Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin ev peyam dan: “Em ê vê pergala zordar di 14’ê Gulanê de bişînin.”
 
Partiya Çepên Kesk têkildarî hilbijartina 14’ê Gulanê li gelek bajaran buro vekirin, serdanên dikandaran kirin û bi gel re civiyan. 
 
RIHA 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Hêwagê buroya hilbijartinê vekir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û sedan kes beşdar bûn. 
 
Bi sedan kesên li Taxa Golbaşi ya navçeya Hewagê li ber buroya hilbijartinê kom bûn namzetên parlamenteriyê yên Rihayê bi dahol û zirneyê pêşwazîkirin. Di bernameya ku gelek ciwan tevlibûn de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. 
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Nêrgîz Çîgdem Karakeçîlî diyar kir ku şandina desthilata AKP’ê di destê gel de ye û wiha got: “Em soz didin ku em ê di 14’ê Gulanê de vê desthilata zordar bişînin. Em ê bi şev û roj tax bi tax gund bi gund bigerin û partiya xwe bikin partiya yekemîn.”
 
Yek ji namzetên parlamenteriyê Omer Ocalan jî diyar kir ku gelê kurd bi awayekî serbilind têkoşîna xwe didomîne û wiha got: “Dema em dibêjin em ‘partî’ ne gel me nas dike. Ji ber ku em tevgera gel in. Ji bo azadiya vê axê me berdelên mezin dan. Niha hin kes li kolanan çîrokan vedibêjin. Bi van çîrokan hewl didin hişê gelê me tevlihev bikin. Kes nikare hişê gelê me tevlihev bike. Partiya me li holê ye. Partiya me Partiya Çepên Kesk e.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hate vekirin. 
 
ÎDIR 
 
Xebatên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê yên hilbijartinê bênavber didomin. Namzetên parlamenteriyê yên partiyê yên Îdirê Aysel Aras, Yilmaz Hûn û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) îro li Taxa Cûmhûriyetê xebatên danasîna namzetên parlamenteriyê û Partiya Çepên Kesk kirin û belavok belav kirin. Ji 3 milan ve namzet û aktivîst ketin nava taxê û serdana gel kirin. Şêniyên taxê namzet û aktivîst bi kêfxweşî pêşwazî kirin û hezkirinên xwe nîşan dan. Welatiyan daxwazên xwe yên serkeftinê vegotin û soza xwedî lê derketina Partiya Çepên Kesk dan.
 
MÛGLA
 
Partiya Çepên Kesk li Taxa Tûrgût reîs a navçeya Bodrûmê buroya hilbijartinê ya jinan a ewilî vekir. Di vekirina buroyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hate berzkirin û bi erbaneyan govend hate gerandin. 
 
Hevseroka HDP’a Bodrûmê Zûhal Macît diyar kir ku têkoşîna jinan li her qadê ye û wiha got: “Em Bodrûmê cara ewil e buroya hilbijartinê ya jinan vedikin. Em weke jin dê jiyana nû ava bikin. Li benda sibeya 15’ê Gulanê bimînin jin tên.”
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mûglayê Derya Hezer jî kesên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Hezer, anî ziman ku weke jin di têkoşînê de di refên pêş de ne û wiha got: “Em weke jin meşaleyê di destê xwe de digirin. Em li pêş vê têkoşîne ne û em ê wisa bidomînin.”
 
Piştî axaftinan buro bi awayekî bicoş hate vekirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Konak a Îzmîrê li semta Çîmentepe belavok belavkirin û karkerên jin ên mîdyeyan ziyaret kirin. Namzeta parlamenteriyê Hediye Korkût û rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk cih girtin. Di belavkirina belavokan ku jinan eleqeyeke zêde nîşan da de danûstandina fikran hate kirin.
 
Karkeya mîdyeyê Sozdar Dûman a pirsgirêkên dijîn ji şandeyê re vegotin, anî ziman ku ji serê sibê heta êvarî dixebitin û heqê keda xwe nawergirin û wiha got: “Em di kirê de ne, du zarok hene. Em ne karker in kole ne. Em du kes dixebitin lê têra me nake. Xaniyê me hildiweşe 2 hezaran kirê didin. Ji her tiştî re zem hat, kirê di salekê de hatin zêdekirin. Hêvî dikim ku hûn qezenc bikin, edalet û wekhevî were. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
 
‘EM Ê MAFÊN XWE BI HEV RE BIGERIN’ 
 
Hediye Korkût jî bi lêv kir ku dema bi temsiliyeteke xurt çûn Meclisê wê daxwazên jinan vebêjin û hewl bidin çareser bikin. Korkût, diyar kir ku mirov hatine asta ku nikarin fatûrayên xwe jî bidin û wiha got: “Kîloya pîvazan bûye 30 lîre. Em hemû jî dizanin ku debar çiqas zehmet e. Jin hem vî karî dikin hem jî bi karê malê ve mijûl dibin. Mafê jinan tê xwarin. Em ê bi hemû jinan re mafên xwe bigerin.”
 
Partiya Çepên Kesk li gelek tax û navçeyan belavokan belav dike û ji bilî serdanên dikandaran serdana saziyan jî dike. 
 
BALIKESÎR
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Erdek a Balikesîrê serdana esnafên bazarê û sûkê kirin, belavok belavkirin û ji bo hilbijartinê piştgirî xwestin. Di xebatên ku gel eleqeyeke zêde nîşan da de ev bang derkete pêş: “Divê dawiya rejîma yek zilamî were.” 
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk Şevîn Coşkûn a bi dikandaran re axivî jî destnîşan kir ku ji bo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Balikesîrê dîrok were nivîsîn divê herkes biçe ser sindoqan û dengê xwe bikarbîne û wiha got: “Em ji welatiyan vê dixwazin dengên xwe biparêzin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em di xebatên ku li Balikesîrê demişinin de piştevaniyeke zêde dibînin. Em xebatên xwe zêde dikin û didomînin.”
 
AMED   
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Samed Menguç û şandeya pê re serdana gundên navçeya Karazê ya Amedê kir. Menguç diyar kir ku gelê kurd li dijî polîtîkayên tunehesibandinê li ser linga maye û got: “Wê ev sekna gelê me ya pîroz bibe wesîleya qezenckirina hemû mafên xwe. Piştî sedsalê înkarê em di pêvajoyek girîng de ne. An em ê vê pergala yekperest bidomînin an jî em ê ji vê pergalê re bêjin na.” 
 
LI PÎRANÊ HEVDÎTINA JINAN 
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Halîde Turkoglû û Sevîlay Çelenk û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û rêveberên partiyan li navçeya Pîranê ya Amedê tev li hevdîtina jinan bûn. Di hevdîtinê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy bal kişand eziyeta li ser jinan pêk tê û bi dehan sal e jin têdikoşin ku tundî bi dawî bibe û jin bigihîjin azadiya xwe. 
 
‘EM Ê DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN’ 
 
Namzet Halîde Turkoglû jî anî ziman ku ew dizan baş nas dikin û lewma wê xwedî li îradeya xwe derkevin û dê jin bi hêz di Meclisê de cih bigirin. Turkoglû destnîşan kir ku ew soz didin jinan û gelê xwe ku wê dawî li rejîma yek zilamî bînin û got: “Em ê hemû hevalên xwe yên li zindanan azad bikin. Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Em ê feqîriya jinan bibin Meclisê û çareser bikin.” 
 
STENBOL 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê jî li navçeya Arnavûtkoyê buroya hilbijartinê vekirin. Rêveberên partiyê li navçeyê standa hilbijartinê danîn. Gelek kes li vir kom bûn û govend gerandin û dirûşm berz kirin. Girseyê paşê heta taxa Taşolûk meş li dar xist û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Meş li ber buroya hilbijartinê bi dawî bû û namzetên Herêma Sêyemîn a Stenbolê tev li vekirina buroyê bûn û buroya hilbijartinê vekirin. 
 
MÊRSÎN
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê Alî Bozan, Esra Erguzeloglû, li navçeya Yenîşehîrê serdana Komeleyên Çandê yên Elewî û Cemxaneyê kirin. Alî Bozan di serdanê de axivî û bi bîr xist ku demek hindik ji hilbijartinê re ma û bal kişand ser pirsgirêkên civaka elewî. Bozan got dê partiya wan bi ser bikeve û Mêrsîn bi ser bikeve û wê partiya wan çareseriyê ji pirsgirêkên civaka elewî re bîne. Bozan da zanîn ku Partiya Çepên Kesk pirsgirêkên elewiyan wek pirsgirêkên xew dibîne. 
 
Serokê Cemxaneya Mêrsînê Hasan Kilavûz jî spasiya serdana Partiya Çepên Kesk kir û peyama piştevaniya namzetan da. 
 
 
 
 

Sernavên din

25/04/2023
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr