ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin

  • rojane
  • 14:24 27 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA/ HATAY -  Şaxa ÎHD’a Hatayê û Şaxa OHD’a Rihayê bertek nîşanî binçavkirina Seroka Konseya Navendê ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci da û li dijî binpêkirinan, banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi sedema axaftinên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser mala Fînanci de girtin û binçav kirin. Fîncanci ku ji Stenbolê anîn Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, di derengiya saetên êvarê de îfade da û îro di danê sibehê de sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê, piştî îfadeya ku 4 saetan domiya, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (OHD) a Rihayê bertek nîşanî binçavkirina Fîncanci dan û daxuyanî dan. 
 
Şaxa ÎHD’a Hatayê li avahiya komeleyê daxuyanî da û hevserokê komeleyê Mursel Tonguç Salmanoglû xwest ku Fîncanci di zûtirin demê de were berdan. Her wiha Salmanoglû xwest ku zextên li ser TTB’ê jî bi dawî bibin û banga piştevaniya bi Fîncanci re li raya giştî kir. 
 
Her wiha Şaxa OHD’a Rihayê jî têkildarî binçavkirina rojnamegeran, Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û hedefgirtina endama OHD’a Îzmîrê Parêzer Aryen Tûran ku ji ber axaftina xwe ya di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de hedef hatibû nîşandan, daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî piştgirî dan. Daxuyanî ji hêla Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Meslîscan Guneş hat xwendin. 
 
Guneş, êrişa li dijî parêzer Aryen Tûran a ji ber dirûşma “jin, jiyan, azadî” bi bîr xist û wiha got: “Bi qetilkirina Jîna Emînî re hemû dinyayê ev dirûşm berz kir. Tu cudahiya zîhniyeta ku tehemûla vê dirûşmê nake ji zîhniyeta rejîma Îranê nîne. Ev zîhniyet dê di sergoya tarî ya dîrokê de winda bibe. Di heman demê de 11 rojnameger bi awayekî hovane hatin binçavkirin, ji pişt ve hatin kelemçekirin, heqaret lê hatin kirin, bi darê zorê serên wan hatin tewandin û rastî miameleyek dermirovî hatin. Xebatên rojnamegeriyê sûc nînin û nabin mijara darizandinê. Lewma divê kedkarên çapemeniyê di zûtirin demê de bên berdan.” 
 
‘DIVÊ FÎNCANCI WERE BERDAN’
 
Bi domdarî Guneş balkişand ser binçavkirina Fîncancî û got ku ji ber gotinên wê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatiye binçavkirin. Guneş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mamoste Şebnemê tevahiya jiyana xwe bo parastina tenduristiya gel derbas kiriye û parastvana mafan e. Axaftinên wê di çarçoveya xalên peymanên navneteweyî de ne ku Tirkiye jî îmze kiriye. Em li vir dîsa radigihînin ku bi parêzerên OHD’ê, TTB, mamosta Şebnem û rojnamegerên binçavkirî re ne. Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî binpêkirinên mafan mezintir bikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku têkoşînê mezintir bikin.” 
 

Sernavên din

27/10/2022
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin