Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne

img
 
STENBOL - Konseya Ewropayê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di pêvajoya hilbijartinê de û got ku Tirkiye “dijminane” tevdigere û jê xwest ku dawî li vê nêzikatiya xwe bîne. 
 
Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (KE), têkildarî operasyonên binçavkirinê yên navendên wan Amed û Enqereyê de ku gelek siyasetmedarên kurd, hunermend, hiqûqnas û rojnameger hatibûn binçavkirin û girtin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de KE’yê bertek nîşanî Tirkiyeyê da û wiha got: “Tirkiye bi nêzikatiyeke dijminane nêzî parastvanên mafên mirovan, rojnameger û parêzeran dibe û divê dev ji vê nêzikatiya xwe berde. Hewl dide bi kirariyên îdarî û edlî bêdeng bike û divê dev ji vê sepana xwe berde. Di pêvajoya hilbijartinê de zexta xwe ya li ser aktorên herî girîng ên civaka demokratîk zêde kirine. Bi vê yekê re rewşa mafên mirovan, azadiya xweîfadekirin, xwe birêxistin kirin û civînan hêj xerabtir bûye.” 
 
‘RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE’
 
Di daxuyaniyê de KE’yê bal kişand ser girtin û binçavkirinan û wiha got: “Zêdetirî 120 kes bi hinceta endamtiya rêxistinê hatin binçavkirin û bi awayekî komî bi ser malên wan de hatiye girtin. Ev yek rê li ber fikarên mezin vedike. Li gorî îdiayên heta niha temînata ewlehiyê hatiye binpêkirin û polîsan tundî kiriye. Tê ragihandin ku lîsteya rojnamegerên girtî ya Tirkiyeyê hêj dirêjtir bûye. Tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Dayikên Şemiyê/Xizmên Windakiriyan jî, rayedaran mafê azadiya civiyanê neparastin. Ji ber ku ev mafê xwe bi kar anîne, li dijî wan teqîbatên cezayî hatin destpêkirin. Ev yek jî yek ji mînakên din ên xetereyên li ser mafên mirovan e.”  
 
'NÎQAŞA CEMAWERÎ HATE SEQETKIRIN’
 
KE’yê bi bîr xist ku platformên medyaya dijîtal tên astengkirin, li dijî rojnameger û dezgehên çapemeniyê her tim doz tên vekirin û ev tişt hatin gotin: “Her wiha RTUK ji ber nûçeyên rexneyî cezayên pereyan ên giran dide. Astengiyên din ên li pêşiya xwegihandina agahiyê, di heman demê de bandoreke neyînî li ser rojnameger û dengên rexnegir jî çêkiriye. Asamblesa Parlamenteran di meha nîsanê de çûbû serdana Tirkiyeyê. Weke ku wan jî piştre eşkere kiribûn, bandoreke pir giran li ser agahiyên piranîparêz û nîqaşên cemaweriyê yên vekirî kiriye.”
 
BERPIRSYARTIYÊN MAFÊN MIROVAN PÊK BÎNE
 
Bi domdarî hate gotin ku xebatkarên cemaweriyê yên payebilind jî di nav de, gotinên nefretê yên li dijî kêmnetewan û LGBTÎ+’yan zêde bûne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev yek rê li ber fikarên mezin vedike. Ev gotinên nefretê yên li dijî van koman tên kirin, di rewşeke ku tundî û sûc zêde dibin de, rageşiya di nava civakê de zêdetir kir. Banga me ji bo meqamên tirk ew e ku dawî li zextên ser parastvanên mafên mirovan, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl û parêzeran bîne û di demekê pêvajoya hilbijartinê de bikin ku pirdengî pêş bikeve û berpirsyartiyên xwe yên têkildarî mafên mirovan pêk bîne. Banga me ji bo hemû aktorên cemaweriyê û siyasî ew e ku xwe ji gotinên nefretê yên ziyanê digihînin mafên mirovan û rê li ber nefretê vedikin dûr bikin.”
 

Sernavên din

08/05/2023
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe