Mal bi mal xebatên hilbijartinê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên Partiya Çepên Kesk ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, diyar kirin ku desthilat dixwaze gel bitirsîne û sindoqan biguherîne û gotin ew ê tu carî serî netewînin. 
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk serdana rêveberiya Herêma Senayiya Organîze (OSB) kirin. Di serdanê de namzetên parlamenteriyê Halîde Turkoglû, Cengîz Çandar, Mehmet Emîn Aktar, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Bajêr û Hevserokên HDP’ê yên Bajêr tev li bûn. Serokê Lijneya Rêveberiya OSB’ê Mûstafa Fîdan, Wekîlê Serokê Şandeya Muteşebbis ê OSB’ê Ramazan Şîmşek, endamên lijneya Rêveberiya OSB’ê Yuksel Kaya, Kamûran Azîzoglû û Mehmet Kaya şande pêşwazî kirin. 
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy a di serdanê de axivî diyar kir ku ber bi hilbijartineke gelek girîng ve diçin û wiha got: “Ev ne tenê hilbijartineke ku rêveberiyê biguherîne ye, dê bibe hilbijartineke ku sedsala Tirkiyeyê ya bê jî were axaftin. Em dixwazin dengê hemû dînamîkên li Amedê zêdetir bên bihîstin.”
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê li Licê jî bi jinan re civiya. Namzetên parlementeriyê Sorgul Aytek, Ceylan Akça û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hasîbe Yazdik,Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvbirên DBP û HDP’ê yên navçeyan ji hêla şêniyên taxa Malamihêbiro ve bi dilgermî hatin peşwazîkirin. Şande mal bi mal geriya û li ser pusûleya dengan cihê partiyê nîşanê şêniyanê taxê da. 
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê  Hayrettîn Altûn jî serdana gundên Malaxumê û  Cundiyan ên navçeya Pîranê kirin. Gundiyan şandeya partiyê bi dilgermî pêşwazî kir. Li hêla herêma Têrkan ve jî gundiyan şandeyê bi coş pêşwazî kir û çay û xwarin îkramî şandeyê kirin. 
 
ŞIRNEX
 
Partiya Çepên Kesk li Botanê gund bi gund xebatên xwe yên hilbijartinê dide meşandin. Bi tevlibûna namzetê parlamenteriyê yê Şirnexê Bedîrhan Osal û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçe û Partiya Çepên Kesk li gundên Barim, Xirabêneyiran, Xêlanî, Dikiye û Zengûlûk ên girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi şeniyên gund re civiyan. Gundiyan endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk bi coşeke mezin pêşwazî kir. 
 
Beriya destpêkirina bernameyê jinan bi tilîliyan govend gerandin. Li gundê Xirabêneyiran namzetê Partiya Çepên Kesk Bedirhan Osal axivî. Osal, diyar kir ku coşa gel a li hemberî partiya wan encamên hilbijartinê diyar dike û got: "Coşa we hêviyê dide me. Em bawer dikin ku em ê di 14’ê Gulanê de serbikevin. Em vê heviya serkeftinê di çavên dayikên xwe de dibînin. Em hemû bi hev re dê 14’ê Gulanê erka xwe ya dîrokî pêk bînin û bersiva pêwîst bidin vê hikumetê. Di van 21 salan de li dijî gelê me her cûreyê êriş pêk anîn. Em di çavên gelê xwe de dawiya vê hikumetê dibînin. Ji ber wê em ê di 14’ê Gulanê de em ê xwedî li dengê xwe derkevin."
 
Bername bi govend û dirûşmeyên “ Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
Li Şirnexê jî bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, namzetê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zeki Îrmez û rêxistinên bajêr, esnaf hatin ziyaretkirin û vexwendin mitînga ku dê di 7’ê Gulanê de li Şirnexê bê li darxistin.
 
Li navçeya Silopiyayê  jî bi tevlibûna namzeta Partiya Çepên Kesk a bajêr Ayşegul Dogan li Taxa Başak gel hat ziyaretkirin û dû re esnafên navçeyê hatin ziyaretkirin. Di ziyaretê de giringiya hilbijartinê hate vegotin û daxwaz hate kirin ku herkes biçe ser sindoqan.
 
Li navçeya Cizîrê jî bi tevlibûna namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal gundên li navçeyê hatin ziyaretkirin. 
 
HATAY 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Hatayê Kerem Nalbant û Yûsûf Kimyon, li gundê ermenan ê Vakifli yê navçeya Samandagê bi xebatkarên çapemeniyê yên herêmî re di taştê de hatin cemhev. Paylan ê di aktîvîteyê de axivî, diyar kir ku wê Kerem Nalbant teqez bişînin Meclisê û îhtîmala hilbijartina namzetê wan ê rêza duyemîn jî zêde ye. Paylan, diyar kir ku Partiya Çepên Kesk yekane partiya ku hemû rengan temsîl dike ye û wiha got: “Tişta ku Hatay dixwaze tam demokrasî ye. Hatay yekane bajarê ku hemû nasnameyên li welat lê hene ye. Yekane partiya ku pirsgirêkên van çareser bike jî Partiya Çepên Kesk e. Heke Partiya Çepên Kesk li Hatayê 2 wekîlan derxîne wê li Tirkiyeyê jî bigihe armanca xwe ya 100 parlamenteran. Pêdiviya Hatayê bi Kerem Nalbant heye. Dê li Meclisê yekane parlamenterê ji Samandagê be. Dema ku Samandag ji nû ve tê avakirin de divê yekî ji Samandagê teqez di Meclisê de hebe.”
 
 
Namzetê parlamenteriyê Nalbant ê pişt re axivî jî neheqiyên ku bi OHAL’ê re berî erdhejê û piştî erdhejê hatin kirin rêz kirin. Nalbant, diyar kir ku wê li dijî pêkanînên antîdemokratîk bin û wiha got: “Em ji aliyê pêşerojê ve reşbîn nînin. Biryardarî û baweriya me heye ku em ji vê tarîtiya serdema navîn derkevin. Em ê biguherînin. Ji bo 14’ê Gulanê banga min e; hilbijêrên me li ku bin bila bibin, divê bên ser sindoqan û ji bo Partiya Çepên Kesk dengên xwe bidin.”
 
Namzetê parlamenteriyê Yûsûf Kîmyon jî anî ziman ku Partiya Çepên Kesk pêkhateya tevgerên jinan, ekolojîstan, derdora çep-sosyalîstan e û ji partiya xwe re deng xwestin. 
 
Bername, bi bersivdayîna şandeyê ya pirsên xebatkarên çapemeniya herêmî bi dawî bû. 
 
SEMSÛR
 
Partiya Çepên Kesk ku li Semsûrê bênavber xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, li gundên navendê, navçeyên Sincik û Bêhiştiyê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr, Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Ceritli serdana gel kir. 
 
Namzetên parlameteriyê Îzzet Karadag û Yuksel Yucadag bi heyeta pê re çû serdana welatiyên Sîncikê û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Şande ku ji aliyê gelê navçeyê ve bi coş hat pêşwazîkirin, li navçeyê belavok belav kirin. Xelkê navçeyê ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtiye, gazincên xwe yên ku ji ber xemsariya desthilatê ya di dema erdhejê de anîn ziman û diyar kirin ku divê êdî desthilat biguhere. Şandeyê li pirsgirêkên gel guhdarî kir û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel çi ji destê wan bê dê bikin. Namzeta parlamenteriyê Meryem Ceritli jî li navçeya Bêhiştî xebatên xwe berdewam kirin. Ceritli ku di heman demê de ji Bêhiştiyê ye, ji gel re got ku herî baş ew wan fêm dike û destnîşan kir ku ger biçe meclisê dê pirsgirêkên gel baştir bîne ziman.
 
Namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglû û Bulent Çinar ku li gundên navenda Semsûrê geriyan, guh pirsgirêkên gel ên di warê tûtinê de kirin. Şande ku ji aliyê gundiyan ve bi coş hat pêşwazîkirin, belavok belav kirin û alayên Partiya Çepên Kesk li derdora gund daliqandin. Alî Kenanoglû guh da pirsgirêkên hilberînerên tûtinê û got: "Di 14'ê Gulanê de hilbijartin heye. Di vê hilbijartinê de ev desthilat wê têk biçe. Em ê jî qanûnên ku dê hilberîneran biparêzin derxînin."
 
MELETÎ
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Perîhan Yucekaya, Yusuf Bozkûş, Tulay Şakar, Gaffar Bayram, Rozerin Ercan û Huseyîn Kilinç li navçeyên Şîro, Çirmik, Gowik (Yazihan), Batalgazî û Hekîmxanê yên Meletê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin. 
 
Namzeta Parlamenteriyê Perîhan Yucekaya û şandeya li gel wê serdana gundên Gowikê kirin û li wir bi şêniyên gund ve li hev kom bûn. Şande li gund belavok belav kirin û ji aliyê gel ve jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Her wiha li gundan namzeta Parlamenteriyê Perîhan Yucekaya û şandeya li gel wê mal bi mal geriyan û pirsgirêkên welatiyan guhdarkirin. Yucekaya li gund jinan re got ku parlementereke jin dikare pirsgirêkên wan çareser bike û ji ber wê jî xwest dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Her wiha li gundên ku bandor ji erdhejên Mereşê girtin jî welatiyan destnîşan kir ku ji bo wan tiştek nehatiye kirin û gilî û gazinên xwe anîn zimên. Şande jî ji şêniyên gund re got ku ew ê hemû pirsgirêkên wan bînin rojevê û hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin. 
 
Namzetê Parlamenteriyê Yûsûf Bozkûş û şandeya li gel wî jî serdana gundên Şîroyê kirin. Şande li gund belavok belav kirin û derdora gund bi alayên Partiya Çepên Kesk xemiland. Her wiha şande li gund li ser pirsgirêkên gel sekinî û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên wan girtin. Namzeta Parlamenteriyê Tulay Şakar û şandeya li gel wê jî serdana welatiyên navçeya Batalgazî kirin û tax bi tax û mal bi mal xebatên hilbijartinê domandin. Namzetên parlamenteriyê Gaffar Bayram û Rozerîn Ercan ên li navçeya navenda Çirmikê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, bi heyeta bi wan re bi gelê navçeyê re hatin cem hev. Li vir heyetê li pirsgirêkên gel guhdarî kir û belavok belav kirin û behsa xebatên Partiya Çepên Kesk ên li Meletiyê kirin. 
 
ÎDIR
 

Hevserokê DBP’ê yê Îdirê Mehmet Sekman di civîna gel ya Qulpê de axivî û wiha got: “Tu tifaqa me li gel partiyên din nîne û hemû partî reqîbên(rakîp) me ne.”

Partiya Çepên Kesk, ji bo hilbijartina ku 9 roj jê re maye xebatên xwe lezandin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li navçeya Qûlp û Taxa Konakli ya Îdirê bi tevlibûna namzet, endam û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi gel re hatin cem hev û şahî hatin lidarxistin. Şahî û hevdîtin bi coşeke mezin derbas bûn. Welatiyan bi hezkirin namzet û endamên Partiya Çepên Kesk pêşwazî kirin. Namzet, endamên Partiya Çepên Kesk, aktivîstên TJA’yê û gel bi hev re govend gerandin.

Di şahiya Qulpê de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Sekman axivî û destnîşan kir ku rojeva hemû partiyên din HDP û Partiya Çepên Kesk e. Sekman diyar kir ku siyaseta xwe ya qirêj a li ser me didomînin û wiha got: “Em tu car rê nadin wan. Hûn dizanin namzetê desthilatê çi dibêje? Li her derî dibêjin ku em ê dengên kurdan û çepgiran bi pere bikirin. Em pereyên wan ê qirêj naxwazin. Her wiha namzetên CHP’ê jî li her derî dibêjin ku ‘Em û HDP li hev hatine û parlementerek ji bo me, yek jî ji bo wan e. Li her malê de çend deng hebin nîvekê bidin me.’ Gelê hêja vê tiştê baş bizanin ku tu tifaqiya me li gel tu partiyan tune ye. Partiyên niha hemû reqîbên me ne.”

Şahiyên hilbijartinê wê heta 13’yê gulanê li cihên cûda cûda berdewam bikin.

 
 
 
 
 

Sernavên din

12/05/2023
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne