Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin

  • rojane
  • 11:17 19 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Emîn Jaro yê ku ji ber êrişên DAIŞ'ê neçar mabû koç bike vegeriya Şengalê û got: "Heke 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe terk nekin. Heke gefek li ser Şengalê hebe jî em ê li berxwe bidin." 
 
DAIŞ'ê di 3’yê tebaxa 2014’an de êriş birin ser Şengalê û fermana 73'yan bi civaka êzdî dan jiyîn. Şengaliyên ku xwestin xwe ji qirkirin û komkujiyê biparêzin neçar man koç bikin. Piştî ku ji aliyê hêzên YBŞ'ê û YJŞ'ê ve Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê hate avakirin, êzdiyên ku koç kiribûn, kom bi kom vegeriyan ser axa xwe. Lê hîn jî bi hezaran welatiyên êzdî bi taybet li kampên Dihokê û parêzgehên din ên li Herêma Kurdistanê dimînin. Tevî hemû astengiyan malbatên ku derfetên vegerê bi dest xistine, vedigerin ser axa xwe. Êrîşên li ser Şengalê ku berdewam dikin. Herî dawî di 15'ê hezîranê de balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta tirk 2 caran Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zarokekî 12 salî yê bi navê Selah Xidir Naso jiyana xwe ji dest dabû û nûçegîhanê Çira TV jî di nav de bi giştî 7 kes jî birîndar bibûn. Lê li tevî vê jî civaka êzdî dev ji axa xwe bernade û warê xwe terk nake. Ji êzdiyan Emîn Jaro (30), ku li gel malbata xwe di fermanê de ji neçariya xwe koçber bibû û di kampa Dihokê de mabû û di sala 2020'an de dîsa vegeriye Şengalê, banga vegerê li Şengaliyan kir. 
 
'EM 7 SALAN DI TABÛTÊ DE MAN'
 
Jaro, diyar kir ku piştî ku ew ji Şengalê derketin jiyan ji bo wî weke jehrê bû û wiha axivî: "Destpêka fermanê şer li gundê Girzerk yê Başurê çiyayê Şengalê destpê kir. Lê me bawer nedikir ku wê şer bigihe nava Şengalê. Me digot tiştek nîne. Dema DAÎŞ nêzî bajar bû me bi zehmetî xwe xelas kir û em ber bi çiyayê Şengalê ve reviyan. Em nêzî 4 rojan li wir man, lê DAIŞ hate wir jî êrîşî li me kir. Em bi çiya de meşiyan û çeteyên DAIŞ'ê negihiştin me. Gelî kete bin kontrola DAIŞ'ê, li gel me xwarin nebû. Min xwe berda nav gelî cenazeyên gelek dayikên temen mezin ku DAIŞ'ê kuştibûn min ditîn. Dayikek sax mabû û got ku kesên li wir bi jehrê kuştibûn. Got, 'Xwarin jehrî kirine nexwin' Ji me re got, 'Zû ji vir herin niha DAÎŞ ne li vir e lê wê bê'  Me xwarin anî û em bi lez vegeriyan gel malbatên xwe. Dema em gihiştin gel malbatên xwe me xwe gihande ber çil mêre serê Çiyayê Şengalê. Ew der ewle bû. Me şervanên PKK'ê li wir dîtin alikarî didan û xwarina ku bi xwe re anîbûn dane me. Bi qamyonê ar anîn û ji gel re belav dikirin. Piştî PKK rê vekir em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Rojekê li wir man gelê rojave pir alikariye me kir. Dûv re em derbasî bajarê Zaxo yê Başurê Kurdistanê bûn. Em nêzî 3 rojan li Zaxo di dibistanekê de man. Pişt re em derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Em 2 mehan jî li Amedê man. Li wir di şaredariyê de cih ji me re veqetiya bû. Gelê bakur gelek alîkariya me kir. Pişt re em dîsa vegeriyan Başurê Kurdistanê û gel malbatên me yên li wir man. Nêzî 7 salan em li kampa çem mişko bûn. Jiyana kampê pir zehmet bû û cih pir teng bû. Metirsiya şewatê pir hebû. Ji bo me ew der weke tabûtekî bû û em 7 salan di wê tabûtê de man."
 
'HEKE EM MIRIN JÎ BILA EM MIRIYÊ AXA XWE BIN' 
 
Jaro, bi lêv kir ku tevî hemû astengiyan jî ew vegeriyan û wiha behsa rêwingiya xwe ya vegerê kir: "Em di sala 2020'an de vegeriyan Şengalê. Ji ber mamê min pir dixwest û miraza wî her ditina Şengal bû. Bavê min jî di dema rizgarikirina Şengalê de şehîd ket. Ji ber wê em vegeriyane ser cih û warên xwe. Heke em mirin jî bila em miriyê axa xwe bin, heke sax bin bila li ser axa xwe bin.
 Ev saleke ku ez hatime. Min dixwest dema nû Şengal rizgar bûyî ez hatibam. Çend mirov dûrî axa xwe tiştê xwe ji dest dide. Çend mirov zû vegere ser axa xwe ewqas zû jiyane xweş dibe. Tevî hemû zehmetiyan û êrîşan jî em bi jiyana xwe razîne."
 
'73 FERMANÊN DIN JÎ ÇÊBIBIN EM Ê AXA XWE TERK NEKIN' 
 
Jaro, anî ziman ku çi bibe bila bibe ew ê êdî nema axa xwe berdin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Axa me pîroz e. 73 fermanên din jî bên serê me em ê axa xwe bernedin. Kalên me li vê axê veşartine, heke mirovek şengalî be û li kur be dema jiyane xwe dest bide wê bînin li nav vê axê veşêrin. Şengal ne tenê naveke, Şengal hebûna me ye. Bi hezaran êzdî ji cih û warên xwe dûrketine û li cîhanê belav bûne. Ji ber Şengal pîroz e naxwazin ji dijminan re bimîne. Êzdiyan 73 ferman ditin lê dîsa jî Şengal bernedan. Ev warê êzdiya ye ji ber wê me bi bedelên giran parastiye. Careke din em axa xwe bernadin. Heger 73'ê fermanî din jî çêbibin em ê axa xwe terk nekin. Heke gefek li ser Şengalê hebe jî em ê li berxwe bidin. Niha hêzên me yên leşkerî hene û bi hezaran keç û xortên me parastina me dikin. Tu carî em ê rê nedin ku dijmin were ser axa me. Heya em hebin em ê li berxwe bidin. Ez ji êzdiyên ku ji derveyî re jî bang dikim, vegerin ser axa xwe. Tu der weke axa we ewle nîne." 

Sernavên din

22/06/2022
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN