Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê

  • rojane
  • 10:58 29 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Îdiaya jinên Partiya Çepên Keskî ya “Gotina em bêjin û hêza me ya guhertinê heye” li buroya hilbijartinê ya jinan a li navçeya Kartalê şênber bû. 20 jinên ku avahiyeke terkkirî veguherandin cihê hevdîtina jinan, bi reng û keda xwe careke din cudatiya xwe nîşandan.
 
Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li Stenbola ku xwediyê îdiayê ye bênavber xebatên xwe dimeşîne. Li 39 navçeyên Stenbol a ji 10 milyonan zêdetir hilbijêrên wê hene nêzî 300 buro hatin vekirin. Kesên ku tev li xebatan dibin jî diçin li her derî dixin. Li navçeya Kartalê 7 buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Yek ji buroyên sereke ku gelekî balê dikişîne ser xwe buroya hilbijartinê ya jinan a li Yûkari Mahalleyê hatiye vekirine. 
 
RENG Û CUDATIYA JINAN
 
Jinên ku hêj namzet nehatin diyarkirin ji bo buroyê ketin nava lêgerînê, avahiya terkkirî bi derfetên xwe ji nû ve ava kirin. 20 jinên ku bi şev û roj li buroyê xebitîn piştî ku avahî paqijkirin bi rengê zer, xemrî û spî boyaxkirin û kirin avahiya herî rengîn a taxê. Li ser dîwarê nêzî 20 mîtro ye û li ber avahiyê ye nivîsa “Gotina em bêjin û hêza me ya guhertinê heye” hate nivîsîn. Ev dîwar jî bû dîwarê ku jin li ber wêneyan bikişînin. Jinan her wiha seranserî cadeya ku buro lê ye bi flamayên Partiya Çepên Kesk xemilandin. Aliyê hilweşiyayî yê buroyê jî bi pankarta “Jin jiyan Azadî” ya nêzî 10 mîtroyan dirêj xweşiktir bû. 
 
Nava buroya ku di hemû pencereyên wê de guldank a rengîn danîn bi pankartên “Em ê Peymana Stenbolê bi paş ve bînin” , “Jin bi hev re bihêz in” , “Dest nede vîna min” , “Em ê tundiya dewlet û mêr bi dawî bikin” , “Qanûna bi hejmara 6284’an bi cih bîne” , “Hemû jinên cîhanê bibin yek” hate xemilandin. 
 
‘EM GELEK RENGÎN IN PIR DENG IN’ 
 
Yek ji berpirsyara buroyê Selma Karaman, têkildarî xebatan wiha got: “Xebateke gelek zor û zehmet bû lê gelek bi keyf jî bû.” Karaman, anî ziman ku keda jinê cudatî afirand û wiha berdewam kir: “Her cihê ku destê jinê lê dikeve, xweşik dibe. Di her kêliya vê buroyê de kedeke cidî ya 20 hevalên me ya jin heye. Em gelek rengîn in, pir deng in. Em her roj 20 kesan tev li xebatan dikin. Em xebatan bi hv re dimeşînin.”
 
Karaman, bi lêv kir ku têkildarî buroyê bertekên erênî werdigirin û ev tişt gotin: “Buroya me ewilî avahiyeke terkkirî bû. Kesên rewşa wê ya dawî dîtin gotin rengekî cuda hatiye taxê. Bi taybetî jî nivîsa ‘Gotina em bêjin û hêza me ya guhertinê heye’ gelek balê dikişine. Ji her beşê mirov tên buroyê ev yek jî me gelek keyfxweş dike. Xebatên jinan ne tenê aydê partiyeke siyasî ne. Me armanc kir ku hêza jinan derxînin holê û vê veguherînin rêxistinkirinê, ji ber vê yekê jî me buro vekir. Vê rewşê moral û motîvasyoneke baş da.”
 
HELWESTA HILBIJÊRAN
 
Karaman a qala xebatên hilbijartinê yên taxê jî kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber zextên desthilatê em dibînin ku gelek hilbijêr nikarin bêjin ‘em bi we re ne’. Mesela li bazaran gelek jin belavokên ku em belav dikin nagirin lê destê xwe li milê me didin dibêjin ‘em ji we ne, rehet bin’. Em weke jin difikirin ku wê sibeya 15’ê gulanê tabloyeke xweş derkeve holê.”
 
MA / Ergîn Çağlar
 

Sernavên din

16/05/2023
20:40 Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê 225 dengên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
20:20 Rojeva Twîtterê:#YeşilSolPartininOylarıNerede
20:14 Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn
19:48 Der barê 9 rojnamevanan de biryara berdanê
19:34 Partiya Çepên Kesk li Êlihê 230 rayên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
19:15 Colemêrg di berxwedana xwe ye li dijî nelirêtiyên AKP'ê de bi ser ket
17:57 Li Şirnexê operasyon: Hejmara leşkerên birîndar zêde dibe
17:47 Li Semsûrê jî dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin
16:59 Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’
Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim
16:38 Li Mêrdînê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin qeydkirin
16:13 Partiya Çepên Kesk li Aydinê îtîrazî 20 hezar dengên betalbûyî kir
16:12 Yurtsever: Em di nava sînorên îktîdarê de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin
16:02 Rojnamevanê girtî Acar: Ez ne bi fermanê, ez bi îradeya xwe nûçeyan çêdikim
16:01 Partiya Çepên Kesk: Em li Colemêrgê vîna gelê xwe biparêzin
15:39 Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin
15:08 Li Bestayê 4 leşker û cerdavenek hatin kuştin
14:51 Serokê Giştî yê EMEP’ê Akdenîz îstîfa kir
14:49 Doza ‘heqaretê’ ya derbarê Emîne Şenyaşar de hate taloqkirin
14:42 Beştaş: Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me xesp bikin
14:41 MYK’a HDP’ê civiya
14:34 Vaye dengên Partiya Çepên Kesk ên ji partiyên din re hatine nivîsîn
14:33 MED-DER’ê Cejna Ziman Kurdî pîroz kir: Bila ziman nebe sedema xerakirina motîvasyona neteweyî
14:29 Ji Rêxistina Efûyê rapora îdamê ya sala 2022’yan: Di nava 5 salan de derket asta herî jor
14:23 Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin
13:51 Li Şengalê êrişî malekê hate kirin
13:44 Danişîna doza tacîza li zarok hate taloqkirin
13:31 Li Bestayê şer derket: 2 leşker hatin kuştin
13:23 Hevşaredara Farqînê Toprak hat beraetkirin
13:20 Li Stenbolê milyonek û 230 hezar hilbijêr neçûne ser sindoqê
13:17 Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin
12:09 Cenazeyê Serhat Yalçin radestî malbata wî hate kirin
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Li welatên ku Kiliçdaroglû zêde ray girtibû dengdayînê daxistin 2 rojan
11:52 Peyama Kiliçdaroglû ya ji bo ciwanan
11:37 Di sindoqekê de 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
11:10 Tiryakî hişyarî da waliyê Colemêrgê: Tu ne serokê AKP’ê yî
10:40 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
10:36 Silawî: Tevî darvekirinan jî em dest ji daxwaza azadiyê bernadin
10:31 Li Colemêrgê dixwazin senaryoya 2018’an dubare bikin
09:35 Li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon hate lidarxistin
09:00 Xwebûn bi manşeta 'Kurdistanê textê Erdogan hejand' derket
09:00 Danişîna doza 12 rojnamevanan îro ye
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2023'YAN
15/05/2023
23:51 Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê nobeda demokrasiyê da destpêkirin
19:30 Ji MED-DER'ê daxuyaniya 15'ê Gulanê
19:22 Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî
18:13 Li Hezexê qeza: 2 zarok mirin
16:59 Li Kurdistanê 319 hezar û 421 deng hatin betalkirin
16:52 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 12’ê hezîranê hate kirin
16:04 HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15:53 YSK: Hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma
15:51 Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin
14:51 Ji Partiya Çepên Kesk daxuyaniya Colemêrgê: Rêzê bo îradeya gel bigirin
14:47 MKGP'ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir
14:33 Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin
13:57 Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin
13:46 Vogel: Serdema piştre ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin
13:26 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin
13:23 Di Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin
12:55 Partiya Çepên Kesk 63 parlamenter dişîne Meclisê
12:30 Li Colemêrgê Partiya Çepên Kesk her 3 wekîl qezenç kirin
12:11 Li Dêrsimê namzeta Partiya Çepên Kesk qezenç kir
12:02 Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin
11:35 HDP û Partiya Çepên Kesk: Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirin
11:18 Li ser sindoqan cerdevanên bi çek hatin peywîrdarkirin
10:42 Parlamenterê YNK’ê rastî êrişa çekdarî hat
10:34 YSK'ê daneyên dawî eşkere kirin
10:19 Danişîna 12 rojnamevanan sibê ye
09:00 ROJEVA 15’Ê GULANA 2023’YAN
03:11 Kiliçdaroglû: Em ê di tura 2’yemîn de teqez bi ser kevin
03:06 YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir
02:57 Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin
02:08 Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir
02:01 Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye!
01:49 Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin
01:15 Sirri Sakik: Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin
01:10 Polîs bi mertalan ketin avahiya jimartina dengan
01:08 Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin
00:50 Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin
00:24 Wezîfedarên sindoqan li ber desteya hilbijartinê ya Amedê ketine dorê
00:06 YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye
00:03 Muşahidên AKP’î deng careke din bi serokê sindoqê dan hejmartin
14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in