Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê

  • rojane
  • 09:02 19 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, diyar kir ku nûçevaniya wan wekî unsûreke "sûc" hatiye hesibandin û wiha bang kir: "Li dijî bêhiqûqîtiyên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin." 
 
Li Amedê di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Piştî 8 rojên di binçavan de 16 rojnamevan hatin girtin. Piştî girtina rojnamevanan bi 10 mehan îdianame hat amadekirin û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, têkildarî îdianameya ku der barê wan de hatiye amadekirin, bi rêya parêzerê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Daxuyaniya Altan bi vî awayî ye: “Wekî tê zanîn, 16 rojnamevanên ku tekane armanca wan ragihandina rastiyê bû, di 8'ê Hezîrana 2022'yan de bi operasyonekê hatin girtin. Piştî 10 mehan îdianameya me hat amadekirin. Em, ev qas roj bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de ne. Girtina me ji tecrîdekê wêdetir, veguherî cezakirinê. Û tevî hemû bangawaziyên me jî pêşî li vê bêhiqûqîtiyê nehat girtin. Îdianameya ku piştî ev qas mehan hat amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê, wekî ku bibêje 'bila 3 meh jî jikîsê min bin' roja danişînê wekî 11'ê tîrmehê diyar kir. Her wiha daxwaza me ya ji bo berdanê jî hat redkirin û ev bêhiqûqîtî bi israr hat domandin. Lê dîsa jî em amadekirina îdianameyê wekî tiştekî erênî dihesibînin. A rast me ji destpêkê ve diyar kiribû ku tu sûcekî me tune ye, karê ku em dikin bes rojnamevanî ye û rojnamevanî ne sûc e.
 
ÎDIANAME JÎ PIŞTRAST DIKE KU EM ROJNAMEVANIYÊ DIKIN
 
Ev rastî, bi îdianameyê re zelaltir bû. Em bi îdianameyeke ku bi temamî vikîvala û pûç re rû bi rû ne. Erê, îdianame hefsed û nizanim çend rûpel e, lê a rast meqama dozgeriyê tişta ku me nikaribû vebêje vegotiye û bi delîlên di îdianameyê de rojnamevaniya me piştrast kiriye. Piraniya dosyeyê li ser nûçeyên me, bernameyên me û nivîsên me ne. Ji gelek delîlên eşkere pêk tê. 
 
MAKÎNE JÎ WEKÎ SÛC HESIBANDINE
 
Nizanim tê bîra we yan na? Gava em hatin binçavkirin, Midûriyeta Polîsan wênegir, kamera, komputer û hard dîskên me wekî delîlên sûc ên bidestxistî li ber nivîsa 'Têkoşîna Li Dijî Terorê' raxistibûn û li ber çavê hemû cihanê rezîl bûbûn. Rast gotibûn; ew haletên me yên 'sûcan' bûn. Em rojnamevan bi kamera, wênegir, bi pênûs û komputeran sûc dikin. Em van sûcên xwe jî eşkere dikin. Ev sûc jî bi derfetên dewletê tên berhevkirin û taliyê vediguherin îdianameyê. 
 
Lê em dixwazin bê zanîn ku, ger li holê sûcek hebe, ew ne sûcê me ye, sûcê kesên ku bi mehan e em bi awayekî bêhiqûqî ji azadiyê bêpar hiştine bi xwe ye. Û ser vî sûcî bi operasyonên wiha komplogerî û îdianameyên pûç nayên girtin. Ez cardin dibêjim; em rojnamevan in. Heke rojnamevanî sûc be, em ê her tim vî sûcî bikin. Lewma ez cardin gazî meqamên têkildar dikim; em têra xwe hatin mexdûrkirin. Êdî dawî li vê bêhiqûqîtiyê bînin û rojek berî rojekê hevalên me yên rojnamvean, me berdin.
 
Bi vê boneyê ez careke din ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqîtiyê û ji bo piştevaniyê gazî hevpîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û raya giştî dikim. 
 
Bi hêviya ku em di 11'ê tîrmehê de hev bibînin..."
 

Sernavên din

21/04/2023
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir