‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’

  • rojane
  • 09:55 13 Sibat 2023
  • |
img
RIHA - Nûnerê ÎMO’ya Rihayê Berat Mahsûn Kaya diyar kir ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, heta daxwaza xwediyên avahiyan nebe analîza avahiyan nake û got: “Ji ber ku saziyên fermî her tim analîzên teknîkî nakin îro em di vî halî de ne.”
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê sibatê de erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn bandor li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Riha jî yek ji van bajarên erdhej lê çêbûyî ye. Li Rihayê di encama erdhejê de, 304 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 hezar 423 kes birîndar bûn û 253 avahî jî edî nikarin bên bikaranîn. Piştî erdhejê ewlehî, îhmal û kontrola avahiyan ket rojevê. Nûnerê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) yê Rihayê Berat Mahsûn Kaya tekildarî mijarê nirxandin kir. 
 
‘DIVÊ PERFONMANSA AVAHIYAN A ERDHEJÊ BIHATA KIRIN’
 
Kaya, bi lêv kir ku wan jî li Rihayê xebatên tespîtkirina xesarên avahiyan kirine û di piraniya avahiyên kevin de xesar hene. Kaya, axaftina xwe wiha domand: “Her avahiyekê heta cihekî emrê wê heye, divê performansa avahiyan a erdheje weke sîstematîk bihata kirin. Avahiyên li taxa Bahçelîevler 50 salan zêdetirin hene. Divê analîza wan bê kirin. Piraniya van avahiyan edî emrê xwe temam kirine. Divê bi endezyaran ve tetkîkên van avahiyan bên kirin. Mirov dikare wisa bizane ku di erdhejeke din de wê ev avahî xesareke çawa bibînin.”
 
‘BI DAXWAZA XWEDIYÊN AVAHIYAN ANALÎZ TÊN KIRIN’
 
Kaya, destnîşan kir ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bi daxwaza xwediyên avahiyan analîza avahiyan dike û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku saziyên fermî analîza van avahiyan nekirine, em îro di vî halî de ne. Tedbîra herî girîng, tespîtkirina emrê avahiyan e. Lê mixabin tiştekî wisa li vî welatî tune ye. Heke ji berê ve tetkîka avahiyên ku hilweşiyane bihata kirin, ev avahî wê ji nû ve bihatina çêkirin. Lê mixabin ji ber ku analîzên wan ên teknîkî nayên kirin û li benda însafa xwediyên avahiyan tê sekinandin, ew avahî jî nayên analîz kirin û tedbîr nayên girtin.”
 
‘LI TIRKIYE MUTEHITÎ LI SER RANTÊ SAZ BÛYE’
 
Kaya, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo careke din ji rewşeke wisa re rû bi rû nemînin divê guh bidin personelên teknîkê û wiha got: “Divê li Tirkiyeyê mijara mutehitiyê ji nû ve bê sazkirin. Ji ber ku mutehitî li Tirkiyeyê weke madî û rantê tê dîtin. Divê mutehit bi personelên teknîkê, avahîsaz, înşeat û endezyaran re di nav hevkariyê de bin. Ji ber ku di çêkirina avahiyan de bi hev re nayê xebitandin pişt re di tesîsatên mekanîk de pirsgirêk derdikevin. Li ser vê gelek raporên me jî hene, ji van raporan re guh bê dayin.”
 
MA - Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

01/03/2023
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin