Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî girtina Parlamentera HDP’a Amedê da û got: “Jin dê tu carî li dijî van polîtîkayên qirêj çok danaynin.”
 
Binçavkirina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê (HDP) Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû rakirin li navçeya Artemêtan a Wanê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya DemokratîK a Gelan (HDP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariyê ya di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kiriyan re (MEBYA-DER), Komeleya Mafe Mirovan (ÎHD) û Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî tev li daxuyaniya li pêş avahiya HDP'ê hate dayîn bû. Di daxuyaniyê de pankarta "Semra Guzel wekîla gel e, vîna jinan e, hûn nikarin serê me bitewînin" hate hilgirtin. Girseyê dirûşmeya "Kurd serê xwe natewînin berzkirin."
 
ÎDIA JI RASTIYAN DÛR IN
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka Rêxistina HDP’a Wanê Handan Karakoyûn anî ziman ku medyaya nêzî desthilatê girtina Semra Guzel bi agahiyên ji rastiyê dûr dan bihîstîn û got: “Nûçeyên ku dibêjin perûk li serê xwe kiriye, xwe veşartiye ne rast in, heya îro li dijî her cure êrişan bi wêrekî li ber xwe daye. Ne pêkan e ew bireve, ji ber ku wê her cure berdêlên girtinê dabûn ber çavan. Em li daraza bûye siyasî nebawer in. Em bawer nakin ku ev daraz biryareke bêalî, serbixwe û wijdanî bide. Lêbelê em partiyeke tevî ku li dijî feraseta AKP’ê re têdikoşin li dijî her cure amûrên wan jî têdikoşin.”
 
EDENE
 
Meclisa Jinan a HDP’a Edenê û Rêxistina Bajêr di avahiya bajêr de daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Semra Guzel parlamentera gel e, Dest dirêjî vîna gel nekin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Edenê Helîn Kaya axivî. 
 
Kaya, anî ziman ku binçavkirina dijexlaqî ya parlamenteran perçeyeke aciziya desthilatê û got ku binçavkirina Guzel a bi vî awayî darbeya li dijî vîna gel e. Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne jinan, kujerên jinan bibînin. Li her cihê em lê em ê bibêjin ‘Semra Guzel îradeya me ye.”
 
COLEMÊRG 
 
Meclîsên Jinan a HDP'a Colemêrgê li ser binçavkirina Parlamentera Amedê Semra Guzel li navend û Gever daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyaniya ewil li navçeya Geverê û pêşiya rêxistina navçeyê li pêk hat. Ji bo daxuyaniyê, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ÎHD, OHD û Endamên Meclisa Dayîkên Aşitiyê û gelek gelek welatî amadebûn.
 
BANG JI BO MUXALEFETÊ
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Geverê Gulcan Ceylan jî bang li hemû partiyên muxalîf û raya giştî ya demokratîk kir ku li hemberî rewşa heyî bêdeng nemînin û got, “Em bang li hikûmetê dikin ku nebin şirîkê hewldanên sucên veşartinê. Tişta ku li Semra Guzel hat kirin em qet qebûl nakin. Eşkere ye ku siyaseta zext û tirsandinê ya li dijî siyasetmedarên jin û bi taybetî jinên têkoşer ên kurd her tim berdewam bûye.”
 
EM Ê VÊ TÊKOŞÎNÊ HEYA DAWIYÊ BI DOMÎNIN
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de jinan gelek caran li çepikan dan, dirûşmên "Bijî Berxwedan a Jinan" berz kirin û bertek nîşanî rewşê dan. Pişt re Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û diyar kir ku tevî bêhiqûqiyan jî serê wan bilind û rûyê me spî ye û got, “Ji ber ku em têkoşîneke mafdar didin domandin, me çok nedanî û em danaynin. Em ê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin”
 
SEMRA GÛZEL VÎNA GEL E
 
Endamên Meclisa Jinan a HDP'a ya Colemêrgê û gelek welatî beşdarî daxuyaniya Meclisa Jinan a HDP'ê ya li ber avahiya HDP'ê ya Colemêrgê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Humeyra Armût daxuyanî da û diyar kir ku “Binçavkirin û girtina parlamentera jin li hemberî hemû hêzên mûxalîf û gel tirs dayîn e. Em wan muameleyên li hember Semra Guzel, ji Aysel Tûglûk, Ayşe Gokhan, Leyla Guven, gelek jinên kedkar û hevşaredarên hatine hilbijartin û qeyûm tayînî şûna wan kirine, dizanin. Semra Guzel nûnera gel e. Ev vîna jinê ye.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Semra Guzel rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana Jinan" bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

09/09/2022
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e