'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'

img

AMED - Endamê DÎAY-DER'ê ya bi KHK'ê hatibû girtin Mele Hecî Qadah bilêv kir ku desthilata AKP'ê dîn li gor berjewendiya xwe bi kar tîne û meleyên piştgiriyê didin vê desthilatê jî zilma wê rewa dikin û got: "Dema şerê Efrîne di mizgeftan de dua dihatin xwendin. Ew meleyên ku piştgiriyê didin vî şerî ne li gor emrê xwedê li gor olek din tevdigerin."

 
Li Tirkiyeyê di her warî de qeyran hene. Ji aliyekî ve gel ji ber qeyrana aborî nikare debara xwe bike, ji aliyê din ve jî ji ber bêedaletiyê di serî de malbatên girtiyan li her derî welatî çalakiyan li dar dixin ji bo edaletê. Lê li gel ev qas pirsgirêkan jî desthilata AKP-MHP'ê di ya xwe de israr dike û hewl dide bi dîn û nijadperestiyê desthilatdariya xwe bidomîne. Têkildarî vê em bi endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya  Dîndaran (DÎAY-DER) a bi Biryarnameya di Hikme Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Melê Hecî Qadah re axivîn.
 
‘AKP BI DÎN GEL DIXAPÎNE’
 
Mele Hecî Qadah bilêv kir ku desthilata AKP'ê dînê îslamê li gor berjewendiya xwe bi kar tîne û bi vê helwestê jî zirareke herî mezin dide dîn. Qadah diyar kir ku tu eleqaya dînê îslamê û kiryarên AKP'ê bi hev re tune ye û wiha got: “Desthilata AKP li gor neteweya xwe olek din ava kir.  Hemû dewlet li gor berjewendiya xwe olê bi kar tînin.  Lê tu kes wekî desthilata AKP'ê olê bi kar naynê. Desthilata AKP'ê bi olê gel dixapîne. Dibêjin em ê kurdan qetil bikin, bavêjin girtîgehan, ji kar derxin. Yanî li ser navê dînê îslamê hem kuştine, hem girtine û hem jî bi birçîbûne gel terbiye dikin. Ji bilî tirkan, çerkez, laz an jî neteweyek din gava doza mafê xwe dikin wan jî wekî kurdan qetil dikin. Tu têkiliya vê yekê û ola îslamê bi hev re tune ye. Ew kesên ku ji xwe re dibêjin şêx û mele jî li hemberî vê yekê dengê xwe dernaxin.”
 
‘MELEYÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN AKP'Ê ZILME MEŞRÛ DIKIN’
 
Bi domdarî Qadah balkişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojava û got, dema li cihekî destkêftiyên kurdan çêdibin û kurd jî dixwazin wekî mirovan bijîn Tirkiye di cî de êriş dike. Qadah anî ziman ku ev yek di dînê îslamê de tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema şerê Efrîne di mizgeftan de dua dihatin xwendin. Ew meleyên ku piştgiriyê didin vî şerî ne li gor emrê xwedê li gor olek din tevdigerin. Yanî wan li hemberî ola Xwedê olek din ava kiriye. Tu mafê wan tune ku êrişî axek din bikin. Li vir jî dema kurd doza mafê xwe dikin, wan davejin girtîgehan. Dayikek 85 salî ji bo ku mafê xwe dixwaze ew avêtin girtîgehê. Dînê îslamê dibêje kî neheqî û zilmê bike hûn dikarin li hemberî wî rabin. Lê ew meleyên ku di mizgeftan de dua dixwînin, berevajî vê yekê li gel kesên ku zilmê dikin tevdigerin û vê zilme meşrû dikin.”
 
‘DEV JÎ EVDÎTIYA XWEDÊ BERDANE BÛNE EVDÊ DEWLETÊ’
 
Di dawiya axaftina xwe de Qadah destnîşan kir ku di dîn de tu cudahiya neteweyan tune û got, heke li cihekî xizanî û zilm hebe li wir ol ji holê radibe. Qadah axaftina xwe bi va gotinan bi dawî kir: “Dema kurd mafê xwe dixwazin ji wan re dibêjin terorîst. Lê Xwedê di ayetên xwe de dibejê heke, destdirêjayî mafê kesekî, civakikê an jî neteweyekê were kirin û ew civak jî li ber vê yekê rabe divê tu kes ji wê civakê re nebe asteng û di roja qiyametê de jî ezabê kesên li hemberî zilmê rabûne tune ye. Ezabê kesên ku zilmê dikin heye. Lê îro kesên ku ji xwe re dibêjin em misilman in, şêx û mele li pey dewletê ne. Dev ji evdêtiya Xwedê berdane, bûne evdê dewletê.
 

Sernavên din

06/09/2022
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim