Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 07:17 25 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di demekî ku bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî 19 roj mayîn de îro di danê sibehê de li 21 bajaran bi ser malên gelek rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermendan de hate girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî 19 roj mane û îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda Amed de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên li Amed,  Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Semsûr û Enqereyê de polîsan dest danîn ser hinek pirtûk û materyalên dijîtal. Di endama serdegirtinên malan de edîtorê ajansa me Adurrahman Gok, nûçegihanên ajansa me Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, edîtora JINNEWS’ê Berîtan Canozer, rojnameger Salih Keleş, Remzî Akkaya, Arîf Akkaya, Mehmet Yalçin û Mîkaîl Barût; Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Halîse Dakali, parêzer Resûl Tamûr, Ozum Vurgun, Bunyamin Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Karali, şêwirmenda çapemeniyê yê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz a bi navê Sezen Mercan, Ji Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş û Elvan Koçer Yildirim, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Marîa Oztopuz û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. Hat zanîn ku hejmara binçavkirinan 100 kes derbas kiriye. 
 
Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ji ber ku li navnîşana ku polîsan bi ser de girtin nebû, nehat binçavkirin. Lêgerîna li gelek navnîşanan didome. 
 
LI RIHAYÊ BINÇAVKIIRN 
 
Di encama serdegirtinên Rihayê de jî herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li Sêweregê de endamê OHD’ê parêzer Metîn Ozbadem û siyasetmedar Halîl Delen, Havva Bîldîk û Habat Mîmkara hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman dosyayê de li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê jî bi ser gelek malan de hate girtin û hat zanîn ku binçavkirin hene. 
 
HDP: OPERASYONA BINÇAVKIRINÊ
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşan da û wiha got: “Di erefeya hilbijartinê de îktîdarê ji ber tirsa windakirinê, dîsa serî li operasyonên binçavkirinê da. Di nav de endamên MYK’a partiya me, cîgirên hevserokan, rojnameger, hunermend û parêzer jî, bi dehan hevalên me li Amedê hatin binçavkirin...
 
Hûn dê nekarin xwe ji têkçûnê xelas bikin!” 
 
BAROYA AMEDÊ: LI DIJÎ HIQÛQÊ YE
 
Baroya Amedê jî bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de û biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê de îro di danê sibehê de bi ser malên endamên buroya me, rojnameger û parastvanên mafan de hate girtin û binçavkirin û girtin çêbûne. Bi awayekî pir keyfî nêzî mafên bingehîn û azadiyan dibin, di serî de parêzer, parastvanên mafan û rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaks sivîl hedef tên girtin, rastî gefên cezakirinê tên. Tê dîtin ku tevdîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê li dijî parastvanên mafan bi awayekî pir bêwate, nebikêr, bêperwa û xerab tê bikaranîn. Her wiha biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn û ji bo dosyayê jî biryara nepeniyê hatiye dayîn. Divê têkildarî sedema binçavkirinan di zûtirin demê de bê eşkerekirin. Divê tavilê dawî li van sepanên derhiqûqî ku mafên azadî û ewlehiyê binpê dikin ên li dijî hempîşeyên me, rojnameger û parastvanên mafan bînin û wan berdin.” 
 
‘ZÊDETIRÎ 150 KES HATIN BINÇAVKIRIN’
 
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku li ser fermana Serdozgerê Komarê herî kêm 150 kes hatine binçavkirin û ev agahî parve kirin: “Operasyon hêj berdewam e. Binçavkirin hêjn didomin. Lêgerînên li buroyên gelek hevalên me berdewam in. Heta niha jî têkildarî sedema serdegirtinan tu agahî nehatine diyarkirin. Sedemekê ku ji me re hatiye gotin tune ye. Operasyonl i dijî komên pîşeyî hatiye kirin. Di nav de hunermend, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û parêzer jî hene. Lêpirsîneke giştî ye.” 
 
OHD: JI BO 24 SAETAN BIRYARA BISÎNORKIRINÊ HEYE
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya dijîtal ragihand ku li bajarên Amed, Êlih û Rihayê rojnameger, siyasetmedar û welatî hatine binçavkirin û ev agahî parve kir: “Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de bi ser malên gelek endamên me de hate girtin. Lêgerînên li avahiya komeleya me didome. Em ê li dijî vê operasyona siyasî ya di dema hilbijartinê de li dijî komele û endamên me hatiye kirin bêdeng nebin! Di çarçoveya heman dosyayê de li gel endamên me, her wiha li Amed, Êlih û Rihayê jî rojnameger, siyasetmedar, hunermend û welatî hatine binçavkirin. Em ê li dijî vê operasyona siyasî ya li dijî komeleya me û saziyên din ên demokratîk hatiye kirin bêdeng nebin! Derheqê endam û miwekîlên me yên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan biryara bisînorkirina hevdîtinê hatiye dayîn. Operasyonên siyasî, bisînorkirinên ne rewa û zext dê nekarin me têk bibin. Parastein dê bêdeng nebe! Em ê li gel endam, hempîşe û miwekîlên xwe bin!” 
 
 
 
 

Sernavên din

25/04/2023
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr