Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin

  • rojane
  • 10:26 26 Sibat 2023
  • |
MEREŞ - Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy diyar kir ku îktîdarê raporên zanistî paşguh kiriye û wiha got: “Bi rêya efûyên îmarê û muafiyetên bacê welêt ber bi hilweşînê ve birin. Divê yên ku ev rayeye dan û kesên qanûn derxistin jî bên darizandin.” 
 
Di encama erdhejên Mereşê de navçeya Elbistanê wêrane bû û li gorî daneyên fermî, di encama erdhejan de li navçeyê 924 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li hêlekê xebatên rakirina kavilan berdewam in û li hêla din jî ser xirbeyên derdixînin derveyî bajar jî polîs û leşker disekinin. Heta niha jî pêdiviyên sereke yên mexdûrên erdhejê nehatine bicihanîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û endama Komîsyona Hawirdorê ya Meclisê Oya Ersoy, diyar kir ku raporên zanistî yên ku ev 22 sal in hatine pêşkeşkirin, ji hêla îktîdarê ve nehatiye pêşçavgirtin. 
 
‘GUH NEDAN RAPORÊN ZANISTÎ’
 
Ersoy, diyar kir ku tu planên AKP’ê yên beriya karesatê û piştî karesatê nebûn û wiha got: “Di serî de endezyarên jeolojiyê, gelek rêxistinan di sala 2022’yan de ji bo Mereş, Elbistan û Antakyayê raporên zanistî pêşkeşî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê kirin. Lê temamiya van raporan paşguh kirin. Endezyarên jeofîzîkê bi taybet jî ji partiya îktîdarê re ‘Qanûna Xeta Fayê’ şandin lê ev qanûn derneket. Bajar, li gorî rastiya erdhejê nehatin avakirin. Tekane tişta ku îktîdarê di van 22 salan de kirî; razemeniya înşaet, maedn û sektora înşaetê bû. Mitehit û şîrketên enerjî û madenê dewlemend kir.” 
 
‘KARESATA HERÎ MEZIN REJÎMA QESRÊ YE’
 
Bi domdarî Ersoy da zanîn ku HES, santralên nukleerê û maden li deverên nêzî xetên fayê hatine çêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke li van deveran xetên fayê bişikên, dê bi xwe re encamên pir giran bînin. Siyanûra li çiyayên Kazê xetere ye, HES û santrala termîkê ya li Afşînê xetere ne. Em dibînin bê ka ev xeteryeke çiqas mezin e. Heke tu ne li gorî aqil û zanistê lê li gorî berjewendiyên sermayeyê tevbigerî, dê bi encamên wiha re rû bi rû bimînî. Karesata herî mezin a vî welatî, rejîma qesrê ye. Erdogan dibêje ku avahiyên beriya salên 99’an hilweşiyane. Ev gotin, dereweke mezin e. Ji bo rêvebirina karesatê digotin; ‘em amade ne’ û li ser televîzyonan tetbîqet dikirin. Me di nava 3 hefteyan pir baş fêm kir bê ka ev kiriyarên wan çiqas vala ne.” 
 
‘BILA BERPIRSYAR BÊN DARIZANDIN’ 
 
Ersoy, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdarê, bacên erdhejê veguherand ‘Baca Ragihandina Taybet.’ Îktîdarê bi rêya efûyên îmarê yên li pey hev û bi muafiyeta bacê re ferasteke hewînê ya li ser bingeha rantê pêş xist. Tekane berpirsyarên vê wêraniyê, rejîma yekzilamî ye. AKP’ê tu carî ‘veguherîna bajar’ nekir. Em ê destûrê nedin ku ev îktîdare veguherîneke li ser bingeha xerakirina çanda bajar û rantê ava bike. Vê îktîdarê di nava 22 salan de welêt ber bi hilweşînê ve bir. Êdî em nikarin yek deqeyê jî tehemûla wê bikin. Li 10 bajarên welêt bi qasî 2 rojan li kolanan tenê qêrînên gel hebûn. Heke îktîdarê dengê wan nebihîstibe, wê demê nikare ji bo erdhejê tu tiştekî bike. Ne dikare pereyên hatine berhevkirin xerc bike û ne jî înşaetên nû. Ji ber ku tiştên kirin, di heman demê de temînata tiştên ku dê bikin in. Em bajarên ku dê dîsa bihilweşin naxwazin. Ji kesên raye dayîn heta kesên qanûn derxistin, ji mitehitan heta her kesên berpirsyariya wan di vê wêraniyê de heye, divê tevek bên darizandin.” 
 
MA / Yusra Batihan

Sernavên din

26/02/2023
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin