Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn

  • rojane
  • 10:02 4 Mijdar 2022
  • |
img
Omer Fîdan *
 
AMED -  Encamên 9'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatibûn aşkerekirin. Merasîma xelat dayîna pêşbirkê wê sibê li Amedê were lidarxistin. 
 
Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ev 9 sal in li ser navê helbestvanê nemir Arjen Arî pêşbirka helbestan li dar dixin û xelatan didin. Arjen Ariyê ku di dilê kurdîhez û wêjehezan de çiyayekî bêhempa bû 10 sal beriya niha, di 30’ê cotmeha 2012’an de koça dawîn kiribû. Bi pêşengiya malbata wî, wek kevneşopiyekê, berpirs û nûnerên saziyên sîvîl, weşanxaneyên kurd, nivîskar, xwîner û hezkiriyên Arjen Arî wek her sal, îsal jî di 10’emîn salvegera wefata wî de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gel hev. Piştî ku axaftinên der barê wî de, bîranînên bi wî re hatin parvekirin, li ser vexwendina malbatê, kesên ku hatibûn goristanê, çûn mala Arjen Arî û li wir bi hev re xwarin xwarin.
 
Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî di bîranîna Arjen Arî de daxuyand û diyar kir ku dê di 05'ê mijdara 2022’yan de, roja şemiyê, xelatên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî bidin xwediyên wan. Wek ku berê hatibû daxuyandin û encam hatibûn eşkerekirin, îsal xelata yekemîniyê ya pêşbirka helbestan a Arjen Arî dê ji bo Bahadîn Akhan bê dayîn û her wiha xelata rûmetê jî dê ji bo Ragip Zarakolu bê dayîn. Îsal Hamid Omerî, Hatîce Kiliç, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle û Nejla Arî di lijneya nirxandina berheman de bûn, ango di juriya vê pêşbirkê de bûn. Di encama nirxandinan de juriyê biryar da ku xelata yekemîniyê bidin helbestvan Bahadîn Akhan.
 
Her wiha wek her sal, îsal jî dê xelata rûmetê bê dayîn. Lijneya amadekar a vê merasîmê biryar daye ku xelata rûmetê ya îsal, ji ber xebatên wî yên sûdewer ên ji bo gelê kurd, bide Ragip Zarakolû. Wek ku tê zanîn di salên borî de ev xelat dîsa bi heman sedemê, ji bo xebatên wan ên sûdewer ji bo Şebnem Korur Fîncanci, Kadîr Înanir û Konseya Navendî ya TTB’yê jî hatibû dayîn. Şebnem Korur Fîncanciya ku niha ji ber daxuyaniyên xwe yên der barê gaza kîmyewî ya ku di şer de hatî bikaranîn de hatî dîlgirtin ji ber xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan, Kadîr Înanir ji bo piştgiriya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê û Konseya Navendî ya TTB’yê jî ji bo sekna xwe ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê ev xelat wergirtibûn. Xelata Ragip Zarakolu dê ji aliyê kurê wî Denîz Zarakolû ve bê wergirtin.
 
Gelek sazî û dezgehên ku bi ziman û wêjeyê re eleqedar in û sazî û dezgehên nivîskaran ji bo vê merasîmê hatine vexwendin. Her wiha, berhema Bahadîn Akhan a ku hêjayî xelata yekemîniyê hatiye dîtin, ji aliyê Weşanên Sor ve hatî çapkirin û cara pêşîn dê di vê merasîmê de bê belavkirin. Merasîm dê di 5’ê mijdara 2022’yan de li Eywana Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê bê lidarxistin.
 
Arjen Arî kî ye?
 
Di sala 1956’an de li herêma Omeriyan, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979’an de Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê, Beşa Zimanê Tirkî kuta kiriye. Di sala 1976’an de li Nisêbînê, ji ber belavkirina belavokekê hatiye girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser helbestên wî yên bi kurdî û tirkî. Piştî hefteyekê ew hat berdan lê “helbestên wî heta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de di hepsê de ne.” Cara pêşîn helbesta wî di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hatiye belavkirin de weşiyaye. Piştî ku di sala 1992’yan li Nisêbînê, li ber mala xwe rûberî êrîşeke çekdarî bûye, hatiye Amedê û li vir bi cih bûye. Arjen Ariyê ku bi gelek helbest û berhemên xwe di dilê xwînerên kurdî de xwediyê cihekî girîng û taybet e, di 30’ê cotmeha sala 2012’an de, ji ber nexweşîna pençeşêrê, li Amedê jiyana xwe ji dest da.
 
Berhemên wî;
 
Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Aveseta, 1999
Ev Çiya Rûspî ne, Avesta, 2002
Destana Kawa, Elma, 2003, Destana Kawa (Kurdî/Tirkî), Evrensel, 2011
Eroûtîka, Lîs, 2006
Bakurê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakur, Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê, 2007
Şêrgele, Avesta, 2008
Çil Çarîn, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009
Bîhoka li Pişt Sînor, Avesta, 2010
Payîza Peyvê, Belkî, 2011
Kulîlkên Be’îvan, Ronahî, 2011
 
* Hevserokê Navenda PENa Kurd
 

Sernavên din

07/11/2022
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e