Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê

AYDIN - Rojîn Tanhan Dogan a li Qoserê dema êrişî bombeyi li dijî şîna parlamenter Mehmet Sîncar tê kirin pitik e û birîndar   dibe. Niha jî ew namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk e û dibêje ew dixwaze bibe dengê Aydinê. 
 
Partiya Çepên Kesk ji bo bihîje armanca xwe ya ku bijartina 100 parlamenteran daniye pêşiya xwe, bênavber li bajarên herêma Egeyê jî xebatên xwe didomîne. Yek ji van bajarên Egeyê ku Partiya Çepên Kesk dibêje herî kêm dê 2 parlamenteran derxe jî Aydin e. 
 
HDP’ê di hilbijartina giştî ya sala 2018’an de parlamenterek derxist lê ji ber qanûna tifaqê ya wê serdemê ew parlamenterek HDP’ê ji AKP’ê re çû. HDP’ê di hilbijartina 2018’an de 68 hezar û 541 deng sitendibû. Niha jî Partiya Çepên Kesk dixwaze wê rêjeyê derxe du qadan û bijartina 2 parlamenterên jin daniye pêşiya xwe. Li Aydinê 8 parlamenter hene. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Aydinê ji bo namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk di rêza yekemîn de cih digire. Namzeta parlamenteriyê ya rêza duyemîn jî Rojîn Tanhan Dogna e. Partiya Çepên Kesk a ku bi têkoşîn û nasnameya jinan tê nasîn, hewl dide Aydinê veguherîne reng û dengê jinan. Rojîn Tanhan Dogan ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna azadiya kurdan de cih digire û bi enerjiya xwe ya berz balê dikişîne ser xwe. 
 
HÊ PITIK E DI ÊRIŞA BOMBEYÎ DE BIRÎNDAR DIBE 
 
Dogan ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Malbatê wê jî ji ber zext û zordariya dewletê di sala 1992’yan de ji Nisêbînê koçî Edeneyê dike û ew li taxa Barbarosê ya navçeya Seyhana Edeneyê ku bi piraniya nifûsa wê kurd û ereb in tê dinê. Têkoşîna Dogan jî wek her zarokek kurd ji biçûkatiyê ve dest pê dike û ew hê pitik e ji mirinê xilas dibe. Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di sala 1993’yan de li Êlihê hat qetilkirin xizmê Dogan e. Malbata Dogan ji bo şîna Mehmet Sîncar tê Qoserê. Li dijî şîna Mehmet Sîncar êrişa bombeyî pêk tê û Rojîn Tanhan Dogan ku hê pitik e di êrişê de birîndar dibe. Dema êriş pêk tê Rojînê li ser banê xanî razayî ye û parçeyên şarapnelê lê dikeve û birîndar dibe. Rojînê û xizmek xwe bi giranî birîndar dibin. Ji ber dorpêça leşkeran tedawiya wan hat astengkirin. Ji ber lêşkeran her dever û nexweşxane xistine dorpêçê Rojîn Tanhan Dogan û dayika xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê heta serê sibehê bi tenê dimînin. Piştre mamê wê yê bijîşk tedawiya biraziya xwe dike û hê jî parçeyên şarapnelê di bedena Dogan de hene. Ew birîn û êriş kir ku Rojînê her tim di nava refên têkoşînê de be. 
 
TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ Û JINBÛNÊ 
 
Dogan her tim ji birînên di bedena xwe de haydar e. 6 salî ye hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar jê re dibêje, “tu gazî yî” û wisa sedema birînên xwe hîn dibe. Dogan diyar kir ku ew wê kêliyê dikeve nava tirsek mezin û niha jî dema ew dengê sîlehê ango dengek berz dibîhize pir ditirse. Dogan dibêje ew di salên xwe yên xwendekariyê ya dibistana navîn de bi nasnameya xwe ya kurdbûnê dihese. Dogan anî ziman ku ew di pola 7’emîn de ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê bi cihêkariyê re rûbirû dimîne û têkoşîna wê jî ji wan salan dest pê kir. Dogan da zanîn ku dema ew diçe lîseyê malbata wê di sala 2008’an de vedigere Nisêbînê û têkoşîna wê ya kurdbûnê hin di çarçoveyek berfireh de berdewam dike. Dogan dibêje ku ew bi gelek zoriyan re rûbirû maye. 
 
BI CIHÊKARIYÊ RE RÛBIRÛ DIMÎNE 
 
Dogan anî ziman ku ew gelek ji sporê hez dike lê ji ber parçeyên şarapnelê ya di bedena wê de dema sporê dike her tim zehmetî kişandiye lê tevî vê yekê jî dest ji sporê berneda û di sala 2011’an de Beşa Mamostetiyê ya Perwerdehiya Bedenê ya Zanîngeha Karabukê qezenc dike. Dogan da zanîn ku li zanîngehê ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimîne û dikanên taxê nan jî nadin wê û di sala 2014’an de derbasî Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê dibe. Dogan got ew ji vê zanîngehê perwerdehiya xwe kuta dike û bi salan li benda tayînkirina wezîfeyê disekine û ji ber nayê tayînkirin demek mamostetiya bi heq dike. Dogan diyar kir ku ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê rêveberiya dibistanê wê ji kar derdixe û doza wê ya tazmînatê ku li dibistanê vekiriye hê jî didome. Dogan da zanîn ku ev demek e ew li Aydinê dikandariyê dike û ji bo ew têkoşîna xwe ya kurdbûnê û jinbûnê berfireh bike di Partiya Çepên Kesk de bûye namzeta parlamenteriyê. 
 
‘EM Ê BIBIN RENG Û DENGÊ WAN’ 
 
Dogan da zanîn ku ji ber nasnameya xwe her tim bi cihêkariyê re rûbirû maye û ev yek jî bûye sedema ku her tim têkoşîna wê zêdetir bibe û her tiştê wê ji têkoşîna nasnametiyê dest pê kir. Dogan destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk partiya jinan, ciwanan, kedkar, karker, teqewîd û hemû reng û netewan e û got: “Em ê ji vir du parlamenterên jin bên bijartin. Em ê bibin dengê hemû gelên li Aydinê. Li Aydinê xebatên me pir rengîn û xurt derbas dibin. Em dixwazin her kes piştevaniya me bike. Bi taybetî em ji jinan û ciwanan li benda vê piştevaniyê ne. Em hêvîdarin wê xwedî li me derkevin û ji bo em bibin deng û rengê wan, em ê biçin Meclisê.” 

Sernavên din

04/05/2023
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin