Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim

img
SEMSÛR – Ji mexdûrên erdhejê Yûsûf Akgul ku nêzî 50 xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî xemsariya dewletê û desthilatê da û got: “Heke alîkarî zû bihata belkî xizmên min nemirana. Niha jî serokkomar dibêje 'heqê xwe helal bikin'. Ez heqê xwe helal nakim!”
 
Li Semsûr ku yek ji bajarên gelekî bandor ji erdhejên Mereşê girtin, heta niha li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku piştî erdhejê heta çend rojan mudaxileyî Semsûrê nehat kirin, gelek kesên sax ên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku alîkarî nehatibû kirin semsrûî ber bi avahiya Walitiyê Semsûrê ve meşiyabûn. Serokkomarê AKP’î Erdogan jî çend roj berê li Semsûrê daxuyanî da û di daxuyaniyê de got ku ew dereng çûne Semsûrê, ji ber vê me xwest semsûrî heqê xwe lê helal bikin. 
 
Mexdûrê erdhejê Yûsûf Akgul ku em li konebajarê Koordînasyona Kirîzê ya Semsûrê pê re axivîn diyar kir ku nêzî 50 xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Akgul da zanîn ku xizmên wî ji ber ku alîkarî nehatiye kirin jiyana xwe ji dest dane û got ku ew heqê xwe helal nake. 
 
‘AVAHIYA ME HAT XWARÊ’
 
Akgul anî ziman ku şeva erdhejê wan gelek zehmetî kişandiye û wiha qala wê rojê kir: “Ev ne erdhej bû, karesatek bû. Dema erdhej qewimî em bi pêxwas derketin der, bi derketina derve em çi bibînin avahî hatine xwar û hawar û qêrîna mirovan e. Ceyran çû, telefon nexebitîn. Baran dibarî me nedizanî em ê çi bikin. Avahiya me bi dikanê ve hat xwar. Ji bin kavilan dengê mirovan dihat. Em çûn alîkariye, lê tiştek ji destê me nedihat. Me nikaribû mirovan ji bin kavilan derxe. Nezî 50’î meriv û xizmên min di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘HEKE ALÎKARÎ ZÛ BIHATA KIRIN EW QAS CENAZE DERNEDIKETIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Akgul bi lêv kir ku heke alîkarî zû bihata kirin ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedida û wiha dirêjî da axaftina xwe: “2 roj û 2 şevan em di bin baranê de bûn, me tu kesek nedît, me tu saziyên dewletê li vir nedîtin. Piştî 15 rojan jî cenazeyên me ji bin kavilan derxistin. Bavê ewlad, ewlad jî bav nedît. Heke zû mudaxile bihata kirin me ew qas zehmetî nedikişand û ew qas cenaze dernediketin. Em li ser kavilan disekinîn, mirovan li ber çavên me jiyana xwe ji dest dan. Me ew qas mirov li ber çavên xwe windakirin. Dinya li ser me tarî bû. Barê me giran e, êşa me mezin e. Em nikarin ji bin vî barî derkevin.”
 
‘EZ  HEQÊ XWE HELAL NAKIM’
 
Akgul bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan ku gotibû "Bila semsûrî heqê xwe li me helal bikin" û wiha bertek nîşan da: “Zor e ku mirov heqê xwe helal bikin. Ez ê çawa heqê xwe helal bikim? Ev ne ew heq e ku bê helalkirin. Ez heqê xwe helal nakim. Her tim dibêje heqê xwe helal bikin, lê êdî derbas bû. Piştî ew qas mirov jiyana xwe ji dest dan bi helalkirinê tu kes êdî venagere. Cenazeyên me çend rojan di bin kavilan de bûn. Malbat hebûn ku bi tevahî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Hê jî kon kêm in. Me rezaleteke mezin dît, ne av ne xwarin ne tuwalet tiştek tune bû. Niha jî ne konteyner ne kon... Nêviyê mirovan hê jî li derve ne.”
 
‘GELÊ ME ALÎKARIYA ME KIR’
 
Akgul bal kişand ser heqê kirêya xaniyan jî û got: “Mexdûrên erdhejê ku diçin cihekî din, heqê kirê 2 qatan zêde dibe. Tevî vê yekê jî kirêyan zêde dikin, ka wijdan.” Akgul, anî ziman ku gel, partî û saziyên sivîl alîkariya wan kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji Mûş, Merdîn, Şirnax û Amed hemû kes li vir bûn, wan alîkariya me kir û wan cenazeyên me rakirin. Cenaze bê kefen dikirin mezel. Alîkariya hat kirin jî ji aliyê mirovên welatê me hat kirin, ji derve ji me re tiştek nehat. Partî, saziyên demokrat û gelê me yê welatparêz ên ji Amed, Şirnexê alîkariya me kirin. Em anîn li van konan bi cih kirin.” 
 
MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargût

Sernavên din

19/03/2023
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû
16:27 Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan
16:15 Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin
16:11 Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin
15:56 ‘Dê ev Newroz bibe dawiya texrîbata pergala faşîst’
15:50 ‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’
15:33 ‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’
15:23 Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe
15:13 Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist
15:04 Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan
14:52 Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin
14:44 Li Newroza Qoserê peyama azadiyê Ocalan: Tecrîdê rakin
14:30 Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:24 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve
14:12 Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin
14:09 Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn
13:55 Li Hatayê bekçiyan tundî li mexdûrên erdhejê kir
13:46 Sibê wê li Antalyayê agirê Newrozê bê pêxistin
13:15 Kujêrê malbata Şenyaşar li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da
12:55 Ji partiyên Kurdistanî peyama Newrozê: Em bi ruhê yekitiya neteweyî qadan tije bikin
12:03 Li Semsûrê avahiya 3 qatî ya bixesar xwe bi xwe hilweşiya
11:54 Li Serhedê amadekariyên Newrozê temam bûn
11:40 Derbarê Pûtîn de biryara girtinê hate dayîn
11:31 Li Geverê mirinek bi guman
11:30 Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand
11:17 Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê axir û dinyaya wan wêran bibe
11:16 Ji bo Newroza Mêrsînê bang kirin: Werin em serhildana xwe bikin yek
10:44 Li Êlihê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn: Em li qada Newrozê hesab bixwazin
10:27 Qoser ji Newrozê re amade ye: Em qesra Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin
10:26 Qeymeqamtiyê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar
10:09 Parêzer Dînç: Divê CPT demildest rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bike
09:57 Qada Yenîkapiyê ji bo agirê Newrozê amade ye
09:30 Nexweşxaneya Elkê tevî rapora “Ji erdhêjê re ne qayime” jî nayê valakirin
09:21 Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:02 Onlîk ê ji konebajar hat derxistin: Piştî erdhejê, lehiyê li me da!
09:01 Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin
09:01 'Girtîgeha Amedê divê bibe muzeya hevrûbûnê'
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'YAN
17/03/2023
20:20 Rêveberiya Xweser: Em ê bi ruhê Newrozê civaka xwe rizgar bikin
19:51 Ciwanan li Wanê agirê Newrozê gur kir
19:47 Li Cizîrê ji bo Newrozê belavok hatin belavkirin
19:43 Kiliçdaroglû hevdîtin bi Turkan Elçiyê re kir
17:40 QSD: 9 şervanên me di qezaya helîkopterê de şehîd bûn
17:36 Rojnamevanên ku li Rihayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:34 Li Şirnexê 12 herêm hatin qedexekirin
16:54 Bûldanê li Rihayê serdana welatiyên ku bandor ji lehiyê girtin û malbat Şenyaşarê kir
16:53 Ji bo Newroza Wanê banga tevlibûnê hate kirin