Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye

  • rojane
  • 09:11 4 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan der heqê “darbeya siyasî” a 4 Mijdarê de axivî: “Bi vê darbeyê, hevserokên me û parlementerên me jî di nav de bi hezaran kurd hatin girtin. Lê dîsa jî polîtîkayên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser neketin."
 
Di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an de desthilatî ji dest AKP'ê çûbû. Piştî vê di 20'ê gulana 2016'an de parêzbendiya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat betalkirin. Di 4'ê Mijdara 2016'an de jî Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenter hatibûn binçavkirin. Di ser vê êrişa ku wekî "Darbeya Siyasî ya 4'ê Mijdarê" tê binavkirin de 6 sal derbas bûn. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan "Darbeya Siyasî ya 4'ê Mijdarê" nirxand. 
 
Zeyyat Ceylan
 
‘AKP JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DAWÎ LI PÊVAJOYÊ ANÎ'
 
Ceylan, di destpêkê de bal kişand ser pêvajoya 2013’an û ev tişt gotin: “Ev pêvajo ji aliyê birêz Ocalan ve hat destpêkirin û ev pêvajo ji bo gelê kurd û tirk pir giring bû. Ji bo aştî, demokrasî û demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke mezin da çêkirin. Ev pêvajo 2 salan berdewam kir. Di wan her du salan de gelê tirk û kurd xwedî li vê pêvajoyê derketin. AKP'ê dît ku bi demokrasî û çareseriyê zeîf dibe, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, berjewendiyên xwe yên partî û berjewendiyên xwe yên teng ev pêvajo qedand. Mutabaqata Dolmabahçeyê înkar kir û ev pêvajoya dest pê kiribû hêdî hêdî xirabû. Li hemberî kurdan şerekî qirêj dan destpêkirin. Girêdayî vê darbeya siyasî li hemberî siyaseta demokratik û tevahiya kurdan pêk anîn û di 4'ê mijdarê de hevserokên me yên giştî jî di nav de parlamenterên me hatin girtin."
 
‘TECRÎDÊ BI XWE RE ŞER ANÎ’
 
Bi domdarî Ceylan bilêv kir ku piştî bidawîkirina "pêvajoya çareseriyê" li hemberî kurdan şer hatiye destpêkirin û wiha domand: "Li hemberi siyaseta demokratik, li hemberi saziyan û civaka demokratik şer dan destpêkirin. Ev li ser civakê ferz kirin û ji wê rojê heya niha polîtîkayeke faşîzan li ser siyaseta kurdan tê ferzkirin. Di encama van polîtîkayan de bi hezaran însanên me jiyana xwe dest dan.  Bi 10 hezaran siyasetmedarên me hatin girtin. Tecrîda li ser birêz Ocalan dijwartir kirin. Ev tecrîd bi xwe re şer anî û ev şer li civakê ferz kirin. Heya îro du caran qeyûm tayinî şarederiyên me kirin.”
 
‘AKP-MHP TÊK ÇÛ'
 
Di berdewamê de Ceylan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Civakê pir zehmetî kişand. Lê dîsa jî ew bi ser neketin. Zilm, êriş  bêsînor bûn. Lê di heman wextê de têkoşîna kurdan û siyaseta kurdan ji bêsînor bû. Em bi ser jî ketin. AKP û MHP çi qas propaganda xwe dikin bila bikin, çi qas bêjin me ew tasfiye kirine bila bibêjin, lê yê ku tasfiye bûn ew in û yê ku bi têkçûyînê re rû bir û mane jî ew in. Yên ku li ser pêyên xwe em in. Ev 6 sal in erişên wan, zext û zordariya wan bi ser neketiye. Yên bi ser ketine gelê kurd e û siyaseta demokratîk e. Ji aliyê wan ve eriş berdewam e. Li hemberî vê jî berxwedaneke mezin heye.”
 
‘BI ÊRIŞAN Û ÎNKARKIRINÊ ÇARESER NABE’
 
Ceylan anî ziman ku bi salan e pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer nehatiye çareserkirin û wiha derbirî: "Em dibêjin pirsgirêka kurd bi erîşan, bi înkarê nayê çareserkirin. Îro înkarkirina kurdan nayê vê wateyê ku te ev mesele çareser kiriye. Tu siyaseta demokrat înkar bikî, nayê wê wateyê ku te siyaseta demokratîk qedandiye. Ev siyaseta şaş, ev siyaseta qeyûmtiyê civakê aniye kîjan astê. Ev, aştiya civakê, aboriya civakê têk birin. Cezayê vê jî civak dikişîne. Siyaset di nava krîzeke mezin de ye. Dewlet li hundir jî û li derve jî di nava krîzê de ye. Li derve şer, li hundir şer heye. Burokrasiya dewletê û siyaset hatiye asta dawiyê. Ev, talûkeyeke mezin e. Lê em ê şerê wan teşhîr bikin. Divê em siyaseta wan êrişkar a li hemberî kurdan teşhîr bikin. Heya îro me çawa li zindanan, li derve li ber xwe daye û em hatine vê merheleyê, ji îro bi şûn de jî em ê li ber xwe bidin. Zehmetî û zordarî çi dibe bila bibe, bedêl jî çi dibe bila bibe, ji bo aştiyek birûmet, ji bo azadiyê, em ê têkoşînê  mezintir û xurttir bikin, da ku faşîzim têk biçe. Em dizanin ku bê têkoşîn, bê zehmetî ne gangaz e ku faşîzim têk biçe. Zilma herî mezin li hemberî partiya me tê meşandin. Ji bo ku felsefeya me, rêya me rast e em ji bo civakê, ji bo mirovahiyê, aştiyeke birûmet têdikoşin. Têkoşîna me yê tecrîdê bişikîne û deriyê zindanan jî bide vekirin. Em dikarin van êrişên li ser me têk bibin.”
 
Ceylan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartina 2023'yan û wiha axivî: “Em ê tifaqa xwe xurt bikin û li dijî AKP-MHP'ê bi ser bikevin. Çi dibe bila bibe sala 2022-2023'yan wê bibe serkeftina hezên demokrasiyê û aştîxwazan û wê bibe têkçûyina îtifaqa AKP-MHP'ê.” 
 
‘HDP DENGÊ RASTÎ  Û HEQÎQETÊ YE’
 
Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Doza girtina HDP'ê û doza Kobanê li dijî partiya me wekî tehdîdê bi kar tînin û siyaseta xwe jî li gorî vê didin meşandin. Helbet HDP dengê rastî û heqîqetê ye. Civak jî vê heqîqetê dibînê û ji ber vê xwedî lê derdikeve. Li Tirkiyeyê me Tifaqa Ked û  Azadiyê ava kir. Ev tifaq her diçe xurtir dibe. Tifaqa me tifaqa têkoşîne ye, ne tenê tifaqa hilbijartinê ye. Li Kurdistanê jî em dê tifaqên xwe xurttir bikin. Hem Tifaqa Kurdistanî hem jî ya Tirkiyeyê li HDP digihîje hev. Em jî di wê bîr û baweriyê de ne ku ew tifaq dê hêza HDP'ê û demokrasiyê xurttir bike. Hem desthilat hem jî tifaqa muxalefetê vê hêza me dibînin. Ji ber vê yekê jî dixwazin bi siyaseta xwe ya teng tifaqa me jî bitengijînin, lê her diçe HDP jî û tifaqa me jî xurtir dibe. Ji ber ku civak jî hêviya jiyaneke azad di HDP'ê de dibîne. Ji bo pêvajoya hilbijartinê em vê dibêjin; siyaseta ku rakirina tecrîde qebûl neke, bi dawîkirina zilm û zora li ser zindanan qebûl neke, pirsgirêka kurd û rêbazen çareseriyê qebûl neke tiştekî ku em bi hev re bikin jî nîn e. Pîvana me navenda me ya giştî bi dehan caran aniye zimaê. Deklarasyona me ya Enqereyê hê jî di meriyetê de ye. HDP hem di pêvajoya hilbijartinê de diyarker e hem jî wê di parlamentoyê de bibe diyarker. Ji ber wê mecbûr in ku HDP'ê bibînin û dê bibînin jî.”
 
MA/Mehmet Guleş

Sernavên din

07/11/2022
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e