Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:14 5 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ku JINNEWS her meh amade dike, di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin, 18 jin û 3 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî daneyên ku JINNEWS her meh amade dike, di meha tebaxê de 30 jin di encama tundiya zilaman de 18 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di nava vê mehê de 6 zarok hatin qetilkirin, 3 zarok bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu îdia kiribû ku kuştinên jinan her diçe kêm dibin û gotibû ‘ji 30’ê tebaxa sala borî heta niha kuştinên jinan 194 bû û îsal jî 181 e, yanî li gorî heman demê ya sala borî ji sedî 7 kêm bûnek heye.’ Lê hema hema di mehekê de herî kêm 30 jin tên qetilkirin. Li gorî çeteleya tundiyê di 2021’ê de 311 jin hatine qetilkirin. Di 8 mehen ewil yên 2022’an de jî 236 jin hatine qetilkirin.
 
Vê mehê dîsa di encama polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê sûcên li hember jinan derketin asta jor. Sûcên êrişa zayendî, tundî, tecawizê yên li herêmê zêde bûn. Jina bi navê Fîrdevs Babat ya 17 salî ji aliyê cerdevan Ahmet Babat ve hat qetilkirin û piştre jî ew avêt çemê Hezîl. Kekê wî jî ji sûcê tecawizê hat girtin.
 
Li Bahçelîevler ya Stenbolê Beyza Dogan a 15 salî ji aliyê Selîm Tekîn ku tevî biryara parastinê hebû ket malê û qetil kir. Derket holê ku gumanbar çend caran Beyza revandiye û der barê wî de 35 gilî hebûne.
 
Yek ji nokteyên din yên balê dikşîne ev e ku gumanbar bi rehetî ji Tirkiyeyê derdikevin û li welatan bi salan xwe vedişêrin. Gumanbar Can Emrah S. li Aksarayê şîdet li jina ku pê re zewicandî bû kir û zarokek jî îstîsmar kiribû li Gurcîstanê hat girtin.  Li Dîlokê di 2012’an de gumanbar Abdullah û Mehmet Fatîh Aslan  jê du jin 3 kes qetilkiribûn 10 sal şûnde piştî ketin Tirkiyeyê hatin girtin. Li Îzmîrê mêrê gumanbar yê di 2016’an de tecawizê Sîbel Çelîk kir û qetil kir, reviyabû Almanyayê. Ji aliyê Almanyayê ve bi hinceta ewlehiya canê wî tune ye nehat radestkirin lê bi hinceta tev li sûcê edlî bûye 6 sal şûnd radestê Tirkiyeyê hat kirin. Gumanbar hat girtin.
 
Li navçeya Mudurnu jina bi navê S.A, li dijî mêrê bi navê A.A yê êrîşa zayendî pêk anîbû parastina cewherî pêk anî û gumanbar birîndar kir. Gumanbar piştî dermankirinê hat binçavkirin.
 
Di meha tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine qetilkirin û 3 jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 12 ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de bûn, 3 jin ji aliyê cîranên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê hezkiriyê xwe ve hat qetilkirin. Gumanbarê 5 jinan jî nehatin tespîtkirin.
 
Bajarê herî zêde jin lê hatine qetilkirin vê mehê Îzmîr bû. Li Îzmîrê 5 li Konyayê 3 li Stenbolê 2, li Edenê 2, li Aydinê 2, li Çanakkaleyê 2, li Sînopê 1, li Dîlokê jinek, li Tekîrdagê yek, li Balikesîrê yek, li Artvînê yek, li Zonguldakê yek, li Mereşê yek, li Antalyayê yek, li Afyonkarahîsarê yek, li Kîlîsê yek, li Şirnexê du yek, li Enqereyê yek, li Yozgatê jî jinek hat qetilkirin.

Sernavên din

09/09/2022
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e