‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’

  • rojane
  • 09:03 11 Gulan 2023
  • |
img
SEMSÛR - Jinên ku li qadan ji bo Partiya Çepên Kesk weke dilxwaz dixebitin bi lêv kirin ku tenê Partiya Çepên Kesk mafê jinan diparêzê û wiha bang li jinan kirin: “Ji bo wekhevî û azadiya jinê pêk were dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
 
Xebatên Partiya Çepên Kesk ên hilbijartinê bênavber berdewam dikin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran dilxwaz ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin. Li Semsûra ku ji erdhejên navenda wan Mereş bi bandor bû, gelek dilxwaz tevî birînên erdhejê jî li navçe, gund û taxên Semsûrê xebatên hilbijartinê didomînin. Partiya Çepên Kesk herî zêde wê bi namzetên jin bikeve hilbijartinan. Di nav dilxwazên ku li Semsûrê ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin de jî herî zêde jin cih digrin. 
 
Em bi jinên bi awayekî dilxwaz di nav xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de cih digirin re axivîn. Jinan bi lêv kirin ku ew ji bo Partiya Çepên Kesk mafê jinan diparêze piştgiriyê didinê û bang li jinan kirin ku dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
 
‘DÊ BI PARTIYA ÇEPÊN KESK PÊŞÎ LI ZEXTAN BÊ GIRTIN’ 
 
Zîlan Bayhan a ku beşdarî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk dibe, diyar kir ku li gundê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûnê bi eleqeyeke zêde hatine pêşwazîkirin û anî ziman ku dê li Semsûrê guhertineke mezin çêbibe. Bayhan, bal kişand ku divê gelê Semsûrê xwe di nava Partiya Çepên Kesk de bibîne û wiha got: “Divê mirov hin tiştan bibînin û ji vê zilme re bibêjin edî bes e. Di nav civakê de yên ku herî zêde tên çewisandin jin in, partiya ku her tim piştgiriya jinan dike jî Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê yekê jî bi taybetî banga min li jinan ew e ku piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin. Partiya Çepên Kesk wê ji bo jinan jiyaneke azad ava bike û wê bi Partiya Çepên Kesk pêşî li zextan bê girtin.”
 
‘PARTIYA ÇEPÊN KESK HÊVÎ YE’
 
Bermal Karadag a ku em pê re di dema xebatên hilbijartinê de axivîn, destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk hêviya siberojê ye û ev tişt anîn ziman: “Ronahiya pêşerojê jî di Partiya Çepên Kesk re derbas dibe, ji ber ku gelek pirsgirêk hene û ji van pirsgirêkan yek jî azadiya ramanan e. Partiya Çepên Kesk ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hêviyê dide. Em dema bi gel re diaxivin jî vê yekê dibînin, gel hêviya xwe bi Partiya Çepên Kesk ve girêdaye û edî guherînê dixwazin. Banga min a ji jinan re jî ew e ku ji bo jin bi awayekî azad li ser pêyan bisekinin divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk, ez jî ji ber vê yekê piştgiriya Partiya Çepên kesk dikim û tevli xebatan dibim.”
 
‘DI NAV CIVAKÊ DE GUHERÎNEKE MEZIN HEYE’
 
Sevgî Sag ku bi mehan e li qadan ji bo Partiya Çepên Kesk dixebite jî anî ziman ku ew ji bo Partiya Çepên Kesk wekhevî û azadiya jinê diparêze tevli xebatan bûye û wiha bi lêv kir: “Li gundan û navçeyan welatiyên ku em bi wan re diaxivin baweriya xwe bi me tînin û dibêjin em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. An ku guherîneke mezin di nav civakê de heye. Banga min jî ji gel re ew e ku heke, azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê dixwazin bila dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
 
'WÊ DENGA XWE YA EWIL BIDE PARTIYA ÇEPÊN KESK'
 
Nûpelda Bayhan ku cara ewile dê deng bide diyar kir ku ew ê denga xwe ya ewil bide Partiya Çepên Kesk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku jin, tenê dikarin xwe di Partiya Çepên Kesk de bînin ziman ez dengê xwe didim. Tenê di Partiya Çepên Kesk de nîjadperestî û zayendperestî tune ye. Ji ber wê jî bila hemû jin ji bo azadî û berxwedana jinan dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

14/05/2023
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin