Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya xwe ya alîkariyê berfireh dike

img
ÎZMÎR - Mûrat Vargun, Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê ku kampanyaya xwe ya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê didomîne, got ku dê ji bo avakirina bajarê ji konteyneran, selihandina xaniyên xesardîtî û malbata xwişk û bira bixebitin. 
 
Erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn, bandor li 11 bajaran kirin. Di erdhejan de nêzî 50 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran mirov birîndar bûn. Ji her çar aliyê cîhanê ji bo bajarên ku ji ber erdhejê serobino bûne kampanyayaên piştevaniyê didomin. Heyva Sor a Kurdistanê jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Heyva Sor a Kurdistanê ku alîkariya lezgîn şandin herêmên erdhejê, alîkariyên ku berhev kirine ji herêmên erdhejê re dişîne. dağıtıyor.  
 
ALÎKARIYA MADΠ
 
Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Mûrat Vargun, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ku piştî erdhejên Mereşê dane destpêkirin axivî. Vargun bilêv kir ku navenda kampnayaya wan bakurê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiye ye û got ku di vî warî de alîkariyên madî berhev dikin. Vargun da zanîn ku ew û saziyên li Ewropayê bi hevkarî dixebitin û got: "Heya niha me milyon û 800 hezar euro alîkarî şandiye. Me milyon û 500 hezar euro ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û 300 hezar euro jî ji Rojava û Sûriyeyê re şand. Ev alîkarî gihîştin herêmên erdhejê.
 
PIŞTEVANÎ
 
Vargun diyar kir ku li bajarên Bakur komîsyonên wan û li Rojavayê jî komeleyên wan hene û wiha domand: "Me li Bakur ewilî cihên mayinê û zexîre peyde kirin. Ev xebata me hê jî didome. Piraniya mexdûrên herêmê çûne herêmên cuda. Hevalên me ji bo ên çûne herêmên cuda jî dixebitin. Li van deran lazmatiyên wan ên sereke peyde dikin. Em jî li Ewropayê kampanyaya xwe ya alîkariyê didomînin. Em alîkariyên tên ji herêmên erdhejê re dişînin. Dê alîkarî bidomin. Ya çêbû karesateke gelekî mezin e û birîneke ku dê bi salan bidome. Mirov ancax piştî demeke dûr ûd irêj vegerin jiyana xwe ya berê. Lewma xebatên me jî ji bo demeke dûr û dirêj in." 
 
ALÎKARIYA JI BO SÛRIYEYÊ
 
Bi domdarî Vargun destnîşan kir ku ewilî lazmatiyên sereke peyde kirine û ev tişt anî ziman: "Pêdivî tim diguherin. Em jî li gor vê hereket dikin. Li Sûriyeyê bi taybetî Efrîn û Heleb hilweşiyan. Me roja ewil TIR'ên alîkariyê şandin vir, lê ji aliyê dagirkeran ve hatin astengkirin. Lewma me jî ji bêgavî berê xwe dan hin herêmên din. Niha xebatên me yên ji bo mirovên ji Şehba, Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hatine didomin. Her wiha xebatên me yên ji bo dermankirian birîndaran jî didome." 
 
KAMPANYA
 
Di berdewamê de Vargun bal kişand ser polîtîkayên koçberkirinê yên dewletê jî û got ku ev ne tiştekî nû ye. Vargun destnîşan kir ku ji bo ku erdhej  nebe munasebeta vî tiştî dê xebatine me yên cuda jî hebin û wiha domand: "Bi taybetî li bajarên elewî û kurdan dê mirov bên koçberkirin. Lewma ji bo jinûveavakirinê em ê xebatên wekî akirina bajarê ji konteyneran, selihandina xaniyên xesardîtî û malbata xwişk û bira bikin. Kampanyaya malbata xwişk û bira, dê bi vî awayî be; ji Ewropayê malbatek dê 2-3 salan alîakriya madî ya malbatekê bike. Niha xebatên me yên ji bo vê didomin. Em dizanin xebtaên em kêm in û dê nikaribin vê birînin bicebirînin. Lê qet nebe ji bo detspêkê, jib o peydekirina lazmatiyên lezgîn girîng e. Ji bo mirov terka axa xwe nekin, divê em projeyên mayinde çêbikin." 
 
BANGA JI BO PIŞTEVANIYÊ
 
Vargun bilêv kir ku tenê ne ji Ewropayê ji çar aliyên cîhanê piştgiriya kampanyaya wan tê kirin û bang li hemû kesên hestiyar û xweîd wijdan kir ku alîkariya xwe bidomînin. 
 
Hesabên ji bo alîkariyê ev in: 
 
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf
 
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
 
www.paypal.me/heyvasorakurdistane
 
FRANSA
 
Association Humanitaire Soleil Rouge – RojaSor
Tel: +33 (0) 180 89 42 67
E-mail: contact@rojasorfrance.com
CIC TROYES HOTEL DE VILLE
IBAN: FR7630087335000002074770150
BIC/ SWIFT: CMCIFRPP
www.rojasorfrance.com
 
SWÎSRE
 
Kurdistan Roter Halbmond Schweiz (Croissant Rouge du Kurdistan Suisse)
Rue des Savoises 15, 1205 Genève
Banque Cantonale Vaudoise (Kantonalbank)
Konto N°: 10-725-4
IBAN: CH62 0076 7000 L543 3416 5
BIC/SWIFT: BCVLCH2LXXX
 
www.heyvasor.ch
 
HOLLANDA
 
Stichting Koerdische Rode Halve Maan (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fokkerstraat 539 Links, 3125 BD Schiedam
Email: info@stichtingkrhm.nl
www.stichtingkrhm.nl
 
SWÊD
 
Insamlingsstiftelsen Kurdiska Röda Solen
(Roja Sor a Kurdistanê)
Ankdammsgaten 33, 171 67 Solna
Tel.: +46 (08)-27 36 85
Email: info@rodasolen.se
Org nr. 802481-5782
SWISH:123 40 138 68
BANK GIRO: 5589-7672
IBAN: SE04 5000 0000 0537 4106 6753
BIC: ESSESESS
www.rodasolen.se
 
AWUSTURYA
 
Roja Sor a Kurdistanê
Brünner Straße 130-134/3/8, 1210 Wien
Tel: 00 43 (0) 676 9126884
BAWAG
IBAN: AT751400003010314274
BIC : BAWAATWW
Konto No: 030 103 14 274
BLZ : 14 000
 
rojasor-osterreich.org
 
ÎNGÎLTERE
 
Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU
E-mail:heyvasorakurdistane2012@gmail.com
Registered Charity No: 10 93 741
Company No: 42 85 714
The Co-operative Bank
Bank Sort code: 089299
Bank Account No: 65863091
IBAN: GB55 CPBK 0892 9965 8630 91
BIC: CPBK GB22
 
www.heyvasoruk.org/
 
NORWEÇ
 
Kurdiske Røde Halvmåne Norge (Heyva Sor a Kurdistanê)
Hausmanns gate 6 0186 Oslo / Norge
Tel: 0047 98 46 33 28
Organisasjonsnummer: 009124. 84734
VIPPS: 21957
DNB BANK ASA OSLO
Account/Hesap/Konto No: 1503 40 52953
IBAN: NO 15 1503 4052 953
BIC/ SWIFT: DNBANOKKXXX
 
ÎTALYA
 
Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia ETS (Heyva Sor a Kurdistanê)
Via Forte dei Cavalleggeri,53 Livorno
Banca Etica
IBAN: IT53 R050 1802 8000 0001 6990 236
BIC/ SWIFT: ETICIT22XXX
www.mezzalunarossakurdistan.org
 
BELÇÎKA
 
ASBL Croissant Rouge du Kurdistan-
Koerdische Rode Halve Maan VZW (Heyva Sor a Kurdistanê)
Gospertstr. 78
4700 Eupen
Tlf:0032 (0) 470 94 64 19
Numéro d’entreprise:465 073 725
BNP PARIBAS FORTIS
IBAN: BE04 0013 2448 9631
BIC/SWIFT : GEBABEBB
 
www.koerdischerodehalvemaan.be
 
JAPONYA
 
Kurdistan Red Moon – Heyva Sor a Kurdistanê 
Saitama ken kawaguchi shi shiba shinmachi 8-22 Sanko build 501
Tlf: +81 90 2149 9979
JP BANK
Konto Nr:10100 – 56545271
https://www.facebook.com/Heyva.Sor
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

14/03/2023
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin