Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên

  • rojane
  • 16:38 13 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li Amed, Qers û Îdirê xebatên xwe bi leztir kirin û gotin: “Em ji bo jiyanek nû û rêya demokrasiyê vekin tên.” 
 
Partiyên Çepên Kesk li bakurê Kurdistanê di çarçoveya amadekariyên roja hilbijartinê de bênavber xebatên xwe bi berfirehî didomîne. Hemû kolan, cade û qad bûne cihê xebata Partiya Çepên Kesk a hilbijartinê û li her deverê dengê awaz û bayê wê tê. Namzetan li navçeya Sûra Amedê serdana dikandaran kirin, li Qersê buroya hilbijartinê vekir û li Îdirê serdana gundan kirin. 
 
QERS
 
Li Qersê namzetên Partiya Çepên Kesk hatin pêşwazîkirin. Namzet di ketina navçeya Qaxizmanê de hatin pêşwazîkirin û paşê bi meşê heta buroya hilbijartinê ya li taxa Kaleîçiyê hat lidarxistin. 
 
BO VEKIRINA RÊYA NÛ TÊN
 
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û destnîşan kir ku îdiaya wan li Qersê mezin e û got: “Ji bo em hesab ji AKP’ê bixwazin, em tên. Em ê hedê kesên ku îradeya gelê Qersê dizîn, gelê me feqîr kirin û dixwazin bi birçîbûnê gelê me edeb bikin, bidin wan. Ji bo em jiyanek nû ava bikin, rêya aştiyê û demokrasiyê vekin em tên.” 
 
‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’ 
 
Namzetê Parlamenteriyê yê Qersê Sertaç Çelîkkalelî jî anî ziman ku ji bo ew hesabê dayika Taybet, Ceylan Onkol û mamê Alî Boşnak bipirsin em ê biçin Meclisê.” 
 
Bername bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
AMED 
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de endam û rêveberên Rêxistina Partiya Çepên Kesk li navçeya Surê bi namzetên parlamenteriyê yên bajêr Bedran Ozturk, Mehmet Emîn Aktar, Serhat Eren û Mehmet Kamaç serdana dikandaran kirin û xelkê li kuçe û cadeyan silav kirin. 
 
Şandeya Partiya Çepên Kesk ji hêla dikandar û welatiyan ve bi dilgermî û bi coş hatin pêşwazîkirin. Şande dikan bi dikan geriya û beyannameya partiya xwe belav kirin. Kesên bi wesayitên xwe di ber namzetan de derbas dibûn bi qorne û bi îşaretên serkeftinê piştevaniya xwe nîşandan û belavokan ji destê namzetan girtin. 
 
Her wiha namzetan li pirsgirêkên dikandaran guhdarî kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkan wan soz dan. Dikandaran jî diyar kir ku ew piştevanê Partiya Çepên Kesk in. 
 
 ÎDIR
 
 Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber li bajarê Îdirê didomîne. Namzetên Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hûn û Aysel Aras û li gel xebatkarên navend û navçeyên xwe ve serdana gundên Miştalî, Elîcana Jêrîn, Serêkaniyê, Bêrî, Teraş, Kafirkoy yê bi ser navçeya Karakoyûnlû û gundê Hesenxanê yê bi ser navçeya Aralikê ve ku li qûntara Çiyayê Gilîdagê (Ararat) de ne kirin. Namzet ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzet, mal bi mal belavok belav kirin û xwe dan naskirin.
 
Namzet herî dawî li gundê Hesenxanê bi gel re civiyan û govend gerandin. Piştre namzetan gel silav kirin û bal kişandin ser giringiya hilbijartinên 14'ê Gulanê. Bernameya serdana gundan bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
ÇEWLIG
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Bongilanê ya Çewligê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Namzetên parlementeriyê Omer Farûk Hulakî, Farûk Aris û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bajêr Mihrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû û Hevserokên navçeyê Obeyît Ozer û Ayşe Kaya beşdar bûn. Di vekirina buroyê de gelek sazî dezgehên sivîl amade bûn.
 
Di vekirina buroyê de namzetê Partiya Çepên Kesk, Farûk Aris axivî. Aris, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kesên ku bi salane di zindanan de ne û bêhiqûqiya ku li ser gelê kurd tê meşandin û wiha got: "Em di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibin, gelek malbat di nava xizaniyê de ne û ciwan bêkar in, rewşa aboriyê gelek xirab e. Li dijî vê yekê em têdikoşin. Gelek tiştên me yên hevpar ên weke wekhevî, edalet, aşîtî û azadiyê hene. Bi piranî jî di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin de edalet tim tê binpêkirin. Bi salan e mafên girtiyên siyasî hertim tê binpêkirin, înfazên wan tên şewitandin û berdana wan tê astengkirin. Hevserokên me yên berê jî û yên niha jî gelek ji wan niha bi awayekî bê qanûnî û bê hiqûqî dîl girtine. Ew sekna wan û wêrekiya wan vîna me bi hêz dike û bûye sedema meşa vê riya ku em tê de dimeşin. Em tu carî natirsin heta ku edalet û demokrasî bê vî welatî em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
 

Sernavên din

14/04/2023
12:05 Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye
12:00 Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye