MHP’ê kujerê dozger Oz ê xebatên kontrgerîla lêkolîn dikir, kir namzet

  • rojane
  • 12:03 7 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - MHP’ê endamê Ocaxên Ulkuyan ê berê Îbrahîm Çîftçî yê Dozgerê Komarê Dogan Oz ê hewl dida xebatên kontrgerilayan derxîne holê kuştibû, kir namzetê parlamenteriyê. 
 
Bi ketina Tirkiyeyê ya NATO’yê re di 4’ê Nîsana 1952’yan de Desteya Tetkîkê Seferberiyê ku bi hevkariya serwîsa veşartî ya Amerîkayê ya CIA û NATO'yê di nava Serfermandariya Giştî de bi dizî hat avakirin, piştre veguherî Daîreya Şerê Taybet. Bi avakirina vê saziyê re li Tirkiyeyê darbe û komkujî qet kêm nebûn. Gelek kesên di nav darbeyên 27’ê Gulana 1960’an, 21’ê cotmeha 1961’an, 22’yê sibata 1962’yan û 12’ê Îlona 1980’yan hatin kirin de cih girtin, ji aliyê vê daîreyê ve hatin perwerdekirin û perwerdehiya kontrgerîla girtin. 
 
Di nava demê de derket holê ku kontgerilaya ku di binê gelek komkujî, kemîn, cînayetan de îmzeya wê heye Ergenekon e. Ergenekon, JÎTEM û gelek hêzên tarî ji destpêkê ve bi MHP’ê û gelek sazî û avaniyên sivîl ve di nava têkiliyê de bûn. Ev tora têkiliyê bi taybetî ji salên 1980’yan ve derket holê. Cînayeta yek ji xwendekarên Dibistana Mamosteyan a Bilind a Bazirganî û Tûrîzmê ya Enqereyê Leveng Ozyoruk a di 19’ê çileya 1978’an de, ev yek bi awayekî şênber derxist holê. 
 
MHP’Î ACIZ KIR
 
Cîgirê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Dogan Oz ê lêpirsîna têkildarî vê cînayetê didomand, piştî derket holê ku kesê Ozyoruk kuştiye, reviye Wargeha Xwendekaran a Sîteyê lêkolîn kûrtir kir. Dema hat ragihandin ku li yûrda ku biryara lêgerînê lê hatiye dayîn, gumanbar û amûrên sûc nehatine dîtin, Oz ji polîsan bawer nekir û beşdarî lêgerînekê bû. Di lêgerîna duyemîn a li yûrda xwendekaran de, ku di lêgerîna yekemîn de paqij derketibû, di dolaban de çek û kêrek hate dîtin. Lêgerîna Wargeha Sîteyê alîgirên Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û ulkucu aciz kirin. Rojan din jî parlamenterê MHP’ê yê Konyayê Îhsan Kabadayi ji kursuya Meclisê bi axaftina xwe Dogan Oz hedef nîşan da. 
 
 PIŞTÎ RAPORÊ 2 MEHAN HATE KUŞTIN 
 
Dozgerê ewil ê têkiliyên kontrgerîla lêkolînkirin Dogan Oz, derxist holê ku berpirsyar di nava dewletê de heta astên jor bi cih bûne. Di rapora ku têkildarî mijarê amade kir cih da têkiliyên Amerîka, CIA û kontrgerîla û armancên wan ên li Rojhilata Navîn. Oz di raporê de wiha gotibû: “Ev rêxistin dewletê li gor armanca xwe bikartînin û pêşdîtine ku hêzên dijminê demokrasiyê ne bikin desthilat. Di nava van hemû xebatan de hêzên leşkerî û sivîl hene. Kontgerîla girêdayî Daîreya Şer a Serfermandariya Giştî ye. Endamên MÎT’ê jî hene. Ev xebat hemû ji aliyê MHP’ê û qadroyên wê ve tên birêvebirin. Lê dozger Oz, piştî ev rapor amadekir 2 mehên din di 24’ê adara 1978’an de hate kuştin. 
 
JI ÎDAMÊ BER BI BERAETÊ VE 
 
Hate diyarkirin ku kesê Oz bi şeş guleyan kuştî endamê Ocaxên Ulkucuyan Îbrahîm Çîftçî ye. Çîftçî yê îtîraf kir ku Oz kuştî ye, di encama darizandinê de, di 3’yê tebaxa 1979’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Biryar hate dayîn ku ji ber rola wî ya di cinayetê de giliya parlamenterê MHP’ê yê Konyayê Îhsan Kabadayi, Sekreterê Giştî yê MHP’ê Nevzat Koseoglû û Yaşar Okûyan bê kirin. 
 
Tevî îfadeya 18 şahidan û cezayê darvekirinê jî dadgehê diyar kir ku ew nikarin xwe li ber Desteya Odeyan a Dadgeha Leşkerî rabigirin û ji ber vê yekê biryara beraatê da Çîftçî.
 
JI MHP’Ê BÛ BERNAMZET 
 
Çîftçî çawa ji Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê derket weke midur tayînî Sindoqa Alîkariya Civakî û Tenduristiyê ya Mamosteyên Dibistana Seretayî (ÎLKSAN) hatin kirin.  Endamtiya Desteya Îdare ya Giştî ya MHP’ê kir. Piştî ku hevkarê wî yê kar bi awayekî biguman hate kuştin dîsa hate binçavkirin. Di Kongreya MHP’ê ya di sala 1997’an de hate lidarxistin de ji bo serokatiya giştî bû namzet û bû endamê Desteya Rêveberiya Navendî. Çîftçî yê pişt re şîrketên ku sotemeniyê difiroşin daîreyên dewletê ava kirin, bû karsazekî ku dikeve îhaleyan. 
 
Çîftçî ji bo hilbijartinên dê di 14’ê gulanê de pêk bên ji MHP’ê ji rêza 4’emîn a Herêma 1’emîn a Enqereyê weke namzet hate nîşandan. 
 
KILAVÛZ JÎ NAMZET E 
 
Li aliyê din Parlamenterê MHP’ê yê Mêrsînê Olcay Kilavûz ku bi kuştina serokê berê yê Ulku Ocaklariyê Sînan Ateş hatibû rojevê jî ji bo serdema 28’emîn dîsa di lîsteya namzetên MHP'ê de cih girt. Kilavûz ji lîsteya MHP’ê ji rêza 4’an hate nîşandan. Kilavûz yek ji bersûcên girtî reveberê Navenda Giştî ya Ocaxên Ulkuyan ê berê Tolgahan Demîrbaş ê beriya kuştina Sînan Ateş ji parvekirina cihê wî û revandina tetîkkêş Eray Ozyagci tê sûcdarkirin, li mala xwe veşartibû. Derketibû holê ku girteka polîsan ku Demîrbaş li vê malê hatiye girtin, pişt re “winda bûye”.
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

09/04/2023
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê
17:03 OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin
16:59 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê dest ji Galatasarayê bernedin
16:42 Şandeya Iraqê ji bo êrişê lêkolîn bike li Silêmaniyê ye
16:30 Aydenîz: Em ê bi hêzeke xurt bikevin Meclisê, faşîzmê têk bibin
16:30 Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Başaran bê berdan
16:12 Li Şirnexê bi sedan kes kom bûn: Beyî Ocalan azadî nepêkan e
16:05 KCK'ê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir
15:52 Hat xwestin ku astengiya li pêşiya tedawiya girtiyê nexweş Bîngol bê rakirin
15:48 ‘Bi kîjan hişî girtiyê nexweşê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye’
15:22 Malbata Şenyaşar: Hikumeta ku qêrîna me ya edaletê nabihîze dê winda bike
15:00 Tifaqa Ked û Azadiyê li ser pisûlaya dengan di rêza 9’emîn de ye
14:50 Tifaqa Ked û Azadiyê: Gotin xelas dem dema çalakiyê ye
14:47 Xizmên Windayan çalakiya xwe domandin: Kujer li ku ne?
14:39 Partiya Çepên Kesk li Xelfetiyê buroya hilbijartinê vekir
14:27 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişê destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye
13:43 Agahî ji zarokê 13 salî ê di erdhejê de winda bû nayê girtin
13:32 Iraq dê têkildarî êrişa li Silêmaniyê komîsyonê ava bike
13:20 Li Dêrsimê agahî ji xebatkara şaredariyê nayê girtin
12:56 Dayikên Şemiyê ku çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
12:44 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê
12:34 Salih Muslim: Hilbijartin dê rasterast bandorê li Rojava bike
12:33 Mazlûm Ebdî: Piştgiriya YNK’ê ya bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
12:23 Li Wanê ‘Rojên Muzîkê yên Aryenê’ dest pê kirin
12:12 Di binçavan de îşkenceya lêgerîna tazî li zarok kirin?
11:46 Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin
11:40 Mezlûm Ebdî: Piştgiriya YNK'ê ya ji bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
11:27 Siyasetmedarên li başûr êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin
10:59 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji hilbijartinan bi serkeftinê derkevin
10:57 Çavê her kesî li ser hilbijartina Tirkiyeyê ye: Bang li hilbijêrên Ewropayê hat kirin
10:48 Hinceta şewitandina înfaza girtiyê 30 salan: Birayê wî serdana girtiyekî din kiriye
10:17 Gelo li Serhedê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bibe wê tesîrê çawa li encamê bike?
10:06 Cendermeyan êrişî nobeta li Mûglayê kirin
10:04 ATK: Lîmîta leza wesayîta qeymeqamê ku Mûhammed eciqand 2 qat zêde ye
09:58 Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake
09:45 QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in
09:38 Bavê ku înfaza keça wî 4 caran şewitandin: Bandora tecrîda li Îmraliyê ye
09:15 Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin
09:02 Parêzer Gultekîn: Betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an de dê tundiyê rewa bike
09:01 Dîmenên dema êrişa li avahiya HDP'ê nehatin temaşekirin: Hardîsk xera bûye!
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'YAN
07/04/2023
23:15 Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
22:34 Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên!
19:58 Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'
19:43 Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:33 Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin
19:24 Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da
17:35 Li Mêrdînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
16:28 Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
16:27 Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
16:08 Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê
15:56 Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin
15:46 Di du rojan de 41 êriş hatin kirin
15:33 Şenyaşar: Wê zilmkar hesab bidin