Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê

  • rojane
  • 10:23 20 Nîsan 2023
  • |
 
STENBOL - Yek ji namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê ku piştî Komkujiya Sêwazê jiyana wê bi têkoşîneke bênavber derbas bû wiha got: “Pêdiviya me bi têkçûna rejîma serweriya zilam heye. Têkildarî vê em ê li Meclisê û kolanan bixebitin.”
 
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomîne. Di hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteriyê yên serdema 28’emîn de li Stenbola ku 98 parlamenter dê lê bên hilbijartin 10 milyon hilbijêr wê biçin ser sindoqan. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû ya ji herêma 3’yemîn a Stenbolê bê hilbijartin, têkildarî hilbijartinan û armancên xwe axivî. 
 
ŞOREŞGEREKE ELEWΠ
 
Otlû ya di sala 1973’yan de weke zarokeke malbateke elewî ji dayik bû, bi kevneşopiya berxwedêr a Pîr Sûltan Abdal mezin bû. Otlû, ya neçar ma ji ber nakokiya bi pergalê re nasnameya xwe ya elewîtiyê veşêre, di Komkujiya Sêwazê de gelek xizmên xwe winda kirin. Otlû, ya bi Komkujiya Sêwazê ya di 2’yê tîrmeha 1993’yan de têkoşîn nas kir wiha got: “Ji ber ku civaka elewiyan her tim di komkujiyan re hate derbas kirin em bi gotinên ku divê em nasnameya xwe veşêrin hatin mezinkirin. Di Komkujiya Sêwazê de gelek malên xizmên min ji ber Elewî bûn hate gulebarankirin û şewitandin. Min gelek xizmên xwe û gundiyên xwe di vê komkujiyê de winda kirin. Bi Komkujiya Sêwazê re min şoreşgerî nas kir.”
 
Otlû, diyar kir ku bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ya di 3’yê kanûna 1994’an de ji bo wê bû xaleke werçerxê û wiha berdewam kir: “Komkujiyên şoreşgeran ên li malan û serhildanên li Kurdistanê mezin bûn, berê min da şoreşger û sosyalîstan. Karê min ê destpêkê bi rojnameya Atilimê re di qada çapemeniyê de bû. Piştre min ji nava refên Ciwanên Azad xwe bi rêxistin kir û ji bo dengê daxwazên demokratîk ên xwendekaran bînim ziman, têkoşiyam.”
 
15 CARAN HATE BINÇAVKIRIN 6 CARAN HATE GIRTIN
 
Otlû, ya di dema xebatên ciwanan de cih digirt di çalakiyên 1’ê Gulanê û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de gelek caran caran hate binçavkirin, ewilî di sala 1995’an de di çalakiya Kampusa Beytepe ya Zanîngeha Hacetttepeyê de hate binçavkirin. Otlû ya bi îdiaya “endamtiya Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP)” hate girtin 10 salan di girtîgehê de ma. Otlû, anî ziman ku tecrûbeya wê ya ewil bû Girtîgeha Ûlûcanlarê û di sala 1999’an de sirgunî Girtîgeha Sakaryayê hate kirin, ji ber erdheja çêbûyî jî sirgunî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate kirin. 
 
Otlû, ya li Girtîgeha Gebzeyê şahidiniya berxwedan û komkujiyê kir jiyana xwe wiha vegot: “Piştî ku di sala 2004’an hatim berdan di sala 2006’an dîsa hatim girtin. Dîsa ji ber di sala 2012’an de tev li Newroza Kazliçeşme ya Stenbolê ya qedexe bûm hatim binçavkirin û girtin. Di sala 2013’an de ji ber tev li berxwedana Parka Geziyê ya Taksîmê bûm hatim girtin. Herî dawî dema di sala 2017’an de Seroka Giştî ya ESP’ê bûm hatim girtin û du sal û nîvan di girtîgehê de mam. 6 caran hatim girtin û 15 caran hatim binçavkirin. Dikarim bêjim jiyana min bê navber bitêkoşînê derbas bû.”
 
ÇIMA BÛ NAMZET?
 
Otlû, destnîşan kir ku divê herkesên ku azadî û wekheviyê dixwazin têbikoşin û bal kişand ku di hawîrdoreke ku navê jinê tê nîqaşkirin de dikevin hilbijartinê û sedemê namzetbûna xwe ya ji Partiya Çepên Kesk wiha vegot: “Ji bo têkbirina rejîma faşîst a rejîma AKP’ê û MHP’ê, di serî de çîna karkeran, daxwazên aştiyeke birûmet a gelê kurd bînin ziman, di serî de Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an a dest ji jinan hatine wergirtin, hemû destkeftiyên jinan biparêzin di bin banê Partiya Çepên Kesk de peywîr girt ser xwe. Em ê li dijî pergala zilam a serwer li cem têkoşînê bisekinin û daxwazên kesên têkoşîna ekolojiyê didin bînin ziman. Yek ji keseke ku ji çanda elewiyan pêk tê em ê hemû daxwazên tevgerên elewiyan bînin ziman. Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê.”
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ Û GIRTÎGEH 
 
Otlû, qala tiştên li girtîgehan diqewimin kir û wiha got: “Li ser vê axê tecrîdeke mezin heye. Li Îmraliyê tecrîdek heye û bi taybetî ji sala 1999’an ve tecrîdeke ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin heye. Bi taybetî bi pergala tecrîdê înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin, girtiyên nexweş nayên berdan, hevdîtin tên qedexekirin. Girtî ji ber nameyan ji hevalên xwe re dişînin înfazên wan tên şewitandin. Lê li aliyê din hûn lê dinerin kesên ji Hîzbûllahê tên darizandin tên berdan. Dîsa daxwazên tevgera azadiya kurd bi xwe hene. Elbet tenê birina Meclisê tê re nake, divê em bi gelan, bindestan re bên bahev û bikin. Ez bawer dikim ku em ê bi hev re qezenc bikin.”
 
‘DIVÊ HERKES BIBE SEFERBER’ 
 
Otlû, bi bîr xist ku ji hilbijartinan re demekî kurt maye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêdiviya me bi têkçûna pergala serweriya mêr heye. Ji ber vê bêyî westan, bê rawestan divê rêya xwe bidomînin. Divê em li her derî bidin û bêjin ‘tu jî tev li bibe’. Divê em gelek dixwazan bibînin. Pirsgirêkeke me ya peywîrdarên sindoqan heye. Divê em gelek muşahîtan bibînin. Divê ji niha ve muşahîtên me li komîteyên taxan, hilbijartinên navçeyan û komîsyonan navên xwe binivîsin û peywîrê bigirin. Banga me ya din jî li dost û hevalên me yên li Ewropayê ye; heke em bixwazin bi hev re qezenc bikin divê em bi hev re bixebitin. Ji ber vê yekê jî rêya me vekirî ye. Em ê ji 100’an zêdetir parlamenteran cihê xwe li Meclisê bigirin. Em ê bi biryartir û bihêztir peywîrê bigirin ser xwe.”
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

21/04/2023
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir