Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin

img
ENQERE - Ji ber çalakiyên “Em nikarin debara xwe bikin” derheqê rojnameger Oznûr Deger û 16 kesan de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz ahtibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê hate taloqkirin. 
 
Rojnameger Oznûr Deger a girtî jî di nav de derheqê 17 kesan de ji ber çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin” a di 28’ê mijdara 2021’an de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê hate lidarxistin. Beriya danişînê parêzeran xwestin ku polîsên biçek ji eywanê bên derxistin. Li ser daxwazê, polîs ji eywanê hatin derxistin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
'MIN DIRÛŞM BERZ KIR JI BER KU NIKARIM DEBARA XWE BIKIM’ 
 
Welatiyê bi navê Mûstafa Peroglû di danişînê de parastina xwe kir û got ku mafê xwepêşandanên bêdestûr bi Destûra Bingehîn hatiye parastin. Zarîfe Çamalan jî wiha got: “Dahata min 4 hezar û 800 TL, kirêya mala min jî 4 hezar û 500 TL ye. Me got ku nikarin debara xwe bikin. Ev yek mafê min ê herî rewa ye. Em hêj nû hatibûn cihê çalakiyê ku polîsan êrişî me kirin. Bêguman min li dijî polîsan dirûşm berz kirin. Ji ber ku nikarim debara xwe bikim.” 
 
Hasan Akman jî wiha parastina xwe kir: “Fezlekeya polîsan anîne û weke îdianame danîne pêşiya me. Ji bo dayîna daxuyaniyê hewcehî bi destûrê nîne.” Denîz Gundogdu jî wiha got: “Mudaxaleyeke ku hêj çalakî nehatiye lidarxistin hatiye kirin heye. Divê yên li vê derê bên darizandin hêzên ewlekariyê ne ku êrişî me kirin û em îşkence kirin.” 
 
DEGER: KIŞANDINA TUNDIYÊ PEYWIRA ME YE
 
Piştre jî rojnameger Oznûr Deger parastina xwe kir ku ji dozeke din girtî ye. Deger, wiha parastina xwe kir: “Di dema bûyerê de min qerta xwe ya çapemeniyê ya JINNEWS’ê nîşan da. Mafê min heye ku li hemû cihên vekirî yên cemaweriyê bûyerê bikişînim. Ev pîşeya me ye; heke tundiyeke polîsan hebe, peywira me ye ku em wê tundiyê bikişînin û vê tundiyê teşhîr bikin. Polîsan, bi awayeke hovane û dijminane êrişî wê girseya dixwest çalakiyê li dar bixe kir. Ez jî nehatim hişyarkirin, amirê polîsan ez hedef nîşan dam û di encamê de ji pişt ve hatim kelemçekirin û binçavkirin. Ziyan gihişte ekîpmanên min. Di îdianameyê de gelek îfadeyên trajîkomîk hene. Dibêjin; ‘tevgerên ne li gorî pîşeya rojnamegeriyê yên li dijî xebatkarên emniyetê.’ Mebesta ji vê gotinê çi ye?” 
 
Bi domdarî Deger wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên li wê derê xwestin mafekî xwe yê demokratîk pêk bînin. Ez jî wekî rojnamegerekê li wir bûm. Polîsan ez hedef nîşan dam. Di dema binçavkirinê de tundî dest pê kir. Hevalên li pişt min dan ber pêhnan, gaza îsotê avêtin wan û hatin binçavkirin. Min jî ew kêlî dikişandin. Dema min dîmen dikişand, polîsan dest bi bikaranîna zorê kir. Ketin pêşiya kameraya min. Ev yek bi awayekî eşkere sûc e. Mafê tu polîsekî nîne ku pêşiya kameraya rojnamegerekê/î dixebite bigire, bikeve pêşiya kamerayê. Navê wî niha nayê bîra min lê komîserê bejin kurt û por spî ez hedef nîşan dam, îşaret bi min kir û fermana ‘binçav bikin’ da. Piştre jî dest bi bikaranîna zorê kirin. Destên min ji pişt ve hatin kelemçekirin, ziyan gihişt trîpod û makîneya min. Heman polîsî fermana ‘serê wê bitewînin’ da. Yên ku divê îro li vir bên darizandin ne em lê polîsên tundî bi kar anî ne. Dema em birin nexweşxaneyê, polîsan nehiştin rapora derbkirinê were standin. Pir zêde gaza îsotê avêtibûn Songul Dogan. Ji bo kontrola tenduristiyê em biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî Mûstafa Kemal. Dema em li baxçeyê nexweşxaneyê, Songul dirêjî erdê kirin, derb kirin û dan ber pêhnan. Destên wê ji pişt ve hatin kelemçekirin û li wesayîtê siwar kirin.” 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Alî Kuşyen jî got ku dema li rawestgehê li benda otobûsê disekiniya hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Polîsê ku tundî dikir, bi hinceta mukavemeta li dijî polîsan em binçav kir. Ez di nava tu koman de nebûm, haya min ji bûyerê tune bû, li benda otobûsê bûm. Ji ber ku polîsan tundî dikir, min got; ‘çi dibe.’”
 
Di danişînê de parêzeran jî got ku biryara qebûlkirina îdianameyê biryareke derhiqûqî ye. 
 
Danişîn ji bo 10’ê tîrmehê hate taloqkirin. 
 

Sernavên din

08/05/2023
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe