ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin

  • rojane
  • 10:59 11 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Saziya Tipa Edlî rapora xwe ya têkildarî kuştina pitikê 16 mehî Mehmet Uytun amade kir. Tevî parastina bersûc çawişê pispor Hakan Alkan jî ATK’ê got; “Uytun bi fîşeka gazê hatiye kuştin.” 
 
Pitikê 16 mehî Mehmet Uytun di dema protestoyên 9’ê cotmeha 2009’an ên li Cizîr a Şirnexê de li şaneşîna mala xwe di hembêza dayika xwe de bû û fîşeka gazê bi serê wî ket û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî qetilkirina Uytun, li çawişê pispor Hakan Alkan doz hatibû vekirin û doz li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê didome. Saziya Tipa Edlî (ATK) li ser daxwazê, rapor amade kir. Şandeya ATK’ê di raporê de diyar kir ku Uytun di encama fîşeka gazê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Polîsê bersûc û parêzerê wî parastina “Kevir an jî tiştên ku çalakvanan avêtin serê wî ketine, di dema tedawiyê de ji ber alkolê jehrî bûye” kiribûn. ATK’ê jî li dijî vê parastinê rapor amade kir û rapor li dosyaya dozê hate zêdekirin. 
 
'DI ENCAMA MUHÎMATA LÊ KETÎ JIYANA XWE JI DEST DA’ 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku mînakên raçînkan ên di dema otopsiyê de hatin girtin, ji hêla Daîreya Îhtîsasa Kîmyayê ve hatine lêkolînkirin û di lêkolînê de hatiye tespîtkirin ku alkola hatiye dayîn ne di wê astê de ye ku rê li ber mirinê veke. Bi domdarî hat gotin ku xwîna di dema otopsiyê de hatiye girtin, heta li laboratuarê jî hatiye lêkolînkirin demekî ma ye û madeyên toksîtê yên lê dihat gerîn jî ji ber mercên dema sekinandinê çêbûne, dema nedîtina madeyên toksîtê li ber çavan tê girtin, tu delîlên tibbî nînin ku pitik Uytun ji ber jehrîbûnê jiyana xwe ji dest dabe. Her wiha hat destnîşankirin ku hestiyê serê Uytun şikestiye û ji ber vê jî xwîn çûye ser mejî û raçînkên mejî texrîb bûne û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Rapor wiha didome: “Dema mirov van hêmayan dide ber hev, hate qebûlkirin ku mimkin e Uytun di encama fîşeka gazê de jiyana xwe ji dest dabe.”
 
BIRYAR BI PIRANIYA DENGAN HATE DAYÎN
 
ATK, di berewamê de wiha dibêje: “Divê li gel nûveyên di dosyayê de bên nirxandin. Bi piraniya dengan hate qebûlkirin ku di encama fîşeka gazê ya li serê pitik ketî de kiloxê pitik şikestiye, xwîn rijiyaye ser mejiyê wî, raçînkên mejî hatiye texrîbkirin û ji ber komplîkasyonên pêş ketin rê li ber mirinê vekiriye.” 
 
11 SALAN DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ NEHAT DAYÎN
 
Pitik Mehmet Uytun di 9’ê cotmeha 2009’an de dema li Cizîrê di şaneşîna mala xwe di hembêza dayika xwe de, di encama fîşeka gazê ya polîsan de bi giranî birîndar bû. Piştî destwerdana ewil a li Cizîrê, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Li vir 10 rojan di beşa venihêrîna awarte de ma û di 19’ê cotmeha 2009’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di 10’ê cotmeha 2009’an de girteka lêkolîna cihê bûyerê amade kir û wiha got; li cihê bûyerê kapsulên vala yên fîşeka gazê yên bi rengên sor hatine dîtin. Di encama lêkolînê de derket holê ku fîşeka gazê ya rengê wê heyî ji hêla çawişê pispor ê cendirmeyan Hakan Alkan ve hatiye bikaranîn. Lê tevî tespîtê jî Qeymeqamtiya Cizîrê destûr neda ku derheqê Alkan de lêpirsîn were destpêkirin. Di dosyayê de destûra lêpirsînê 11 sal piştre hate dayîn. Di 11 salan de dosya di navbera Qeymeqamtiya Cizîrê, Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Amedê, Dadgeha Destûra Bingehîn, Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê û Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê de hat û çû. Di sala 2020’an de destûra lêpirsînê hate dayîn û îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de hat gotin ku Alkan bombeavêj bi awayekî bêtevdîr û ne bi baldarî bi kar aniye, bûye sedema mirina Mehmet Uytun û hat xwestin ku bi sedema “ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” ceza lê were birîn. 
 
CEZAYÊ PEREYAN HATE DAYÎN
 
Îdianame ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê ve hate qebûlkirin û danişîna ewil a dozê di 8’ê sibata 2021’an de hate lidarxistin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê alîkariya hiqûqî da malbatê û parêzeran got; “divê kuştina Uytun di çarçoveya kuştina biqesdî de were nirxandin.” Her wiha parêzeran xwest ku dadgeh di dosyayê de biryara bêyatiyê bide û dosyayê bişîna Dadgeha Cezayên Giran. Lê dadgehê ev daxwaz red kir. Dadgehê di 7’ê hezîrana 2021’an de bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” 3 sal cezayê hefsê bo Alkan xwest. Dadgehê ev ceza veguherand cezayê pereyan û 18 hezar û 200 TL pereyê cezayan da. 
 
BIRYAR HATE XERAKIRIN
 
Lê parêzeran li dijî vê îtîraz kirin. Li ser vê yekê 3’yemîn Daîreyan Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Amedê bi sedema ku lêkolîn kêm hatiye kirin, di 19’ê cotmeha 2022’yan de biryara dadgeha herêmî xera kir. Ji ber vê yekê 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê di 3’yê çileya 2023’yan de dîsa dest bi dozê kir. 
 

Sernavên din

14/05/2023
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin