Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin

  • rojane
  • 10:02 11 Sibat 2023
  • |
img
RIHA - Kesên ku li Sûriyeya komplo lê hat kirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kirin wiha gotin: “Ew ne tenê rêberê me ye, rêberê hemû gelên bindest e. Fikrên wî komplo şikandin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hate derxistin di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tên ragirtin. Ocalan, ji wê dîrokê û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ji 25’ê adara 2021’an û vir ve agahî jê nayên girtin. 
 
Komploya ku bi ser re 24 sal derbas bûn negihişt armanca xwe. Li dijî vê fikrên ku Ocalan pêş xistî, îlham da gelên Rojhilata Navîn gu veguheriye gola xwînê. Kurd û dostên wan li Sûriyeya ku starta komployê hate dayîn dijîn li ser fikrên Ocalan tevgeriyan û jiyaneke nû avakirin.  Şopên ku Ocalan li vir hiştin, piştî şerê navxweyî yê di sala 2011’an de derket berbiçavtir bû. Kurd û dostên wan li dijî rejîmê û hêzên paramîlîter ên li dijî rejîmê di ‘Rêya Sêyemîn’ de pêş ve çûn. Kurd û dostên wan ên xweseriya xwe ya cewherî îlan kirin, DAIŞ’a ku bû belaya serê hemû mirovahiyê têk bir. 
 
Welatiyên ku dema Ocalan li Sûriyeyê bû firsend dîtin ew nas kirin, diyar kirin ku komploya kete sala 25’emîn nekarî ji fikrên Ocalan ên danîn holê re bibin asteng. 
 
DEMA ZAROK BÛ EW NAS KIRIN
 
Vahîde Seyîd Ahmed a 57 salî jî yek ji wan kesên ku Ocalan nas kirî ye. Ahmed, di temenên zarok de Ocalan nas kir. Ahmed, da zanîn ku dema Ocalan di sala 1979’an de derbasî Kobanê bû ew naskirî ye û wiha got: “Dema dewletên navneteweyî Serokatî girtin û radestî Tirkiyeyê kirin fikirîn ku wê fikrên wî yên azadiyê jî tune bibin. Lê fikra wî ya azadiyê, bîrdoziya wî hêj mezintir bû. Bi vî awayî komplo hate têkbirin.”
 
‘HETA KU BI AWAYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BIBE…’
 
Ahmed, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan tenê bi awayekî fîzîkî tê girtin û wiha berdewam kir: “Fikir û felsefeya wî azad e. Nikarin wan bigirin. Ev komplo bi felsefeya wî hatibû şikandin. Em jî dê her tim bi vê felsefeye jiyana xwe bidomînin. Wê tu deman vîna me neheje. Serok Apo, ne tenê rêberê me ye, rêberê hemû gelên bindest e. Divê hemû jin li dora komplo û tecrîda li dijî serokatiyê bibin xelek. Divê em tecrîda girankirî a li dijî Serokatî hilweşînin. Heta ku Serokatiya me bi awayekî fîzîkî azad nebe em ê têbikoşin.”
 
‘SEROKÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ’
 
Endamê Meclîsa Malbatên Şêhîdan a Kobanê Şêx Ahmed Hemo yê di gulana 1995’an de li Sûriyeyê Abdullah Ocalan nas kir, hev nasîna xwe wiha vegot: “Di pêvajoya ku Serokatî li Rojhilata Navîn bû min firset dît kup ê re hevdîtinê bikim. Ev ji bo min xewnek bû û pêk hat. Min di 17’ê gulana 1995’an de Serokatî dît. Em çûbûn malekê, pişt re serokatî hate wir. Di nava kelecan û mereqê de li benda wan bûm. Piştî demekê bi cilên xwe yên sivîl û rihên xwe yên piçekê dirêjbûyî hat. Ew serokê têkoşîna azadiyê ye. Ew ji bo azadî û wekheviya civakan têdikoşiya. Ji bo min dîtina wî şansekî gelek mezin bû.”
 
Hemo, bi lêv kir ku derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê û dû re anîna wî ya li Tirkiyeyê ya di 15’ê Sibatê de weke “Ji bo dîroka mirovahiyê lekeyeke reş” penase kir û ev tişt gotin: “Bi hevkariya dewletên navnetewî ku di dagirkirina Kurdistanê de berjewendiyên wan ên hevpar hene Serokatî hate girtin. Ev dewlet, ji bo dîroka mirovahiyê lekeye reş hiştin. Qaşo saziyên mafên mirovan diparêzin hene. Wê demê divê peywîra ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Divê saziyeke weke CPT’yê ku ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê hatiye avakirin û hemû welatên Ewropayê zextan li Tirkiyeyê bike û azadiya fîzîkî ya Serok Apo pêk bînin.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

24/02/2023
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê