Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin

img
XARPÊT/ENQERE- Di mîtîngên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêt û Enqereyê siyasetmedar got: "Em Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî gelan vê desthilatê bişînin û em jiyaneke demokratîk a nû ava bikin. Dîwarên qesrê pûl bi pûl hildiweşin." 
 
Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartina 14'ê Gulanê de li Xarpêt û Enqereyê mîtîng li dar xistin. 
 
Li Xarpêtê mîtîng li Qada Îstasyonê hat lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Nûnerê Federasyina Meclisên Sosyalîst (SMF) Mûstafa Aytaç û namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêtê tevlî mîtîngê bûn. 
 
Li qada mîtîngê dirûşmeya "Partiya Çepên Kesk gel e, gel li vir e" hat berzkirin. Jin, bi kincên xwe yên kurdî tevlî mîtîngê bûn. Li qadê tilîliyên jinan olan da. Her wiha Dayikên Aştiyê di refên pêş de cihên xwe girtin. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di mîtîngê de îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê hat kirin û ji bo parastina sindoqan bang li gel hat kirin. 
 
'TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Di mîtîngê de Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Çewligê Cemîle Tûrhalliyê got: "Em jin, em ê encamê biguherînin. An azadî, an azadî." 
 
Nûnerê SMF'ê Mûstafa Aytaç jî got: "Em Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê ku li me tên ferzkirin red dikin. Em şoreşger û sosyalîst Rêya Sêyan diparêzin." 
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî got: "Tifaqa Ked û Azadiyê pergaleke civakî ya wiha ava dike ku dê hemû wezaretê girêdayî welatiyên li vir bin. Wezîrê ku peywira xwe bi cih neyne, dê ji peywirê bê girtin. Her yek ji we dê bibe wezîr û parlementer." 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî ku got "Teqez em ê bi piştgiriya we, bi coş û berxwedana we bi ser biekvin" got: "Partiya Çepên Kesk partiya ciwan û jinan e. Em ê bi saya we bi ser biekvin." 
 
‘DÎWARÊN QESRÊ PÛL BI PÛL HILDIWEŞIN'
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê jî destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê de siberoja Tirkiyeyê diyar bikin û got: "Em ê jiyaneke nû ava bikin. Desthilata ku 21 sal in îmze daniye bin zilma li kurd, elewî û ciwanan tê kirin, nikare Tirkiyeyeke nû ava bike. Li Tirkiyeya nû ya AKP'ê tifaqên ku polîtîkayên dijminatiya jinan dikin diparêzin hene. Bi pereyên li vir li Ewropayan şîrket ava kirine. Em Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî gelan vê desthilatê bişînin û em jiyaneke demokratîk a nû ava bikin. Dîwarên qesrê pûl bi pûl hildiweşin."
 
Mîtîng piştî axaftinan bi stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû. 
 
ENQERE
 
Di mîtînga li Tûzlûçayira Enqereyê de jî Hevberdvekê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren tevlî mîtîngê bûn. 
 
Welatiyên ku qada mîtîngê tije kirin, govend gerandin. Polîsên qadê nehiştin stranên kurdî bên guhdarkirin. Lê girseyê bertek nîşandan. Piştî ku polîs ji qadê çûn, bername ji cihê mayî dest pê kir. 
 
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaşê ku di mîtîngê de axivî, siyasetmedar, rojnamevan û hemû şoreşgerên girtî silav kir û got ku ew ê bi ser biekvin. Gumuştaşê di axaftina xwe de ev tişt gotin: "Hûn nikarin me têk bibin, heqîqet berxwedan me ye, têkoşîna me ya yekbûyî û azadiya me ye." Gumuştaşê bang kir ku her kes xwedî li sindoqan derkeve. 
 
'SERKEFTIN NÊZÎK E'
 
Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî di axaftina xwe de wiha got: "Em ê Enqereyê li Enqereyê biguherînin. Min ji Amed, Êlih, Cizîr, Sêrt û Rihayê soza veguherînê anî. Gelê me ji bo guherîn û veguherînê amade ye. Enqere jî amade ye. Ma ne amade ye? Em vê detshilatê dişînin ne wisa? Em vê pergalê diguherînin ne wisa? Nexwe rêya me vekirî be, serkeftin. Dîsa em, dîsa azadî, dîsa serkeftin. Em tên, em ji bo bo demokrasî, aştî û edaletê li bin dara Partiya Çepên Kesk li hev kom dibin, serkefin nêzîk e, teqez em ê bi ser bikevin." 
 
Paşê Hevberdevkê partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî. Akin jî destnîşan kir ku dê di 14'ê Gulanê de li cîhanê hilbijartineke dîrokî çêbibe û got: "Hilbijartinên 14'ê Gulanê hilbijartineke dîrokî ye, lê tenê ne li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî dê bibe hilbijartineke dîrokî. Di 14'ê Gulanê de dê bihareke nû bişkive." 
 
Akin di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê dawî li rejîma qesrê bê û got: "Divê komareke demokratîka  nû bê avakirin. Êdî bes e ji vê eziyeta sed salî re. Hindik ma." 
 
Akin di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji bo pêkanîna demokrasiyê tên û got: "Qawet be ji hemû hevrêyan re. An serkeftin, an serkeftin. Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin." 

Sernavên din

14/05/2023
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin