Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e

img
AYDIN - Tevgera siyasî ya kurd di Hilbijrtinên Giştî yên 1995’an de li Aydinê 15 hezar deng standibû. Namzetê HADEP’ê Osman Dagtekîn diyar kir ku hedefa wan ew e ku di vê hilbijartinê de li Aydinê 2 parlamenteran derxînin û wiha got: “Di her darbeyê de me xwe mezintir kir û xwe gihand îro.” 
 
Armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de herî kêm 100 parlamenteran derxîne. Di vê çarçoveyê de jî li hemû bajaran bênavber dixebite. Yek ji bajarên ku Partiya Çepên Kesk lê xwedî biîdia jî Aydin e. Hewl dide ji bajar 2 parlamenteran derxîne. Ji bo vê jî namzetên parlamenteriyê û endamên partiyê kolan bi kolan xebatên hilbijartinê dimeşînin. 
 
Li Aydinê 877 hezar û 940 hilbijêr hene û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina dawî de 68 hezar û 541 deng stand. Lê ji ber qanûna tifaqan nekarî parlamenterekî jê derxîne. Di salên 1990’î de ku zexta dewletê di lûtkeyê de bû, li Kurdistan bi hezaran gund hatin şewitandin û gelek kurdan koçî Aydinê kir. Tevgera siyasî ya kurd jî roj bi roj li bajar bandora xwe zêdetir kir. Li bajar cara ewil di sala 1995’an de Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) kete hilbijartinan û 15 hezar û 71 deng stand. Di Hilbijartina Giştî ya 1999’an de bi lîsteyên HADEP’ê ketin hilbijartin û 18 hezar û 896 deng hatin standin. Ji ber ku doza girtinê ya HADEP'ê hebû, di Hilbijartinên Giştî yên 2002’yan de ji lîsteyên Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ketin hilbijartinê û 24 hezar û 542 deng hatin standin. 
 
NAMZETÊN HEZAR HÊVIYÊ 
 
Di Hilbijartinên Giştî yên 2007’an de bi pêşengtiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Namzetên Hezar Hêvî ve bi namzetên serbixwe ketin hilbijartinê. Namzetê Aydinê Tacettîn Karagoz 15 hezar û 349 deng standin. Di Hilbijartinên Giştî yên 2011’an de jî bi pêşengtiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) re Bloqa Ked, Demokrasî û Azadiyê hate avakirin û namzet bi awayekî serbixwe ketin hilbijartinê. Namzetê Hatayê Mehmet Bayraktar di hilbijartinê de 23 hezar û 900 deng standin.
 
DENG SÊ QET ZÊDETIR BÛN
 
Di Hilbijartinên Giştî yên 7’ê Hezîrana 2015’an de HDP’ê bi standina 61 hezar û 339 dengan re dengên xwe sê qet zêdetir kir. Piştre hilbijartin hatin nûkirin û di Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdara 2015’an de HDP’ê 50 hezar û 108 deng standin. Di Hilbijartina Giştî ya 2018’an de jî 68 hezar û 541 deng hatin standin. Lê ji ber qanûna tifaqan, parlamenterê ku diviyabû yê HDP’ê bûya derbasî AKP’ê bû. 
 
ŞAREDARIYÊN DU BAJAROKAN HATIN BIDESTXISTIN
 
Tevgera siyasî ya kurd di hemû hilbijartinan de bi namzetên xwe tev li bû û di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên sala 2009’an de şaredariyên bajarokên Ovaeymîr a Efelerê û ya Savuca ya Sokeyê ketin destê DTK’ê. 
 
JI TÊKOŞÎNA SENDÎKAYÎ BER BI SIYASETÊ VE
 
Tevgera siyasî ya kurd ku di hilbijartinên giştî yên 1995’an de bi 15 hezar dengan dest pê kir, îro gihiştiye wê astê ku li pey derxistina du parlamenteran e. Di gihaştina vê îdiayê de keda bi sedan xebatkarên partiyê pir mezin e. Yek ji wan xebatkariyên partiyê jî mamosteyê teqawid Osman Dagtekîn (78) e ku di sala 1995’an de tev li xebatan bû. Dagtekîn li Agiriyê ji dayik bû û weke mamoste li gelek bajaran xebitî. Di sala 1990’an de jî li Aydinê bi cih bû. Li vir jî di rêveberiya EGÎT SEN û Egîtîm Senê de xebitî. Di sala 1995’an de teqawid bû û bû endamê HADEP’Ê. Di hilbijartinên giştî yên 1995’an de bû namzetê rêza duyemîn ê Aydinê. Ji wê salê heta niha di tevahiya partiyên hatine damezirandin de serokatiya bajar, rêveber û xebatên din kirin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an de bû endamê Meclisa Şaredariya Ovaeymîrê ku DTP’ê bi dest xistibû. 
 
'BAWERIYA GEL MEZIN BÛ’
 
Dagtekîn anî ziman ku tişta girîng îrade û berxwedana gel e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min bi vê baweriyê di hemû partiyên hatine damezirandin de cih girt. Di hemû serdeman de tev li xebatan bûm. Ez neçar bûm ku vê bikim. Her partiyên siyasî yên ji bo xizmetê ji gel re bikin hatine avakirin, xwedî bernameyekê ne. Li gorî min demokrasî, mafên mirovan û hiqûq dikare bi feraseta me bên vî welatî. Lewma em li vir in. Heta niha her tim partiyên me girtin û digotin qey dê tune bikin. Lê li baweriya gel qelibîn. Di sala 1995'an de me bi 15 hezar dengan dest pê kir û di sala 2018’an de Ferhat Tunç weke parlamenter derxist. Lê bi qanûna tifaqan ev parlamenteriya me hate xespkirin.” 
 
'EM HÊJ MEZINTIR BÛN’
 
Dagtekîn bi lêv kir ku ewqas bi hêsanî negihiştine asta heyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez jî di nav de, hemû xebatkarên partiyê di vê pêvajoyê de rastî gelek zext û girtinan hatin. Tevî girtina partiyan, girtiya hevserokan û qeyûman jî me paşve gav neavêt. Serkeftin jî bi vê berxwedêriyê hat. Tevî hemû zextan jî gel gotina xwe kir. Zext, bandorê li gelên bi hesreta demokrasiyê dikin nake. Pergalê jî ev dît. Dîtin ku dema partiyekê digirin, partiya din bi milyonan tê. Niha jî em di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bûn yek û hêj xurtir tên. Partiya Çepên Kesk jî dê hêj xurtir derkeve. Kesên li Tirkiyeyê ji pergalê derb xwarin dê di bin vê sîwanê de kom bibin û bibin hîmê bingehîn ê demokrasiya Tirkiyeyê. Ez vê yekê di bertekên gel de dibînim. Wan di hilbijartina din de wekîlekê me xesp kirin lê em ê di vê hilbijartinê de du parlamenteran derxînin. Bingeha vê heye. Xelkê Aydinê rûyê xwe yê biken nîşan daye.”
 
MA / Tolga Guney - Kenan Koç

Sernavên din

06/05/2023
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin