Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê

img
ESKÎŞEHÎR  - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku wan her qada ku îktîdara AKP-MHP’ê êriş biriye ser veguherandine qadên berxwedan û wiha got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê dê bibin muhasebeya sedsalê. Êdî avakirina komara demokratîk neçarî ye.” 
 
Partiya Çepên Kesk li Odunpazari ya Eskîşehîrê bi gel re hevdîtin kir. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê Mûrat Çepnî tev li hevdîtinê bûn. Hevdîtin, bi xwendina helbesta “Dîrenmede” ya Kutsiye Bozok dest pê kir. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Eskîşehîrê Ceren Koçak ji ewilî axivî û bal kişand ser pirsgirêkên piralî yên Tirkiyeyê. Koçak got ku yan dê bi hilbijartinan rê li ber faşîzmê were girtin an jî dê faşîzm xwe sazûman bike. 
 
GUMUŞTAŞ: EM Ê BI HEV RE BI SER KEVIN 
 
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî diyar kir ku ketine pêvajoyeke krîtîk a hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Ya ku em heta îro anîn, berxwedana me ye. Ez hemû şehîdên me yên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînim û berxwedêrên zindanan silav dikim. Faşîzma AKP-MHP’ê tevî tecrûbeya 20 salan jî di nava krîzeke mezin de ne. Ya ku ev krîzê diyar kirî û kûr kirî jî kevneşopiya berxwedanê ya eniya sêyemîn e. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji sala 2015’an heta niha hewl dide berxwedana kurdan tesfiye bike û pêşeroja xwe ava bike. Lê em ê li dijî vê li ber xwe bidin û teqez bi ser kevin. Em ê bi hev re bi ser kevin û bi hev re biguherînin.” 
 
‘ME BEND HILWEŞANDIN Û HATIN’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî got ku wan bend hilweşandine û xwe gihandin van rojan. Çepnî, anî ziman ku peywira wan ew e ku têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin û li dora Partiya Çepên Kesk bibin yek. 
 
UÇAR: LI DIJÎ ME SIYASETEKE LI DIJÎ CIVAKÊ HEYE
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ji ewil bi kurdî axivî û piştre jî ev tişt anî ziman: “Yek ji destkeftiyên herî mezin a partiya me jî avadaniya wê ya pirçandî ye. Em bi îdiayeke mezin dikevin serdema nû. Li hemberî me siyaseteke nelirêtî, rant û dij civakî ya AKP-MHP’ê heye. Em jî hewl didin vê siyasetê biguherînin û demokrasiyê ava bikin. 
 
EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN
 
Du roj berê me çavên xwe bi operasyoneke mezin vekirin. Hevalên me yên şanoger û hunermend ên ku ji bo hunera azad têdikoşin û serî li ber hunera îktîdar ferz dike netewandin, hevalên me yên xebatkarên çapemeniya azad ku tevî hemû zextên AKP û MHP’ê jî rastiyê bi civakê re parve dikin, hevalên me yên parêzer ku li dijî bêedaletî û bêhiqûqtiya li me tê kirin têdikoşiyan hatin binçavkirin. Dema em ji vî alî ve lê dinêrin, dibînin bê ka armanca operasyonê çi ye. Di heman demê de hevalên me yên Rêya Sêyemîn birêve dibirin hatin binçavkirin. Ev tiştekî nû nîne. Di her pêvajoyên hilbijaratinê de vê dikin. Ev operasyon û binçavkirin, wêneyê rejîma yekzilamî ye. Em jî dê hem li hundir û hem derve li dijî van êrişan têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. 
 
EV BERXWEDAN NAMZETA SERKEFTINÊ YE
 
Partiya Çepên Kesk, berdevka têkoşîna civakî ye. Her qada ku em vê têkoşînê lê dimeşînin bi rejîma yekzilamî dide windakirin û di heman demê de bingeha avakirina ya nû çêdike. Ji bilî tundiyê tu tiştek di destê îktîdara heyî de nema. Bi rejîma yekzilamî re hemû qadên têkoşînê û hemû derdorên civakî mîna hev bûn.  Em rastî êrişên heman navendê tên û me li dijî heman navendê terîfa têkoşîna hevpar kir. Ev berxwedan, namzeta serkeftinê ye. 
 
WÊNEYÊ AKP’Ê 
 
Divê em têkoşîna xwe veguherînin rawestgeha serkeftinê. Alî Îsmaîl Korkmaz li Eskîşehîrê hate qetilkirin. Li hêla din em pirsgirêkên siyasî û aborî yên ku hevalên me li Eskîşehîrê dijîn baş dibînin. Di beyannameya rejîma yekzilamî de bêpêşerojiyê li ciwanan ferz dikin. Digotin dê mulaqatê rakin lê hevalê me yê di KPSS’ê de yekemîn derketî jî nekarî di mulaqatê de bi ser keve. Ev tablo, wêneyê AKP’ê ye. 
 
14’Ê GULANÊ MUHASEBEYA SEDSALÊ YE
 
Hilbijartinên 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê. Dê muhasebeyeke çawa be; dê muhasebeyeke li ser navê kurdan, elewiyan, hemû kedkarên keda wan tê xwarin, li ser navê ciwanan û hemû derdorên rastî cihêkariyê tên be. Dema em li vê muhsabeyê dinihêrin; dê hemû nasnameyên rastî cihêkariyê hatin bibin kirdeya serdema nû û avakirina komara demokratîk êdî neçariyeke. Em ji bo vê namzetin. Me li her qadên rastî êrişa îktîdara AKP-MHP’ê tên dengê xwe bilind kir. Em ê bi hev re biguherînin. Em li gel hev in û dê bi hev re biguherînin. Rêya me tevan vekirî be.” 
 
Piştî axaftina Uçar, namzetên parlamenteriyê yên Eskîşehîrê jî axaftinên kurd kirin. Di dema axaftina namzetên jin de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. 
 

Sernavên din

19/05/2023
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin
14:42 YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh'
14:31 HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da
13:38 Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir
13:01 Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
13:00 Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
12:51 ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin
12:33 Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da
12:29 HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
11:52 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 10’emîn diyar bû
11:42 CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
11:28 Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin
11:23 Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî
11:17 Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ diçe Stenbol û Kocaeliyê
11:03 Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin
10:57 Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
10:55 Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin
09:33 Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
09:24 Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
09:01 Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin
09:00 9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN
08:32 Kesên li ber YSK’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:31 74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin
16/05/2023
23:59 Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin
23:04 Girtiyê nexweş Behçet Kaplan jiyana xwe ji dest da
20:40 Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê 225 dengên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
20:20 Rojeva Twîtterê:#YeşilSolPartininOylarıNerede
20:14 Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn
19:48 Der barê 9 rojnamevanan de biryara berdanê
19:34 Partiya Çepên Kesk li Êlihê 230 rayên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
19:15 Colemêrg di berxwedana xwe ye li dijî nelirêtiyên AKP'ê de bi ser ket
17:57 Li Şirnexê operasyon: Hejmara leşkerên birîndar zêde dibe
17:47 Li Semsûrê jî dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin
16:59 Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’
Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim
16:38 Li Mêrdînê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin qeydkirin
16:13 Partiya Çepên Kesk li Aydinê îtîrazî 20 hezar dengên betalbûyî kir
16:12 Yurtsever: Em di nava sînorên îktîdarê de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin
16:02 Rojnamevanê girtî Acar: Ez ne bi fermanê, ez bi îradeya xwe nûçeyan çêdikim
16:01 Partiya Çepên Kesk: Em li Colemêrgê vîna gelê xwe biparêzin
15:39 Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin
15:08 Li Bestayê 4 leşker û cerdavenek hatin kuştin
14:51 Serokê Giştî yê EMEP’ê Akdenîz îstîfa kir
14:49 Doza ‘heqaretê’ ya derbarê Emîne Şenyaşar de hate taloqkirin
14:42 Beştaş: Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me xesp bikin
14:41 MYK’a HDP’ê civiya
14:34 Vaye dengên Partiya Çepên Kesk ên ji partiyên din re hatine nivîsîn
14:33 MED-DER’ê Cejna Ziman Kurdî pîroz kir: Bila ziman nebe sedema xerakirina motîvasyona neteweyî
14:29 Ji Rêxistina Efûyê rapora îdamê ya sala 2022’yan: Di nava 5 salan de derket asta herî jor
14:23 Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin