Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin

HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi minasebeta çilrojiya qurbaniyên Erdhejê li Hatayê axivî û got: “Heke em jiyana nû ava bikin wê demê em neçarin ji berpirsiyarên felaketê hesab bixwazin.”
 
HDP û pêkhateyên xwe li bajarê Hatayê ku tê gotin ji 20 hezarî zêdetir mirov ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane bi minasebeta çilrojiya qurbaniyan bernameya bîranînê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nacî Sonmez, Tulay Hatîmogûllari, endama MYK’a HDP'ê Elîf Bûlût û parlamentera HDP'ê Oya Ersoy, endamê MYK’a Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok beşdarî bernameyê bûn û ewilî serdana Turbeya Xizir a li navçeya Samandagê kirin. 
 
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li vir daxuyanî da û wiha axivî: 
 
“Îro çilrojiya qurbaniyên erdhejê ye. Em ji bo hemû qurbaniyên xwe li vir in. Bila ruhê qurbanyan şad bibe. Em ji bo bîranîn û rêzgirtina wan li vir in. Em dibêjin xwedê hemû qurbaniyên me bi rehma xwe şad bike. 
 
ÎKTIDAR BERPIRSIYARÊ SEREKE YÊ VÊ HILWEŞANDINÊ YE 
 
Tenê ne felaketa erdhejê hat serê gelê me. Felaket tenê ne li bin erdê çêdibe. Di heman demê li ser rûyê erdê felaketa mezin îktidarê çêkir. Polîtîkayên şaş û tevdîrnegirtinên îktidarê rê li ber felaketên mezintir vekir. Heke îktidarê di heman kêliyê de tevdîr bigirta û mudaxile bikira wê ewqas qurbaniyên me çênebûna. Îktidar berpirsiyarê sereke yê vê felaketa hilweşînê ye. 
 
BACA ERDHEJÊ PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRAN KIRIN 
 
Xebatên têr û tije nehatin kirin û tişta pêwîst nekirin. 38 milyar dolar ji bo tevdîra erdhejê bac hat berhevkirin, lê ev pere ji bo erdhejê nehat bikaranîn. Îktidarê bacên erdhejê ji bo alîgirên xwe pêşkêş kir. Îktidarê xelkê terkî mirinê û qedera wan kir. 
 
PIŞTEVANIYÊ XELKÊ LI SER LINGAN GIRT 
 
Em dotira rojê ya erdhejê li Hatayê bûn. Ev der bêxwedî hatibû hiştin. Xelkê me bi tenê hatibû hiştin. Me bi piştevanî û torên civakî hewl da piştevaniya gelê xwe bikin û me bi piştevaniya berfireh hişt ku xelk li ser linga bimîne û birînên wan pêça. 
 
EM Ê JIYANÊ JI NÛ VE AVA BIKIN 
 
Îktidarê ji bo avakirian bajaran demildest îhaleyan da destpêkirin. Erdhej ji ber polîtîkayên rantê veguherî felaketa bi destê mirovan. Niha em bi zîhniyeta îktidarek ku vê felakete wek rantê li dijî me bikar tîne re rûbirû ne. Lê em ê jiyana nû û bajarvaniya nû ava bikin. Em ê jiyana nû ava bikin û vê pergala riziyayî ya kevn bişînin. Em neçarin ku vê pergale kevnare biqewirînin. Piştevaniyê nîşan da ku ev hêza me heye. Em ê bi hêza xwe ya yekgirtî vê pergalê biguherînin. 
 
EM Ê HESAB JI VÊ PERGALÊ BIPIRSIN 
 
Em neçarin ji ber rêzgirtina qurbaniyên xwe û êşa li pey wan maye berpirsiyariya xwe bicih bînin. Lewma em neçar in ku jiyanek nû ava bikin. Heke em ê vê jiyana nû ava bikin, divê em ji berpirsyarên vê felaketê hesab bipirsin. Em berpirsiyarin ku hesabê qurbaniyên xwe û gelê xwe ji vî îktidarê bipirsin.”
 

Sernavên din

17/03/2023
16:54 Bûldanê li Rihayê serdana welatiyên ku bandor ji lehiyê girtin û malbat Şenyaşarê kir
16:53 Ji bo Newroza Wanê banga tevlibûnê hate kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 18 kesan
16:36 Agirê Newrozê wê li 39 navendan were vêxistin
16:21 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Em soz didin wê hesabê bidin
16:12 Girtiyê nexweş ê rewşa wî xedar e dîsa hat girtin
15:23 Ji bo Newrozê bang li ciwanan hate kirin: Em ruhê serhildanê belav bikin
15:13 Li Dîlok û Mereşê bîranînên çilrojê
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn