Partiya Çepên Kesk li her derê ye

  • rojane
  • 19:13 30 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk tax bi tax, gund bi gund û navçe bi navçe xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetên partiyê li her derî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. 
 
Ber bi hilbijartinê ve Partiya Çepên Kesk her diçe xebatên xwe dilezîne. Partî û namzetên wê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. 
 
Di çarçoveya xebatan de li Botanê bi tevlîbûna namzetên Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Newroz Uysal, Mehmet Zeki İrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal gund bi gund, navçe bi navçe xebat tên meşandin. 
 
Li gundên Kasrik, Rizok,Ayinser ê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Doganê û rêveberên Partiya Çepên Kesk a navçeyê xebatên hilbijartinê hatin meşandin. Gundiyan bi coşeke mezin Partiya Çepên Kesk pêşwazî kir. Di xebatê de der barê hilbijartinê de welatî hatin agahdarkirin.
 
Li Şirnexê jî Partiya Çepên Kesk bi tevlîbûna namzetê partiyê yê bajêr Bedirhan Osal li navendê bi gel re civiya û der barê hilbijartinê de gel hat agahdarkirin. 
 
Li gundê Andaç ê girêdayî navçeya Qilêbanê yê Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çepên Kesk Zekî Îrmez û rêxistina HDP’ê û Partiya Çepên Kesk serdana gel hat kirin. 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysalê buroya hilbijartinê hat vekirin. Di vekirina buroyê de Newroz Ûysal axivî. Ûysalê diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin û wiha axivî: "Ger em bibin yek bawer bikin, nikarin me têk bibin. Ger em yek bin, ew ê neçar bin ku daxwazên me pêk bînin. Du tifaqên me hene. Ji bilî Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Kurdistanî tu tifaqên me yên din nîn in. Em ne di nava Tifaqa Miletê ne jî di nava Tifaqa Cumhûrê de ne. Ji ber vê yekê divê roja hilbijartinê yek ji me dengê xwe nede partiyeke din.”
 
Bername bi vekirina buroyê bi dawî bû.
 
ÎDIR
 
Li Îdirê xebatên hilbijartina 14'ê Gulanê didomin. Namzetên Parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên navçeya Qulpê yên bi navê Qule, Tendurek, Saribilax, Qiznefer, Qerenlix, Civanliya Jorîn û Jêrîn, Kazkoparan, Osmankoy û Tezekçî kirin. Di serdanan de dîmenên gelek xweş derketin holê. Gundiyan namzet bi coşeke mezin pêşwazî kirin û govend gerandin. Coşa ciwan û zarokan jî kêfxweşiyeke mezin da namzetan. 
 
Namzetan ji gundiyan re behsa Partiya Çepên Kesk kirin, xwe û logoya xwe dan naskirin.
 
SEMSÛR
 
Partiya Çepên Kesk li Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetên parlamenteriyê yên bajêr Ali Kenanoglû, Îzzet Karadag, Bülent Çinar, Yuksel Yucedag, Meryem Ceritlî û namzetê Parlamenteriyê yê Mersîne Alî Bozan ve li navçe, navend û gundên Semsûrê serdana welatiyan kirin. 
 
Namzetê Parlamenteriyê yê Semsûrê Alî Kenanoglû û namzetê Parlamenteriyê yê Mersînê Alî Bozan bi şandeyê li gel wan ve Serdana, gundên Balyan, Davuthan,Tekpinar, Karaçali, Çimenke,İncekoz, Tolmaz û Zivarê yên kirin.  Şande ji aliyê gel vê jî bi çoş hatin pêşvazî kirin, li gundan belavok hatin belavkirin û şande pirsgirêkên gel guhdar kirin. 
 
Namzetê Parlamenteriyê Îzzet Karadag û şandeyê li gel wî jî Serdana gundên Turuş, Damlica, Agcin û  Palaş ên navenda Semsûrê kirin. Li van deran guh li gel hat kirin û belavok hatin belavkirin. 
 
Namzetên Parlamenteriyê Bulent Çinar, Meryem Ceritlî û Yuksel Yucedag jî li navçeyên Kolik û Besniyê Serdana gel kirin, belavok belavkirin û pirsgirêkên gel guhdar kirin.
 
COLEMÊRG
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk, li gundên navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Li gundên Zîzan, Mîçîç, Serdeşt, Darê û Elverê yên Geverê û gundên Gêmana, Garê, Qelereşk, Bêbap û Şêxan ên Şemzînanê serdana welatiyan hat kirin. Di serdanan de îşaret bi qedexekirina zozanan û krîza aborî hat kirin. 
 
ERZIROM
 
Li bajêr xebatên Partiya Çepên Kesk li Qereçoban, Palandoken, Xinis û ŞEnkayayê dewam kirin. Namzeta bajêr Ayşan Tarlan li Xinisê û namzet Abdûrrahman Sever jî li Şenkayayyê daxilî nava xebatan bû.
 
Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundên Xinisê jî kir. Şande li gundan mal bi mal geriya û welatiyan vexwand mîtînga 3'yê Gulanê ku dê li Xinisê bê lidarxistin. 
 
AGIRÎ
 
Li bajêr xebatên hilbijartinê ji du milan ve hatin kirin. Namzetên parlementeriyê yên bajêr li Bazîd û Eleşkîrtê geriyan. Sirri Sakik û Nejla Demîr li Bazîdê tevlî xebatan bûn û namzet Zelal Yilmaz jî li Eleşkîrtê. 
 
Di xebatên li Bazîdê de serdana gundên Ecem, Kaniya Gevrana, Meryemana, Tajdê û Çalê hat kirin. Sirri Sakik ku li Meryemanayê axivî, anî ziman ku dê di 14'ê Gulanê de desthilata AKP-MHP'ê bişînin. 
 
PIştî axaftina Sakik hevdîtina bi gel re bi govendgerandinê bi dawî bû. 
 
AYDIN 
 
Partiya Çepên Kesk, li Taxa Çeşmetepe ya navçeya Efeler a Aydinê, buroya hilbijartinê vekir. Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, namzetên parlementeriyê yên Aydinê Ebrû Gunay, Rojîn Tanhan Dogan û Sînan Çakmakçi û gelek welatî tevlî vekirina buroyê bûn. Sînan Çakmakçi ku di vekirina guroyê de axivî got: "Em ê di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û em ê 15'ê Gulanê veguherînin biharê. Partiya Çepên Kesk dê biharê bîne Tirkiyeyê." Namzet Ebrû Gunayê jî got: "Em ê bi hev re siberojeke azad ava bikin." 
 
BALIKESÎR
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Balikesîrê serdana gundên elewiyan Dîkîlîtaş, Kabakdere û KOcabuyuk Çepniyê kir. Namzeta Balikesîrê Şevîn Coşkûn û Gul Karaaslan û Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen û rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê tevlî serdanê bûn. 
 
 
 

Sernavên din

10/05/2023
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin