Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!

img

SEMSÛR - Serokê Egîtîm Sena Şaxa Semsûrê Abdullah Demîr diyar kir ku li Semsûrê li 400 dibistanên ku xesar ji erdhejê dîtine perwerdehî dest pê kiriye û got ku desthilat tenê ji bo bibêje "rewşa Semsûrê asayî ye" dibistan vekirine. 

 
Ji bajarên ku herî zêde ji erdhejên navenda wê Mereş bû tesîrê lê kiriye yek jê jî Semsûr e. Li gor hejmarên fermî li Semsûrê zêdetirî 11 hezar mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Di ser erdhejê re nêzî 3 meh derbas bûne, lê hê jî mexdûrên erdhejê di konan de di nava şert û mercên giran de ne. Tevî vê yekê jî, di 24'ê nîsanê de li navenda Semsûrê û navçeyên wê Sergolan, Besnî û Tûtê li dibistanên xesardîtî dest bi perwerdehiyê hat kirin. Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Semsûrê Abdullah Demîr îşaret bi xetereyê kir û got ku desthilat tenê ji bo bibêje "rewşa Semsûrê asayî ye" dibistan vekirine. 
 
‘BEYÎ KU DAXWAZÊN ME BI CIH BÊN DIBÎSTAN VEKIRIN'
 
Abdullah Demîr da zanîn ku li Semsûrê ji 800 dibistanan 400'ê wan nîvê wan bi giranî û nîvê wan jî xesareke sivik dîtine û got ku wan xwestiye piştî tekûzkirinê divê dibistan bên vekirin, lê bêyî tekûzkirinê dibistan hatine vekirin. Demîr got: "Nûkirina dibistanên ku zirar dîtine bi awayekî sûkî hatin selihandin. Ji ber rewşa tenduristiya xwendekaran em bi fikar in. Ji ber vê yekê me di hevdîtinan de daxwaz kir ku piştî lêkolîneke berfireh a dibistanan û guhertinên pêwîst ji aliyê mîmar û endezyaran ve divê dibistan bên vekirin. Lê bêyî ev daxwaz esas bê girtin, dibistan hatin vekirin.”
 
SIRF JI BI BIBÊJIN 'REWŞA SEMSÛRÊ ASAYÎ YE'
 
Demîr destnîşan kir ku desthilat ji bo nîşan bide ku rewşa Semsûrê asayî ye dibistan vekirine û ev tişt anîn ziman: "Weke her carê niha jî desthilat ji bo nîşanî welatên din bide ku ew bi hêz e û tevî erdhejê jî dikarin dersê bidin zarokan û li bajêr rewşeke asayî heye dibistan vekirin. Lê beriya dibistanan, divê pirsgirêkên sereke yên weke derûnî, dabînkirina parastinê û pêdiviyên jiyanî yên zarokan bên çareserkirin. Ji ber wê jî ji aliyê malbat, xwendekar û mamosteyan ve pirsgirêkên mezin hene."
 
PIRSGIRÊKÊN DIBISTANAN
 
Demîr anî ziman ku di dema vekirina dibistanan de pirsgirêka pêdiviya parastinê ya mamosteyan nehatiye çareserkirin û got ku çendî Mdiûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr gotiye wan ji bo mamosteyan 400 konteynir amade kirine, lê hê jî pirsgirêka mamosteyan a ji bo konteyniran nehatiye çareserkirin. Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek xwendekar koçî parêzgehên din kirin û dibistanên ku nifûsa wan 500 xwendekar bûn, niha ew hejmar daketiye 250 xwendekaran û ev hejmar li lîseyan daketiye ji sedî 15'an. Lê tevî vê yekê rayedarên dewletê di daxuyaniyên xwe yên çapameniye de weke ku rewşeke asayî li bajêr heye, dibistan vekirin. Lê tiştekî wiha tune ye. Gelek hevalên me yên dersê didin zarokan, di heman demê mexdûrên erdhejê ne. Hin dibistanên ku niha hatine vekirin, perwerdeya normal didin, ango saetek betlaneya nîvroyê heye, ango dema xwarinê heye, lê li Semsûrê hawirdoreke ku pêwîstiyên xwarinê yên xwendekaran peyda bike tune ye. Yanî heta ku ev pirsgirêk hebin em nafikirin ku perwerde û hîndekarî bi awayekî saxlem berdewam bike. Ji bo vê jî em ji rayedaran daxwaz dikin ku çareseriyên mayînde bibînin."
 
PIŞTGIRIYA DI WARÊ DERÛNÎ DE
 
Demîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ji bo mamoste û xwendekaran piştgiriya tedawiya derûniyê bê dayîn û wiha got: "Xwendekarên ku asta 8'an û ya 12'an dixwînin wê îsal bikevin ezmûnê, lê ew zarok ev 3 meh in ku nikarin bikevin dersan. Ji ber vê yekê jî nikarin bi xwendekarên bajarên din ve bikevin heman ezmûne û ji bo wê jî divê ji bo wan hin îmtiyaz hebin. Her wiha gelek xwendekar û mamosteyan hevalên xwe, malbat, xizm û nasên xwe winda kirine. Lewma ji bo van mamoste û xwendekaran piştgiriya derûnî divê." 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

10/05/2023
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin