen Diyojen de cih girtine. Tişteke wisa ecêp heye. Artêşa Romen Diyojen ji ber tevliheviyên navxweyî kêm dibe, li dijî artêşa Alpaslan ku kurd piştgiriya wî dikin têk diçe û bi vî awayî deriyên Anatoliyayê li tirkan hatine vekirin.”
 
‘PIRSGIRÊKA KURD NE NÛ YE’
 
Bayrak, da zanîn ku bi taybetî di dema pêvajoya Osmanî Xîlafetê digire destê xwe de dagereke girîng pêk tê û wiha berdewam kir: “Di wê dîrokê de du hêzên mezin hene. Yek Osmanî yek Safewî. Her du hêz jî dixwazin gelê Kurdistanê bikişînin cem xwe. Gelê kurd zêdetir dixwest bi safewiyan re bikevin têkiliyê lê ji ber Şah Îsmaîl hin kurd girtin û kuştin ev daxwaza wan û hewesa wan şikest. Yavûz Sûltan Selîm ji hin mîrtiyên kurd re hin pişt dane. Di dema Beyazitê duyemîn de jî Îdrîsî Bîtlîsî vedixwînin qesrê û li wir dixebite. Osmanî Îdrîsî Bîtlîsî peywîrdar dike û dişine hevdîtinan û gelek mîrtiyên girîng ên kurdan di çarçoveya peymanê de bi Osmaniyan re tifaqê dikin. Ev mîrtî wê di karên xwe yên navxweyî de serbixwe bin û têkiliyên derve bi Osmaniyan re tevbigerin. Îro metnên têkildarî vê yekê hemû di destê me de ne. Ev di dîroka Kurdistanê de şikestineke girîng jî bi xwe re tîne. Rewşenbîrê demê nêzîk vê nêzîkatiya Îdrîsî Bîtlîsî weke alîgiriya Osmaniyê pênase dikin û weke destpêka pirsgirêka kurd dibînin. Ev tespîteke gelek girîng e. Celadet Elî Bedirxan di nameya vekirî ku di sala 1933’yan de ji Mustafa Kemal re şand de vê yekê destnişan dike û wiha dibêje; ‘Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke ku di demê we de dest pê kiriye. Ji roja ku mîrtiyên kurdan bi rêya Îdrîsî Bîtlîsî bi Osmaniyê ve hatin girêdan û vir ve pirsgirêka kurdan heye.’ Heke em ji vir binêrin pirsgirêka kurd ne nû ye û Îdrîsî Bîtlîsî ji aliyên rewşenbîrên kurd ve weke alîgir tê dîtin.”
 
‘REWŞENBÎRÊN KURD ÊN PIRALIYA OSMANIYÊ QEBÛL NEDIKIRIN SERÎ HILDAN’
 
Bayrak, bi lêv kir ku di sedsala 19’emîn ku burjuvaya Fransayê derket holê de hin rewşenbîrên kurd ku li Ewropa û di nav Osmaniyê de perwerde dîtin di mijara netewperestiyê de dikevin nava liv û tevgeran û wiha pê de çû: “Rewşenbîrên kurd ku piraliya hikumraniya Osmaniyê qebûl nedikirin di serê sedsala 19’emîn de li dijî Osmaniyê serî rakirin. Osmanî jî ji bo ku wan bi statuya wan a kevin bigire bi hemû hêza xwe çû ser wan. Ji ber wê yekê sedsala 19’an dagereke girîng e. Ji wê demê ve gelek serhildanên kurdan pêk hatine. Gelek ji van bi kuştinê hatine tepisandin. Vê yekê di navbera hêzên serdest û kurdan de birînên ku nayên kewandin vekirine. Piştî Bedirxanan malbatên ku pêşengên wan şêxin pêşengtiya vê tevgerê dikin. Ji 5 endamên damezrîner ên Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ku şoreşa ku dawî li selteneta Abdûlhamît anî 2 jê kurd bûn, yek ji van Bijîşk Abdûllah Cevdet û Bijîşk Îshak Sukutî ne. Lê piştî rêveberiya Cemîyetê bi temamî kete destê Îslamîperestan kurdên netewperest di serî de Abdûllah Cevdet û Îshak Nûrî Paşa ji cemiyetê veqetiyan û berê xwe dane rêxistinên kurdan ên li gorî xwe. Ev rêxistin vegeriyan tevgereke ronî kirinê.” 
 
‘HIKUMETA KEMALÎST LI DIJÎ KURDAN BI FRANSIYAN RE PEYMANÊN VEŞARTÎ DIKIN’
 
Bayrak, anî ziman ku piştî Kemalîst derketin holê bi taybetî Mustafa Kemal mirateya Îttîhat Terakkiyê qebûl nake û piştgiriya beşekê digire ser xwe: “Di vê mijarê de rewşenbîrên kurd ên bifikar jî hene. Kemalîstan weke berdewamiya Îttîhat Terakkiyê dibînin. Ji sedî 90 qadroyên Kemalîstan ji endamên Îttîhat Terakiyê yên kevin pêk tê. Lê ev vî mirateyî qebûl nakin û îdiayeke nû diavêjin holê. Mûstafa Kemal ji bo tevgera muxalefetê bi rêxistin bike naçe rojavayê Tirkiyeyê diçe Kurdistanê. Mustafa Kemal dizane ku di serdemeke ku tirk qels in de heke kurd serî rakin û veqetin wê hêviyeke rizgariyê ya tirkan nemîne. Ji ber vê yekê agahiyan jî digire. Serhildana serhildêrên kurd ên li ser xeta Dîlok, Riha û Mereşê dijîn a bi hişmendiyeke antîemperyalîst li dijî fransî û ingilîzan derdikevin, gelek beriya Mûstafa Kemal e. Hikumeta Enqereyê, li dijî kurdan û çiyayiyan bi fransizan re peymanên veşartî dikin. Belgeya belavoka Çiyayiyên kurd li dijî hikumeta Kemalîst di sala 1922’yan de çapkirin cara ewil min weşand. Çiyayiyên kurd bi belavokê rêveberiya Kemalîst hişyar dikin û dixwazin li ser soza xwe bisekin. Rêveberiya Kemalîst tiştên tên gotin qebûl nake. Lê rêveberiya Kemalîst bi peymanên veşartî yên bi fransizan re xiyanetê li kurdan dikin û vê jî înkar dikin. Di van şertan de diçin Lozanê.”
 
‘KESÊN JI DÎROKÊ DERS NEGIRIN WÊ BERDELÊN GIRAN BIDIN’
 
Bayrak, destnîşan kir ku kesên di dîrokê de xeletiyan dikin berdele vê bi awayekî giran dide û wiha got: “Tenê kesên ku xeletî dikin berdelan nadin tevî wan gelê kurd jî berdelan dide.” Bayrak, bal kişand ser xiyaneta di nav kurdan de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Van hemû hevkaran piştî karê wan qediya cezayê xwe kişandine. Mixabin wan tenê ev ceza nekişandin, bi xwe re bi gelê kurd jî dan kişandin. Di dîroka kurdan de mînakên vê yên bêhejmar hene. Kesên ku ji dîrokê dersan negirin mehkum in ku her tim bên bêbandorkirin. Divê em vê yekê qet ji bîr nekin. Heke ji dîrokê ders hatibûya girtin ev yek dubare nedibûn. Niha di demê me de jî hem hin hevkariyan dibînin. Ev yek ji dîrokê ders negirtine. Em dizanin ku berê endamên Paktên Sadabat û Bexdayê dewletên dagirker ên weke Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiye yên li wê derê pirsgirêka kurd hene bûn. Dewletên parazvan jî her tim bûn Amerîka û Îngîltere. Lê her tim tirkan kurd bi ingilîzan re têkildar kirine û bi hevkariyê sûcdar kirine û her tim heman çîrok vegotine. Her tim heman polîtîkayê dimeşînin. Heke kurd ji dîrokê dersan bigirin ev yek dubare nabe û bê zerar wê bigihin serkeftinê. Wê çareseriyeke wekehev, azadperest û weke xwişk û bira çêbibe. Heta ku ji van ders neyê girtin wê hem îxanetkar berdela wan bide hem jî dê zerareke mezin bidin kurdan. Yekemîn peywîra herkesê ye ku ji dîrokê dersê bigirin. Heke ji dîrokê ders girtibûna ev tiştên neyînî da biqewimin? Divê di roja me de jî hemû kesên helwesteke neyînî nîşan didin divê ji dîrokê ders bigirin heke wê bi awayekî giran berdelê wê bidin.”
 
 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

05/06/2022
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan