‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê diyar kir ku bi Komkujiya Helebceyê qira kurdan hat mebestkirin û wiha got: “mebest ew bû ku qira gelê kurd bê anîn bi wesîleya salvegera Qetlîama Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi boneya 35’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); KCK’ê diyar kir ku rejîma Sedam Huseyîn bi komkujiyê armanca kir ku qira gelê kurd bîne. 
 
Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî Komkujiya Helebceyê wiha ye: “Em Komkujiya Helebceyê ya ku yek ji mezintirîn komkujiya dîroka mirovahiyê ye, di salvegera wê ya 35’emîn de careke din şermezar dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Kesên ku di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane şehîdên Kurdistanê û gelê kurd in. Gelê Kurdistanê wê Helebce û bi hezaran kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane tu carî ji bîr nake. Em careke din di şexsê kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza serkeftin û serfiraziyê ya ji şehîdan re dubare dikin.
 
KOMKUJÎ DI ÇARÇOVEYA QIRKIRINÊ DE HATE KIRIN
 
Komkujiya Helebceyê komkujiyeke wisa ye ku di çarçoveya plana qirkirina kurdan de hatiye kirin. Di destpêka sedsala 20’emîn de hêzên emperyalîst û dewletên mêtinger ên qirker li hev kirin û Kurdistan parçe kirin. Kurdistan bi Peymana Lozanê ya ku em ê têkevin 100 saliya wê de hat parçekirin û gelê kurd xistin nava pêvajoya înkar û îmhayê. Di vê sedsalê de hêzên mêtinger ên qirker li Kurdistanê bi dehan komkujî kirin û bi sed hezaran kurd hatin qetilkirin. Ziman, nasname û hebûna kurdan hate înkarkirin. Komkujiya Helebceyê ya ku di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş e, yek ji van komkujiyan e. Komkujiya Helebceyê di çarçoveya plana tunekirina kurdan de ya ku jê re Enfal jî tê gotin, hat kirin.
 
Li Helebceyê ji aliyê rejîma Sedam Hisên çekên kîmyewî hatin bikaranîn, bi hezaran mirov xeniqîn û şewitîn. Wekî qetlîamên Dêrsim, Zîlan û yên din ên kurdan de, dîmenên Komkujiya Helebceyê yên ku dilê mirovan dişewitîne, hene. Ev dîmenên komkujiya li ser gelê kurd diyar dike ku zilma li ser gelê kurd çiqasî kûr e.
 
KOMKUJÎ LI PÊŞ ÇAVÊN DINYAYÊ HATE KIRIN
 
Ligel ku Komkujiya Helebceyê li ber çavên dinyayê pêk hat jî tu kesî îtîraz nekir û bertek nîşan neda. Hêzên modernîteya kapîtalîst li ser berjewendiyan têkilî bi hêzên qirker re danîn û ji ber vê li hemberî komkujiyên li ser kurdan bêdeng mane. Jixwe hêzên mêtinger û qirker xwe spartine hêzên modernîteya kapîtalîst û bi saya piştgiriya wan înkar û qirkirina li ser kurdan domandine. Ev bêhelwestiya hêzên modernîteya kapîtalîst a li hemberî polîtîkayên qirkirin û qetlîamên kurdan îro jî didome. Tevî ku tê zanîn dewleta tirk a qirker û mêtinger çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi kar anî lê hemû dewlet bi taybetî DYA û dewletên Ewropayê bêdeng in û ligel vê rewşê her cureyên têkiliyê bi dewleta tirk re datînin.
 
GELÊ KURDISTANÊ ÎRO JÎ DI BIN GEFA QIRKIRINÊ DE YE
 
Dewletên dinyayê ne tenê li hemberî çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, li hemberî dagirkirina Rojava û başûrê Kurdistanê, êrişên li ser Şengal û Mexmûrê, bombebarana rojane ya li ser erdnîgariya Kurdistanê, guhertina demografiyê, girtina kurdan û talanê jî bêdeng in. Ev helwesta dewletan tê wateya desteka ji polîtîkayên qirkirina li ser kurdan. Gelê Kurdistanê îro jî di bin gefa qirkirinê de ye. Polîtîkayên qirkirin û komkujiya li ser kurdan îro jî didome. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi encamstendina li ser qirkirina kurdan dixwaze hebûna kurdan bi temamî ji holê rake. Di çarçoveya qirkirina li ser kurdan de li dijî gerîlayên ku Kurdistanê diparêze û ji bo azadiya gelê kurd têdikoşe, her roj çekên kîmyewî tê bikaranîn, başûrê Kurdistanê tê dagirkirin, tê xwestin ku Şoreşa Rojava were tesfiyekirin, her roj li ser Şengal û Mexmûrê êriş tên kirin, li ku derê kurdên welatparêz hebin dibin hedef û tên qetilkirin.
 
BILA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ NEDIN POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ
 
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi temamkirina qirkirina kurdan re bikeve sala 100’emîn a Peymana Lozanê. Hewcehiyê pê nabîne ku vê yekê veşêre, vî tiştî diparêze û bi eşkere îfade dike. Lewma em nikarin bibêjin tola Komkujiya Helebçeyê hatiye hilanîn an jî dawî li polîtîkayên qetlîamê hatiye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê Komkujiya Helebceyê didomîne. Ji ber vê yekê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku qirkirina kurdan didomîne, bîranîn û fêmkirina Komkujiya Helepçeyê wê rasttir û watedartir be. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan bi desteka dewletan dijî û bi vê piştgiriyê dide qirkirina ser kurdan. Di salvegera Komkujiya Helebceyê de em careke din bang li hemû dewlet û hêzan dikin ku piştgiriyê nedin polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li ser dijminatî û qirkirina li ser kurdan.
 
Divê tu kes piştgiriyê nede AKP-MHP’ê ku xwedî zîhniyeta dagirker a li dijî kurdan e. Di nava kurdan de yên ku bi AKP-MHP’ê re dikevin nava têkiliyên hevkariyê hene. Ev tê vê wateyê ku kesên têkiliyê bi AKP û MHP’ê re datînin, bi Komkujiya Helepçeyê ne. Tu wateyeke din tune.  Gelê kurd bi vî rengî dizane û wisa dinirxîne. Li hemberî AKP-MHP’ê ya ku li dijî kurdan e, tenê tiştek heye ku kurd dikarin bike; têkoşîna li dijî AKP-MHP'ê.
 
GELÊ KURD BI YEKITIYÊ DIKARE PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BIGIRE
 
Gelê Kurdistanê bi xurtkirina yekitiya xwe û bilindkirina têkoşîna azadiyê dikare li hemberî komkujiyan be û polîtîkaya komkujiyê pûç bike. Di Salvegera 35’emîn a Komkujiya Helebçeyê de tişta herî watedar û rast ew e ku li dijî xeta hevkar û teslîmiyetê û ji bo yekitiya netewî ya gelê kurd xebat were kirin. Divê hemû welatparêzên Kurdistanê bi vê hişmendî û armancê tevbigerin.
 
Wek tê zanîn di 6’ê Sibata 2023’yan de li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê erdhejeke mezin çêbû. Di erdhejê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Heta niha gelê me di nava hevgirtineke mezin de ye. Pêwîst e ev hevgirtin zêdetir pêş bikeve û bidome. Gelên li herêma erdhejê hê jî pêdiviyan wan bi stargeh, cil û berg û xwarin û bi piştgiriyê heye. Heta ku ev pêwîstî hebe û heta avakirina qadên erdhejê bi dawî bibe divê gelê me hevgirtina xwe pêş bixe û bidomîne.”

Sernavên din

15/03/2023
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!