‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’

img
BALIKESÎR - Alîgirên Partiya Çepên Kesk ên li Balikesîrê xebatên xwe bênavber didomînin diyar kirin ku wê parlamenterekî bişînin Enqereyê û wiha gotin: “Li Balikesîrê xwedî derketineke zêde heye. Ev jî kelecaneke mezin di nava me de diafirîne.” 
 
Ji hilbijartinên Serokkomariyê û yên giştî re 17 roj man, xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Yek ji bajarê ku Partiya Çepên Kesk lê kelecanekê diafirîne jî Balikesîr e. Endamên partiyê yên her bihosta bajêr dixebitin, rastî eleqeyeke zêde ya gel tên. Hilbijêrên Partiya Çepên Kesk ên di xebatan de cih digirin, anîn ziman ku wê di vê hilbijartinê de herî kêm parlamenterekê bişînin Enqereyê. 
 
‘XEBATÊN ME BICOŞ DERBAS DIBIN’
 
Hîkmet Altin, gazin kir ku nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Nan û sîmît lîreyek bû niha 5 lîre ye. Mirov hatine asta ku nikarin kirêya xwe bidin. Heke hesaba çay û sîmîtê jî bê kirin wê bê dîtin ku mirov nikarin bi mûçeya asgarî debara xwe bikin. Desthilat dibêje min nexweşxane çêkirin. Em nikarin randevuyê bigirin, heke fîlm were kişandin ji bo meheke din tê dayîn. Bijîşk tune ye ji bo 45 rojan randevû tê dayîn. Di vî demî de mirov dikarin bimirin. Partiya ku van pirsgirêkan hemûyan çareser bike, Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê yekê em ê dengê bidin wê. Potansiyela me heye ku em ji Balikesîrê wekîlekê derxînin. Xebatên me bi awayekî bicoş berdewam dikin.”
 
‘EM ENERJIYA XWE JI GEL DIGIRIN’ 
 
Cevdet Bozkûrt jî diyar kir ku yekane rêya ji pergala qesrê ya riziyayî ku li ser talanê hatiye avakirin xelas bibin hatina bindestan a desthilatê ye û wiha got: “Li Balikesîrê kelecanek û piştgiriyeke mezin heye. Teqez em ê di vê serdemê de parlamenterekî derxînin. Spekulasyonên ku pergal bi alîgirên xwe yên medyayê re diavêje holê hene. Dibêjin ‘bingeha wan nîne nikarin wekîl derxînin’. Lê em bi îdia ne. Ji ber ku di xebatên me yên em bi rê ve dibin de enerjiya xwe ji gel digirin.”
 
Kasim Kaplan jî xwest ku ji bo pergala heyî bê guhertin divê herkes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û da zanîn ku êdî yekane rêya guhertina vê pergalê Partiya Çepên Kesk e.
 
‘EM SERDEMA XWE YA HERÎ XURT DIJÎN
 
Vedat Guner jî destnîşan kir ku ji bo li dijî polîtîkayên şer û zilmê yên diqewimin re bêjin “bes e” divê li dora Partiya Çepên Kesk bibin yek û wiha got: “Li dijî hemû zext û girtinan em serdema xwe ya herî xurt dijîn. Em armanc dikin ku di van hilbijartinan de ji sedî zêdetir parlamenteran derxînin û kurdan û gelên din bi awayekî xurt temsîl bikin. Li Tirkiyeyê mifteya çareserkirina pirsgirêkan û mifteya aştiyê Partiya Çepên Kesk e. Em her roj li qadan in. Em ê ji vir herî kêm wekîlekê derxînin. Em ê namzetê xwe weke wekîl bişînin Enqereyê.”
 
‘EM Ê WEKÎLEKÎ BIŞÎNIN ENQEREYÊ’
 
Zeynep Baş Bîngol, destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk partiyeke ku azadî, wekhevî, edalet û hiqûqê diparêze ye û wiha got: “Divê siyaseta yek zilamî were guhertin. Vê jî encax Partiya Çepên Kesk dikare bike. Em xebatên xwe yên li vê derê bi coş derbas dikin. Em ê ji vir bersiveke xurt bidin.”
 
Oyku Aksin a bal kişand ser cînayetên jinan ên zêde bûn û wiha got: “Ji ber cînayetên jinan hatin asta ku nikarin derkevin kolanê. Em dixwazin li kolanan bi awayekî azad bijîn. Ez dixwazim jin li dijî tundiyê li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek. Li Balikesîrê xwedîderketineke xurt heye. Ev jî bi me re kelecaneke mezin dide afirandin.”
 
Çîgdem Razî jî wiha axivî: “Bila pirsgirêkên li welat êdî bi dawî bibin, em dixwazin bêhnê bistînin. Em ê ji Balikesîrê herî kêm wekîlekî bişînin Meclisê. Ev potansiyela me heye. Bi gel re coşeke mezin heye.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

27/04/2023
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'