Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike

  • rojane
  • 09:11 28 Çile 2023
  • |
ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve bêyî biryara malbat û xwedekeran dersên hilbijartî li xwendekaran tê ferzkirin. Rêveberê Egitim-Senê Adnan Şenbayram got ku bêyî haya xwendekaran amadekirina forma dersên hilbijartî nayê qebûlkirin û got ku ew Egîtîm-Sen a Şirnexê, dê bi baro û ÎHD’ê re pêvajoyên hiqûqî bidin destpêkirin û li dijî vê tevbigerin.
 
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ji bo xwendekar dersên hilbijartî diyar bikin ji 16'ê Çileyê heta 10'ê Sibatê wext da xwendekaran. Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Hezex û Elkê Midûriyeta Perwerdehiyê ferman da dibistanan ku tenê dersên wekî "Quran, Jiyana Pêxember û Agahiyên Olî yên Bingehîn" li forma hilbijartina dersê bê zêdekirin. Li navend û navçeyên wê bi sedan malbatan serî li Egitim-Senê dan û ragihandin ku bêyî haya wan û zarokên wan ev form hatiye amadekirin û ev ders tê hilbijartin. Hat diyarkirin ku rêvebirên dibistanan ê ku li dijî vê derketine jî ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve ev li wan hatiye ferzkirin. Der barê mijarê de rêveberê Egitim-Sena Şaxa Şirnexê Adnan Şenbayram ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
DI FORMA DERSÊN HILBIJARTÎ DE TENÊ 3 DERS HENE
 
Şenbayram da zanîn ku di dersên hilbijartî de divê şarezayiya xwendekaran li ber çavan bê girtin û wiha got: “Dersên hilbijartî yên polên 6, 7, 8’emîn û ên lîseyê polên 9, 10 û 11’an, di navbera 16’ê Çileyê û 10’ê Sibatê de berdewam dikin. Me Egîtîm-Sen berê jî gelek caran bang kiribû. Bi taybetî li ser çawaniya hilbijartina dersa hilbijartî. Li gorî nêrîna me li Tirkiyeyê di hilbijartina dersên hilbijartî de divê ders li ser bingeha perwerdeya zanistî, laîk û zimanê dayikê bên hilbijartin. Lê belê, heke dersên hilbijartî bi vî rengî werin hilbijartin ev dê di warê civakî, zanistî û laîk de hişmendiyeke nû ya ciddî di jiyana kesane de xwe bide der. Lê di demên dawî de bi taybetî li Şirnexê û navçeyên wê midûriyeta perwerdehiyê li ser hemû  dibistanan ferz kiriye ku tenê hin ders bên hilbijartin.”
 
'BEYÎ HAYA XWENDEKARAN JI MALBATAN RE ŞANDINE'
 
Şenbayram anî ziman ku li bajêr û navçeyên wê Midûriyeta Perwerdehiyê hilbijartina hin dersan li rêveberên dibistanan ferz dike û got: “Em Egîtîm-Sen, me berê ev yekê ferq nekir. Malbatên me yên ji Cizîr, Hezex, Silopiya û Elkê li me geriyan û ev rewş ragihandin. Malbatan ji me re got, 'bêyî ku hewcedariyên xwendekarên me li ber çavan bigirin, ji aliyê rêveberiya dibistanê ve hin formên dersên hilbijartî hatine amadekirin û di van forman de tenê 3 ders hene. Û ev 3 ders derî vîna xwendekaran hatine nîşankirin û tenê ji me tê xwestin ku vê formê îmze bikin.' Ev form ji malbatan re hatiye şandin. Malbatên ku bi me re têkilî danîn gotin ku ev yek li gorî hewcedariya xwendekaran nehatiye diyarkirin û ew qebûl nakin. Di lêkolînan de ku me kirin em hîn bûn ku ev yek ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve hatiye ferzkirin. Her çi qas ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve  nivîseke fermî nehatibe şandin jî, ji bo hilbijartina 3 dersên taybet jî zextên cidî li rêveberiyên dibistanan tên kirin. Gelek rêveberên dibistanan jî serî li me dan û gotin, 'Divê em ferzkirina Midûriyeta Perwerdehiyê pêk bînin, ger em wan pêk neynin, em ê bi wan re rû bi rû bimînin.' Me ji rêveberên dibistanê re got, 'ev yek sûc e, nebin şirîkê vî sûcî. Hewce nake ku em bibin hevparê vî sûcî.'"
 
'EM Ê PÊVAJOYA HIQÛQÎ BIDIN DESTPÊKIRIN'
 
Adnan Şenbayram diyar kir ku xwendekar di hilbijartina dersan de xwedî îradeyeke azad in û wiha got: “Hewl didin xwendekaran bi vî awayî ji perwerdehiya laîk û perwerdehiya zanistî dûr bixin. Em Egitim-Sen dibêjin; Ji bo perwerdehiya nûjen, divê xwendekar bixwe biryarê bide ka kîjan dersê hilbijêre. Şagirtek dibe ku dixwaze wêneyan xêz bike, yan Quran û yan jî zimanê zikmakî... Divê xwendekar tevî malbatên xwe biryara vê yekê bidin. Bila ew hilbijêre ku kîjan ders hewcedariyên wî bicîh tîne. Ger wiha berdewam bike em Egitim-Sen a Şaxa Şirnexê, em ê bi baro û ÎHD’ê re dest bi pêvajoyên hiqûqî bikin û ji bo vê bixebitin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

11/02/2023
20:31 Hejmara kesên di erdhejê de mirin gihîşt 22 hezar û 327'an
20:26 Li Apartmana Sozelê hê jî 11 kes di bin kavilan de ne
20:02 Ji bo keya bi helîkopterê xizmeta xisûsî!
19:53 Muteahîdê Rezîdansa Ronesansê ya di erdhejê de hilweşiya hat girtin
19:50 Wezaret: Di erdhejê de 7 hezar û 584 avahî hilweşiyane û 12 hezar û 617 avahî jî xesar dîtine
19:40 Kiliçdaroglû: Tişta ku Amedê kiriye gere em karibin li seranserê Tirkiyeyê jî bikin
19:12 Li Amedê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn
18:33 Li Colemêrgê seferberiya erdhejê didome
18:25 Konteynerên karsazan ên ji bo Elbîstanê hatibûn stendin hatin desteserkirin
18:17 Şaredara AKP'î dîmenên kesê ku dewletê dipesinîne û erdhejê wekî 'çarenûsê' pênase dike belav kir
17:55 16 sêrtiyên ku li Hatay û Mereşê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:44 Erdogan: Hejmara miriyan gihîşt 21 hezar û 848'an
17:39 Tê gotin ku alîkariyên radestî AFAD'ê tên kirin tên firotin
17:17 Li Amedê der barê 29 kesan de biryara binçavkirinê
17:11 Du girtî piştî 30 salan hatin berdan
16:57 ‘Ji ber hilweşîna saziyên tenduristiyê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan’
16:44 Şandeya HDP’ê li Islehiyê ye: Her ku derengmayînek rê li ber windahiyên nû vedike
16:38 Bûldan û Kiliçdaroglû li Amedê ne: Îktîdar di bin kavilan de ma
16:34 Îrema 6 salî ji bin kavilan hate derxistin
16:18 Xelkê Semsûrê bi dilxwazan re birînên xwe dipêçin
16:18 Mexdûrên erdhejê: Heke dewlet ji navberê derkeve dê gel hev bigire û rabe ser pêyan
16:11 Rûniştina F: Têkildarî girtîgehên li herêma erdhejê agahiyan bidin
16:03 Zanîngeh heta havînê ketin betlanê
15:49 Pisporê erdhejê yê japonî: Li Tirkiyeyê ji ber ku avahî ne li gorî rêziknameyê ne hildiweşin
15:46 ÎHD: Armanca OHAL’ê bisînorkirina qada civaka sivîl û partiyên siyasî ye
15:26 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî yên li Rihayê 8 kes hatin binçavkirin
15:21 Odeya Bijîşkan a Edeneyê: Li bajar derdora 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:16 Bila rakirina xebatên kavilan bên sekinandin: Yakparetiya bedena mirovan xera dikin
15:13 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû
14:55 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 21 hezar û 43 kesan
14:51 Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
14:38 Biryarnameya OHAL’ê: Doz hatin taloqkirin
14:15 TTB: Di erdhejê de 30 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Dayikên Şemiyê: Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e
13:58 Birînên erdhejê bi piştevaniyê tên pêçandin
13:58 Deriyê sînor ê Tirkiye-Ermenistan ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin
13:37 Çapemeniya hewzê cih da ‘sozên Erdogan’
13:20 Ji gundên Semsûrê banga lezgîn: Gur cenazeyên qurbaniyan dixwin
13:15 Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 350 girtî hatin sewqkirin
12:57 CÎSST: Erdhejê bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan kiriye
12:31 Kamyona ku alîkarî dibir Hatayê qeza kir
12:18 Keça Oneren di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da
12:08 Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e!
11:55 Li Amedê hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesan
11:54 ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê
11:41 Li Semsûrê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne: Em cenazeyên xwe dixwazin
11:36 Waliyê ku bi gel keniya bû piştî sê rojan sersaxî xwest
11:36 Komeleyên Mereşê yên li Ewropa: Em xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajar û gundên xwe ava bikin
11:34 Ji bo du rojan dê li Amedê gaza xwezayî bê kêmkirin
11:18 Şêniyên Taxa Xoltoyê: Ji bilî endamên AKP’ê alîkariyê nadin tu kesî
11:10 'Em ê pêdiviyên banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyan bi cih bînin'
11:08 Li Sulumagarayê ku xeta fayê lê derbas dibe daxwaza ‘kon û sobeyan’
11:08 Di bin kavilan de qerisîn û canê xwe ji dest dan: Me hawar kir lê kes nehat alîkariyê
10:44 ‘Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye’
10:37 HDP’ê li serdozgeriyê giliyê BTK’ê kir
10:29 Li Êlihê ruhê seferberiyê: KHK’î li qadê ne
10:09 Paylan: Cenaze bêyî werin tomarkirin tên veşartin
10:05 Parlamenterên HDP’ê: Li gundên Meletiyê xelk di rewşek şerpeze de ye
10:05 Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê
10:02 Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin
09:48 Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ
09:33 Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:19 Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin