Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye

img
STENBOL - Rojnamevanên jin diyar kirin ku MKGP ji bo qada têkoşînê ya di navbera rojnamevanên jin de piştevaniyê xurt dike xwedî rolek girîng e û gotin: “Kedek mezin a rojnamevanên jin ên kurd heye ku zimanê mêrane guhertin. Platoform bi xebatên xwe bawerî dide me û navnîşanek girîng e.” 
 
Rojname, ajans û televîzyon bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibûn girtin. Rojnamevanên jin ên di wan rojname, ajans û televîzyonan de dixebitîn, ji bo qada têkoşîn û xwerêxistinkirinê di 3’ê gulana 2017’an de Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP) ava kirin. Platform 6 sal li pey xwe dihêle û ew bêtir piştevaniyê esas digire. Li dijî her cure sepanên antî demokratîk radibe û dixwaze van sepan werin dîtin. Ji dema avakirina Platformê heta niha gelek endamên wê hatin binçavkirin, doz li wan hatin vekirin û darizandin. Niha jî 18 endamên Platformê girtî ne. 
 
Rojnamevanên jin ên li Stenbolê têkildarî platformê û piştevaniyê axivîn. 
 
‘QADA HILMGIRTINÊ YE’  
 
Edîtora Ekmek û Gul Elîf Ekîn Saltik diyar kir ku MKGP ji bo di navbera rojnamevanên jin de piştevaniyê pêk bîne qadek girîng a têkoşînê ye û li qadek ku serweriya zilam heye ji bo rojnamevanên jin hilmê hildin qadek girîng e. Saltik bal kişand ser xebatên Platformê ku di objektîfa wê de nûçevaniya jinan heye û got: “Li kî dera Tirkiyeyê dibe bila bibe, rojnamevanên jin tên cem hev, ezmûnên xwe ji hev re dibêjin, di atolyeyan û perwerdehiyê de tên cem hev. Ev yek jî bo rojnamevanên jin gelek girîng e.” 
 
GUHERTINA ZIMANÊ MÊRANE 
 
Saltik destnîşan kir ku bi hatina îktidara AKP’ê er zextên li dijî çapemeniyê zêde bûn û wiha axivî: “Di şert û mercên Tirkiyeyê yên heyî de rojnamevanî gelek zor e. Lê dema mirov rojnamevanek jin be hin bêtir ew şert zor dibin. Dema em li qadê diçin nûçeyan hem bi tacîza çavkaniyên nûçeyan hem jî bi tundiya polîsan re rûbirû dimînin. Lê tevî van hemûyan jî rojnamevanên jin paşve gav navêjin û ji bo guhertin û veguhertina qada medyayê dixebitin. Di vê çarçoveyê de JINNEWS, Jin Tv, Ekmek û Gul ango platformên din, ji bo guhertina qada mêrane ya medyayê dest bi guhertinê û veguhertinê kirin. MKGP dem bi deman têkildarî binpêkirinên mafan daxuyanî dide û ji bo rojnamevanên jin xebatan dike, ev ji bo me gelek girîng e. Jin xwedî gotin in û dengê jinan belav dike.” 
 
ÊRIŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD 
 
Saltik da zanîn ku di demên dawî de li ser nûçegihanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) operasyonên binçavkirin û girtinan pêk tên û rojnamevan tenê ji ber nûçe û bernameyên çêdikin tên girtin. Saltik anî ziman ku nexasim tê xwestin ku rojnamevanên jin serê xwe bitewînin û vê bangê kir: “Çi dikin jî lê hevalên me serê xwe natewînin. Tevî ewqas polîtîkayên tundî û zextan jî em hewl didin vî zimanê mêrane yê medyayê biguherînin. Ji ber vê yekê li her qadên ku rojnamevanên jin hene, em bang li wan dikin ku daxilî platforman bibin û piştevaniyê xurt bikin.” 
 
ROLA ROJNAMEVANÊN JIN ÊN KURD 
 
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrt jî bi bîr xist ku zextên li ser çapemeniya kurd zêde bûne û wiha got: “Îktidar zextan li rojnamevanan ku alîgirên gel in dike. Ev rejîma ku zextan dike ne bi îktidara AKP’ê hatiye, ev kevneşopiya dewletê ya sedsalî ye. Her rojnamevanê ku balê dikişîne ser pirsgirêka kurd, di hedefê de ye. Rejîm dijminatiya kurdan dike û karaktera mêrane dixe dewrê. Ji berk u rojnamevanên jin karaktera dewletê ya li dijî kurdan û jinan teşhîr dike, di hedefê de ne. Yên ku herî baş vê heqîqetê didin nîşandan jî rojnamevanên jin ên kurd in. Di vê heyamê de rojnamevanên jin ên kurd ku bir ola xwe radibin ji bo kevneşopiya çapemeniya azad hêja û xweser e û ew mifteya vî karî ne.” 
 
NAGIHAN AKARSEL, GURBETELLÎ ERSOZ 
 
Baybûrt diyar kir ku rojnamevanên jin ên kurd feydeyê didin medya muxalîf û got: “Divê mirov Nagihan Akarsel ku di cotmeha par de bi êrişek sûîqastê de hat qetilkirin û Gurbetellî Ersoz bi bîr bîne. Li dijî zimanê mêrane ked û feydeyek wan mezin heye. JINNEWS, Jin TV ji bo Tirkiyeyê mînak in. Di vê çarçoveyê de kevneşopiya çapemeniya kurd xwedî rolek girîng e. Em gelek tiştan ji wan hîn dibin. Me gelek tiştan bi hev re parve kir. Ji bo ku zimanê mêrane were guhertin, rojnamevanên jin ên kurd xwedî rolek girîng in. Kes nikare vê kedê ji nedîtî ve were.” 
 
‘PLATFORM BAWERIYÊ DIDE ME’
 
Nûçegihana Agence France-Press (AFP) Eylul Denîz Yaşar jî destnîşan kir ku dema ew dibêjin çapemeniya muxalîf ewilî rojnamevanên jin ên kurd tê bîra wan û wiha got: “MKGP ji bo cemaeta çapemeniyê gelek bi wate û nirx e. Ew mafê rojnamevanên jin diparêze. Xebat û têkoşîna wê ya di warê hiqûqî de jî baweriyê dide me. Ji bo rojnamevanên jin bi hev re pêwendiyê deynin û piştevaniya xwe xurt bikin, navnîşanek girîng e. Rojnamevanên jin ên kurd ji bo zimanê medyayê diyar bikin, MKGP bi rolek girîng radibe. Di vê xisûsê de divê em rojnamevanên jin ên kurd bi tenê nehêlin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal 
 
 
 
 

Sernavên din

09/05/2023
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin