Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir

  • rojane
  • 11:52 21 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan got ku di mutalaaya Doza Kobanê de ewraqê nû li dosyayê hatine zêdekirin, mafê parastinê hatiye binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Dadgehê, ji bo pêvajoya hilbijartinê tişta jê dihat xwestin pêk anî.”
 
Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Danişîna dozê ya di 14’ê nîsanê bi nîqaşan derbas bû. Siyasetmedaran xwest ku têkildarî ewraqên nû yên li dosyayê hatine zêdekirin parastinê bikin. Lê şandeya dadgehê mafê axaftinê da dozger û xwest ku mutalaayê bixwîne. Li ser vê yekê jî siyasetmedaran, parêzeran û kesên ji bo şopandinê hatin eywan terikandin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan têkildarî danişîna dawî ku ji bo siyasetmedaran cezayê muebbeta giran tê xwestin axivî. 
 
PIŞTÎ MUTALAAYÊ JÎ ‘DELÎL’ TÊN AFIRANDIN
 
Ozdogan, got ku Doza Kobanê dozeke siyasî ye û ev tişt anî ziman: “Hewl didin îdianameyê piştre tije bikin. Beriya niha îxtîmala tehliyeya Demîrtaş û Yuksekdag hebû. Lê tavilê lêpirsîneke din vekirin û dîsa girtin. Anku, mudaxaleyeke siyasî heye. Di carekê de em ketin pêvajoya îdianameyê. Dadgehê piştre jî dest bi komkirina delîlan kir. Êdî ewqas ewraq lê hatin zêdekirin ku em jî nikarin bişopînin. Hikûmet û dadgehê bi hev re hewl didin li dijî miwekîlan delîlan biafirînin. Dema nedîtin jî serî li şahidên nepen didin. Dadgehê, ji bo peydakirina delîlan serî li her rêbazeke derhiqûqî da. Lê dîsa jî nekarin tişta dixwestin çêbikin. Mafê miwekîlan heye ku li dijî her agahî û belgeyên li dosyayê tên zêdekirin parastina xwe bikin. Dadgeh dibêje; ‘we di dema xwe parastin nekir.’ Lê miwekîlên me ji bo mafê axaftinê di rûniştina ewil de gelek hewl dan. Di girtekan de gotinên derew ên weke ‘ji axaftinê direve’ hatin nivîsandin. Bi van hinceta jî gotin ‘ez parasinê qut dikim û êdî nagirim’ û dosya da mutalaayê. Piştî mutalaa hate dayîn jî îfadeyên gilîkeran guhdar kir. Piştî mutalaayê delîl û ewraqên nû, dosyayên kirin yek û dosyayên dozên nû li dozê hatin zêdekirin. Ev tê wateya binpêkirina mafê parastinê.” 
 
DELÎLÊN MUWEKÎLAN NEHATIN XWENDIN 
 
Bi domdarî Ozdogan diyar kir ku di danişîna dawî de bêyî mafê axaftinê bidin siyasetmedaran mutalaa hatiye xwendin û wiha derbirî: “Li dijî vê yekê jî berteka ‘fermo beyannameya xwe ya hilbijartinê bixwînin’ li hemberî şandeyê derket pêş. Şandeya dadgehê, biryarên neşopandinê ku weke delîlên miwekîlan in nexwend. Divê hem delîlên li dijî miwekîlan û hem jî yên miwekîlan bên xwendin. Her wiha divê fikra parêzer, dozger û beşdaran a têkildarî belgeyê were pirsîn. Bi awayekî vekirî dibêje; ‘ez van weke delîl nabînim ku bixwînim.’ Me jî li dijî vê îtîraz kir. Heke tu delîlên miwekîlan nexwînî, wê demê xuya dibe ku tekane armanca te cezakirine. Wê demê darizandinê bi dawî bike û ceza bide.” 
 
‘DARIZANDINA PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ’
 
Di berdewamê de Ozdogan anî ziman ku danişîn di pêvajoyên maqûl de nehatine kirin û wiha derbirî: “Di nava du hefteyan de hatin xitimandin. Dixwazin bi zêdekirina hejmara ewraqan re weke sûceke mezin hebe nîşan bidin. Rêbaza daraza AKP’ê ya dawî jî ev e. Biryarên navberê di nîvşevê de dikevin pergalê û em wan girtekan di nîva şevê de dibînin. Ev, darizandin nîne. Gotin hatin birîn û me parêzeran mafê axaftinê xwest lê nedan. Pergal girt û bi lez û bez mafê axaftinê da dozger ku mutalaayê bixwîne. Me e pêvajo texmîn dikir. Ji ber ku hilbijartin nêz bû. Eceleya dadgehê hebû. Ev pêvajoya darizandinê bû pêvajoya hilbijartinê. Me ji dadgehê re got ku ‘hûn ji bo xelatekeke hilbijartinê bidin AKP-MHP’ê vê eceleyê dikin. Hûn dixwazin li beyannameya hilbijartinê zêde bikin.’ Di mutalaayê de ji bo hemû miwekîlan cezayê meubbeta giran tê xwestin. Heta hiqûqnasên xwedî tecrûbe jî tiştek ji mutalaaya dozger fêm nekirin. Ji ber ku mutalaa ji gotinên Erdogan ên li ser kursiyê pêk tê. Tenê aliyê wê yê hiqûqî hatiye amadekirin. Dozger bi kîjan sedemê cezayê muebbetê dixwaze?  Di mutalaayê de tenê qala Yasîn Boru tê kirin ku ew jî hêmayê sereke ya dosyayê nîne. Girêdaneke dosyayan nehatiye kirin. Me hiqûqnasan tiştek ji mutalaayê fêm nekir ji ber ku bi hewldaneke hiqûqî nehatiye nivîsandin. Mirov dikare bibêje metneke siyasî ye.” 
 
'DADGEH HEWL DIDE XWE XELAS BIKE’
 
Ozdogan, got ku piştî mutalaayê biryar hate dayîn ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Biryara DMME’yê ya derheqê Demîrtaş û Yuksekdag de heye. Piştî van biryarên teqez, diviya tavilê bihatina berdan. Danişîn taloqî 3’yê tîrmehê kirin. Dadgehê, tişta jê dihat xwestin bi serkeftî bi cih anî. Bi awayekî hewl dide xwe xelas bike. Delîlên dosyayê zelal nînin, li dadgehan nehatine amadekirin û şahid bêyî me hatin guhdarîkirin. Nehiştin em pirsan jî jê bikin. Ji xwe kengî me pirs jê kiribin, gotinên wan tevek derew derketin. 
 
Piştî ku di 31’ê kanûnê de biryara mutalaaya hate dayîn, dadgerekî ciwan û bêtecrûbe kirin serokê şandeya dadgehê. Em jî hêj li ser dosyayê tam hakim nînin lê hemû ewraq lêkolîn kir, nêrîneke wî çêbû, tev li biryarên dosyayê bû û biryar erê kirin. Biryarên girtinê îmze kir. Ez ne bawerim ku heta îdianame jî xwendibe. Ji ber ku di demekî wiha kin de mimkin nîne. Heke dosya hatibe qonaxa mutalaayê divê endamên şandeyê jî neguherin. Beriya wê hat gotin ku serokê şandeyê endamê îstîxbaratê ye. Sedem ev bû. Lê di qonaxa mutalaayê de hûn dadgerekî pir ciwan ku hêj saleke xwe temam nekiriye tayîn dikin, biryaran pê didin îmzekirin. Ev yek nîşan dide ku ev pêvajo bi destê dadgeran nameşe. Ev dosya, dosyayeke pir girîng e û dê di demên pêş de bikeve dîrokê. Bi taybet jî ji bo nîşandana pergala darazê ya AKP-MHP’ê weke ders bê xwendin. Şandeya dadgehê jî parçeyeke vê dîrokê ye.”
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

21/04/2023
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir