Li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hate şewitandin

img
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Bolûyê di nava salekê de înfaza 12 girtiyan bi hincetên “Avê zêde bikartînin” , “Ji rêxistinê venaqetin” , “Ji bo poşmaniyê serî lê nedane” , “Tev li aktîvîteyên manewî nabin” 30 caran şewitandin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve înfaza girtiyan yek bi yek tê şewitandin. Li Girtîgeha Bolûyê di encama şewitandina înfazên ku di Adara 2022’yan dest pê kir de bi hincetên weke “Avê zêde bikartînin” , “Ji rêxistinê venaqetin” , “Ji bo poşmaniyê serî lê nedane” , “Tev li aktîvîteyên manewî nabin” înfaza 12 girtiyan gelek caran hate şewitandin. Înfaza girtiyan di nava meha Adarê de careke din hate şewitandin û berdana wan taloqî Hezîrana 2023’yan hate kirin. 
 
ÎNFAZÊN WAN GELEK CARAN HATIN ŞEWITANDIN
 
Di nava salekê de înfaza Erdal Tûncer 5 caran, ya Adnan Karakaş, Seyfettîn Bahar û Osman Aslan 3 caran, Nîzam Algunerhan, Fûat Guler, Ferît Orak, Abdulhamît Babat, Mehmet Zahar, Yahya Anik, Mûsa Şanak û Mehmet Înal jî 2 caran hate şewitandin. 
 
30 SAL IN GIRTÎ NE
 
Hate hînbûn ku gelek girtiyên înfaza wan hatine şewitandin 30 sal in girtî ne û Nîzam Algunerhan û Ferît Orak jî di nav lîsteya girtiyên nexweş de ne. Hate diyarkirin ku Algunerhan ê 50 salî nexweşiyên şekrê, fitika stû û piştê û varîsa pêşketî pê re hene û nexweşiyên vertîgo, di rûviyan de kolit, ulsera mîde, astim û fitiqa piştê jî bi Orak re hene. 
 
‘BIRYARÊN ÎNFAZÊ JI BERÊ VE TÊN DAYÎN’
 
Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Stenbolê parêzer Îshak Demîrel ê bi rêk û pêk serdana Girtîgeha Bolûyê kir, anî ziman ku şewitandinên înfazê keyfî ne. 
 
Parêzer Demîrel, da zanîn ku Lijneya Çavdêriya Îdareyê biryara nirxandina “rewşa baş” bêyî bi girtiyan re hevdîtinê bikin digirin û bi sedemên pûç û vala înfaza wan tê şewitandin. Demîrel, destnîşan kir ku Lijneya Çavdêriya Îdareyê bi temamî di bin fermana dozgeriyê de dixebite, ji ber vê yekê biryarên berdanê nade û bi lêv kir ku di nava salekê de înfaza 12 girtiyan gelek caran bi awayekî keyfî hatiye şewitandin. 
 
SERLÊDAN BÊ ENCAM IN 
 
Demîrel, anî ziman ku înfaza 12 girtiyan di nava meha adarê de careke din hate şewitandin, berdana wan heta Hezîrana 2023’yan hate taloqkirin û ev tişt gotin: “Li dijî şewitandina înfazan me hem serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bolûyê hem jî saziya înfazê da. Lê dadgerê înfazê biryarên weke yên girtîgehê dide. Ji serlêdanên ku heta niha me kirin tu encam negirtin.”
 
BANGA BERDANÊ 
 
Pismamê girtiyê nexweş ê nivîskar û şewirmend Nîzam Algunerhan, Celal Algunerhan jî hefteya borî bi telefonê bi pismamê xwe re axivî. Algunerhan da zanîn ku ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye înfaza Algunerhan hatiye şewitandin. 
 
Celal Algunerhan, bertek nîşanî şewitandina 2’yemîn a pismamê xwe û taloqkirina 15’ê hezîranê da û wiha got: “Divê ev bêhiqûqî demildest bê bidawîkirin. Mirovên ku cezayê li wan hatiye birîn xelas bûne çima di girtîgehê de tên ragirtin. Divê raya giştî ya demokratîk û siyasî demildest mudaxileyî vê rewşê bike.”
 
 

Sernavên din

16/04/2023
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in
18:59 Karwana Partiya Çepên Kesk veguherî şahiyê
17:41 Partiya Çepên Kesk li Agiriyê serdana saziyên sivîl kir
16:51 Aras û Hûn xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin
16:40 Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan
16:28 Li Amed, Dêrsim û Hatayê xebatên hilbijartinê: 15’ê Gulanê wê kurd hilatina rojê pêşwazî bikin
16:26 Cerdevan û çawişê pispor ên tev li şer bûn hatin binçavkirin
16:19 Li Midyadê bertek nîşanî AKP’iyan hate dayîn
16:03 KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn
15:54 Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên!
15:53 Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn
15:22 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Marmarayê dest pê kir
15:01 Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
14:45 Doza Kobanê: Dê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyan bidome
14:20 Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin
13:53 Sancar: Em tên ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê bînin
13:42 Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
13:39 Serokwekîla Koma HDP’ê Beştaş hat emeliyatkirin
13:33 Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir
13:32 Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye
13:27 Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir
13:09 Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin
12:58 Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin