Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin

  • rojane
  • 13:17 16 Gulan 2023
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Oznûr Deger di danişîna rojnamevan jê tên darizandin de parastina xwe kir û bal kişand ser nakokiyên di îdianameyê de û got: “Dozger îdia dike ku min ew 300 TL’yê bo min hatiye şandin li derve kişandiye lê ez di wê demê de di girîgehê de bûme. Ez ji vê têm tawanbarkirin.”

Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn didome. 
 
Midûra Karên Nivîsê Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, rojnamevan Hamdûllah Bayram dê bi awayekî girtî û nûçegihana MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ê ku demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj kiribû jî dê bi awayekî negirtî li eywana danişînê amade ne. 
 
Rojnamevan Huseyîn Aykol, Nûnerê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû, ji Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) Ozgur Ogret, Rêveberê Komeleya Rojnamevanan ê Dîcle Firatê (DFG) Cûma Daş, Enstitûya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, nûnerê DÎSK Basin-Îş’ê yê Enqereyê Tûrgût Dedeoglû, Şaxa Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) a Enqereyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê (ÎHD) û gelek kes danişînê dişopînin.
 
KURD, JIN Û ROJNAMEVANΠ
 
Di kêliya tespîta nasnameyan de serokê dadgehê ji rojnamevanan yek bi yek pîşeya wan û xwendin û nivîsandina wan heye an na pirsî. Gelek kesên li eywanê amade bûn bi van pirsên dadger keniyan. 
 
Di danişînê de ewil parêzer Ozgur Erol axivî û diyar kir ku Oznûr Deger û Emrullah Acar dixwazin bi kurdî parastina xwe bikin. Serokê Dadgehê ku senaryoyek di hişê xwe de çêkiriye diyar kir ku ew ê ewilî li parastina Dîren Yûrtsever guhdar bike. 
 
Lê li ser israra parêzeran serokê dadgehê neçar ma ku daxwaza parêzeran qebûl bike. Di danişînê de ewil rojnamevan Oznûr Deger parastina xwe kir û spasiya hemû beşdaran ku dozê dişopînin kir. Deger beriya dest bi parastina xwe bike diyar kir ku ew xwe bi nasnameya xwe ya kurd, jin û rojnamevan pênase dike û niha ew ji ber van nasnameyên xwe li eywana dadgehê tê darizandin. Deger destnîşan kir ku ew ji ber van nasnameyên xwe parastina xwe bi kurdî dike. 
 
HAT XWESTIN KU PARASTINA BI KURDÎ BÊ ASTENGKIRIN 
 
Di vê navberê de serokê dadgehê axaftina Deger qut kir û balkêşe ku got, “Tu li ser daxwaza xwe parastina xwe bi kurdî dikî?” Deger ji serokê dadgehê re diyar kir ku ew dixwaze bi zimanê xwey ê zikmakî parastina xwe bike û bertek nîşanî pirsa dadger da. Deger da zanîn ku bi salan e ew rojnamevaniyê dike û ew bêtir nûçeyên li ser jinan û zarokan çêdike. Deger diyar kir ku ji ber ku nûçeyên zarok û jinan hindik tên çêkirin wê meyla xwe daye ser vê qadê û di vê çarçoveyê de ji ber nûçeya çêkiriye xelata Pêşbirka Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad wergirtiye. 
 
‘TERZA JIYANÊ’ 
 
Deger destnîşan kir ku ew rojnamevaniyê wek “terzê jiyanê” pênase dike û got: “Rojnamevanî karek jixwepirsiyê ye. Min ji jêpirsîna xwe, civak û gerdûnî dest bi rojnamevaniyê kir. Dîrok û rojnamevanî yek e. Her ku em dinivisînin dîrok dinivisîne. Em derbarê mijaran de gel agahdar dikin. Di nava 11 mehên dawî de 33 rojnamevanên kurd ji ber vê yekê hatin girtin. Ez ji bo wan jî dipirsim? Çima girtî ne?” 
 
‘GELO DI DEMEK WIHA DE EM DIKARIN LI ŞÛNA XWE RÛNÊN?’
 
Deger bal kişand ser îdiaya ku tê gotin wê hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an amade kiriye û ji wê rojê heta niha mafê jiyanê yê civakê tê astengkirin. Deger bal kişand ser krîzên aborî û siyasî û wiha got: “Heta îro tişta me pir bêriya wê kiriye, demokrasî ye. Ez wisa bawerim we jî herî zêde bêriya demokrasiyê kiriye. Ji wê dîrokê heta niha bi hezaran jin hatin kuştin, bi hezaran zarok hatin îstîsmarkirin. Her wiha mafên bi hezaran kes hatin binpêkirin. Ez ji we dipirsim; li hember tabloyek wiha ku heye, gelo em dikarin li şûna xwe rûnên? Gelo wê wîjdanê me qebûl bike? Ji ber van sedeman min dest bi rojnamevaniyê kir. Nayê xwestin ku mafê civaka ku hemû mafên wê tê desteserkirin û di bin zextan de ye bê bihîstin. Deng û renge jinan nayê bihîstin. Min van esas girt û min xwest ji tevahya dinyayê re ragihînim. Ev ji bo min meseleya wîjdan û rêgezê ye. Ji ber vê sedemê ez wek kurdek, jinek û rojnamevanek li pêşberî we me.” 
 
ÇIMA JINNEWS? 
 
Deger, bi domdarî anî ziman ku di nava hezaran salan de bi sedhezaran jin hatine qetilkirin û bal kişand ser îstîsmarkirin, tacîzkirina jinan û dûrxistina wan a ji her qadên civakê û got ku jin, rastî tecrîda civakî tên. Deger, bal kişand ser Yûsûf Ziya Gumuşel ê di nava Cemaeta Îsmaîl Aga de cih digire ku keça xwe ya 6 salî zewicandibû. Dema Deger qala vê mijarê dikir serokê dadgehê gotina Deger birî û jê xwest ku têkildarî pirsa “Têkiliya MA û JINNEWS’ê bi rêxistinê re heye yan na?” bibersivîne. Deger, ji ber birîna “gotina” wê bertek nîşanî serokê dadgehê da, bal kişand ser gotinên xwe û got ku bi vê sedemê li JINNEWS’ê dixebite. Deger, bal kişand ser Îpek Er a ji hêla Mûsa Orhan ve hatiye tecawizkirin û parastina xwe wiha domand: “Îpek Er, jineke jirêzê nîne. Jineke kurd e. Li hemberî wê kî heye? Leşkerek heye. Ji ber Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî. Er, ji bo hemû jinan mîrasek hişt. Ev mîras çi bû? Qêrîna wê bû. Beriya jiyana xwe bi dawî bike bangî hemû jinan kir û xwest ku mafên wê bên parastin. Xwest ku têkoşîna wê bê domandin û hesaba wê were pirsîn.” 
 
BAŞ E KU JINNEWS HEYE!
 
Di vê navberê de serokê dadgehê pirsa “Ji bo we jî?” kir û Deger jî got; “Ji bo hemû jinan.” Deger, da zanîn ku ev rewş bi nûçeya JINNEWS’ê derketiye holê û wiha pê de çû: “JINNEWS, qêrînên jinan digihîne tevahiya cîhanê û hemû jinan. Ez ji ber vê yekê di JINNEWS’ê de xiebitim. Ji ber ku hemû jinan diparêze. Jin, tiştên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimin li ser JINNEWS’ê hîn dibin. Ez careke din dibêjim; başe ku JINNEWS heye. Ez ji ber vê gotinê jî têm darizandin. Lewma ez dîsa dubare dikim û binê wê xêz dikim.” 
 
‘EZ SERBILINDIM’
 
Deger got ku JINNEWS tê terorîzekirin û bal kişand ser sedemên vê hewldanê. Deger, bi lêv kir ku ji ber ku jin JINNEWS’ê dişopînin, ji ber ku wê esas digirin weke “sûcdar” tê dîtin. Bi domdarî Deger destnîşan kir ku JINNEWS’ê qada nirx û jiyaneke alternatîf e û wiha got: “Hemû xebatkarên JINNEWS’ê jin in. Lewma jiyaneke alternatîf e. Ji ber vê sedemê ez îro li vir dinivîsim. Lewma ez serbilindim.” 
 
‘FEZLEKE VEGUHERANDIN ÎDIANAMEYÊ’
 
Deger, da zanîn ku di dema binçavkirinê de polîsan îşkence li wan kiriye û xwest vê rewşê jî vebêje. Lê serokê dadgehê kete navberê û got; “Lê zêde dirêj neke. Mijara lêpirsîneke cuda ye.” Deger, bertek nîşanî serokê dadgehê da û wiha axivî: “Ez ê îşkenceyê vebêjim. Ez dixwazim li dîrokê bê nivîsandin. Xwestin serê me bitewînin lê nekarîn serî bi me bidin tewandin. Hevalên me senaryo û mîzansên wan jî vala derxistin.” Deger, anî ziman ku fezlekeya polîsê îşkence li wê kiriye veguheriye îdianameyê û niha jî hewldan tê kirin ku bi vê îdianameyê were darizandin. 
 
BAL KIŞAND SER NAKOKIYÊN DI ÎDIANAMEYÊ DE 
 
Deger, bal kişand ser kitekitên di îdianameyê de wiha pê de çû: “Dozger di tawanbariyên li dijî min de ji ber ku ez karta bankayê bi kar nayînim, vê îdiayaê dike; ‘hewl dide nepeniya rêxistinê biparêze.’ Lê qerta min a bankayê heye. Di îdianameyê de ez weke nûçegihana MA’yê hatime nîşandan. Her wiha weke ku navnîşana min tune be hatiye nîşandan. Lê tu rastiya van îfadeyan nînin. Dozger hewl daye li dijî me ‘delîlan’ biafirîne.” Deger, bal kişand ser “tespîtên” di rapora MASAK’ê de û got ku bi 300 TL’yê jê re hatine şandin re tê sûcdarkirin. Deger, wiha domand: “Dema ev pereye ji min re hatiye şandin, ez di girtîgehê de bûm. Lê dozger îdia dike ku min ev pereye ji derve kişandiye. Anku nakokiyên di îdianameyê de zêde ne.” 
 
Danişîn, bi parastina Deger didome. 
 
BÊTEHEMÛLIYA SEROKÊ DADGEHÊ YA LI DIJÎ KURDΠ
 
Deger, bal kişand ser şahidê “nepen” ê di îdianameyê de derheqê wê de îfade dane û got ku van îfadeyan qebûl nake. Deger, bi domdarî qala nûçeyeke di Rojnameya Bîrgunê de hatiye weşandin kir û got ku di vê nûçeyê de tê gotin ku dewlet ji bo xebatên “sîxûrtiyê” pereyan dide û li mirovan zextê dike ku derheqê hev de îfadeyan bidin. Deger, da zanîn ku di vê çarçoveyê de dewletê 12 milyon û 390 hezar û 551 TL pere belav kirine. Di vê navberê de serokê dadgehê ji Deger re got; “Heke tu wisa bifikirî ku tu xelet werdigerînî, tu dikarî bi tirkî wergerînî.” Deger, axaftina xwe bi kurdî domand. 
 
‘EZ KURDISTANÎ ME’
 
Deger, anî ziman ku peyva “Kurdistanê” ya ku bi kar anî jî di îdianameyê de cih girtiye û da zanîn ku ji ber peyva Kurdistanê weke ku Kurdistan dewletek be tê nîşandan lê belê Kurdistan navê erdnîgariyekê ye. Deger, got ku ew Kurdistanî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji ber van îfadeyan têm darizandin. Dema siyasetmedar diçin Kurdistanê peyva Kurdistanê bi kar tînin. Lê derheqê wan de tawanbariyek tune ye. Di ewraqên fermî de Kurdistan weke eyaletek derbas dibe. Ji dîrokê heta niha navê wê erdnîgariyê Kurdistan e, gelo navê vê erdnîgariyê guherî ye? Gelo ma navên erdnîgariyan li gorî demê diguhere? Erdnîgarî naguhere. Lewma ez di nûçeyên xwe de dibêjim Kurdistan. Weke encam; çawa ku gotina Trakyayê sûc nebe, Kurdistan jî sûc nîne.” 
 
GELO MA PARVEKIRINA CEJNA ZIMANÊ DAYIKÊ SÛC E?
 
Bi domdarî Deger got ku ji ber parvekirinên xwe yên kurdî ku li ser medyaya dijîtal parve kirine tê sûcdarkirin û wiha axivî: “Ji ber ku li ser medyaya dijîtal bi kurdî dinivîsim, têm sûcdarkirin. Nivîsandina kurdî ya li wir sûc e. Tiştekî ku li vê derê ne sûc, gelo li wir çawa dibe sûc? Li ser medyaya dijîtal min ji bo 21’ê Sibatê Cejna Zimanê Dayikê peyama ‘divê zimanê dayikê bijî’ parve kiriye û ev yek weke sûc hatiye nîşandan. Ez niha ji we dpirsim; gelo ma ev sûc e?” Serokê dadgehê jî di vê navberê de ji Deger re got; “Em ê binirxînin.” Deger, got ku axaftina wê ya bi kurdî jî girêdayî PKK’ê tê kirin û wiha pê de çû: “Zimanê kurdî bi hezaran sala ye dijî. Ji bo Vanê Wan ji bo Yuksekovayê jî Gever tê gotin. Ev yek jî weke sûc hatiye nivîsandin. Gelo ma axaftina bi kurdî sûc e?” 
 
SEPANA LÊGERÎNA TAZÎ
 
Deger, da zanîn ku nûçeya wê ya têkildarî lêgerîna tazî jî di îdianameyê de cih girtiye û di îdianemeyê de îfadeyên ku lêgerîna tazî nebe cih girtine. Deger, got ku dema ew bi xwe anîn girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ev sepan hêj niha jî heye û bertek nîşan da. Deger, bal kişand ser biryarên Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê û diyar kir ku tehliyekirina bi hezaran girtiyan tê astengkirin. Deger, destnîşan kir ku “poşmantî” li girtiyan tê ferzkirin lê girtî vê qebûl nakin lewma jî tehliyeya wan tê astengkirin. Deger, bi lêv kir ku li girtîgeha lê tê ragirtin tehliyeya 14 jinan hatiye astengkirin û wiha axivî: “Weke jinekê gelo ez ê çawa li hemberî vê rewşê bêdeng bimînim?” 
 
NÎJADPERESTÎ NIVÎSAND LÊ BI NÎJADPERESTIYÊ HATE TAWANBARKIRIN 
 
Deger, bal kişand ser girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku nayê tehliyekirin û got ku weke rojnamegerek vê rewşê weke binpêkirin dibîne û dê vê rewşê her vekole. Deger, piştre jî bal kişand ser nûçeyên di îdianameyê de jê tê tawanbarkirin. Deger, bi lêv kir ku wê têkildarî kesên ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê bûn nûçe çêkirine û ev nûçe jî di îdianameyê de cih digirin. Deger, daxuyand ku bi nûçeyên li Altindagê çêkirin re “nîşandperestî” teşhîr kiriye lê di îdianameyê de ji ber van nûçeyan bi “nîjadperestiyê” tê sûcdarkirin. 
 
HAT ÎDIAKIRIN KU TEV LI ‘ÇALAKIYÊ’ BÛYE
 
Deger, got ku di îdianameyê de tê îdiakirin ku li ser fermana “rêxistinê” tev li çalakiyan bûye û wiha domand: “Lê nayê gotin bê ka kîjan çalakî ye, li ku hatiye kirin û naveroka wê çi ye. Ev rewş bi tena serê xwe her tiştî radixe ber çavan. Ji ber pereyên min û hevalên min ên rojnameger ji hev re şandin û li ser bilêtên balafirê hatime sûcdarkirin. Ez ji bo nûçeyan bi balafirê çûm û nabe ku ev weke sûc were nîşandan. Nûçe li ku be, rojnameger li wir e. Em rojnamegeriyê li gorî sînorên îktîdarê xêz kirin nakin. Tevahiya rojnamegerên îro li vir tên darizandin, ji ber vê sedemê tên darizandin. Ez dixwazim ku hûn vê rewşê jî li ber çav bigirin û biryarên xwe jinûve binirxînin û biryara tehliyeyê bidin.” 
 
GELO TU QET FIKIRÎ KU DERKEVÎ ÇIYÊ?
 
Deger, bertek nîşanî xwendina îfadeyê şahidê nepen ku xebatên rojnamegeriyê îllegalîze dike yên serokê dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Ez qebûl nakim ku ev li vir bên xwendin. Ev, rêbazekî bêîtîbarkirinê ye.” Balkêş e ku serokê dadgehê ji Deger pirsa “Gelo tu qet fikirî ku derkevî çiyê?” kir. Deger jî wiha bersiv da: “Ez niha li vir im û rojnamegeriyê dikim.” Serokê dadgehê îcar pirsa “Tu bi îradeya xwe xebitî yan na?” Deger jî bi bersiva “Gelo ma ez nikarim bi îradeya xwe bixebitim?” bertek nîşan da. Dadgehê her wiha ji Deger pirsî bê ka pereyê bilêtên balafirê kî dide. 
 
Dadgehê, ji bo saetekê navber da danişînê.  

Sernavên din

24/05/2023
12:38 Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin
12:32 Qeyûm avahiya şaredariyê firot
12:20 Partiya Zafer biryar da ku piştgiriya Kiliçdaroglû bike
12:09 Zaroka ku wesayita zirxî lêxistibû taburcu bû
12:00 Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan
11:59 Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e
11:38 Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin
11:19 Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî
11:03 Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar
10:42 Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
10:40 21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû
10:09 Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve
10:03 Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn
09:50 Rewşa dawî ya derveyî welat
09:46 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin
09:45 Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin
09:44 Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike
09:44 Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî
09:43 Aborînas Altintaş: AKP pesnê xwe bi aboriya sedeqeyê dide
09:08 Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin
09:07 Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
09:07 Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
09:06 Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye
09:06 Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine
09:01 Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin
09:00 Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN
23/05/2023
21:12 Li Edeneyê 12 kes hatin berdan
20:46 Mexmûriyan daxwazên xwe ragihandin rayedaran
20:31 Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin
18:51 Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir
17:51 Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar
16:48 Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin
16:06 Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin
15:52 DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
15:21 Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?
15:11 Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike
11:20 Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê
11:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:16 Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin
10:35 Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
10:28 Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
10:17 Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye
10:02 Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste!
09:48 Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye
09:47 Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê
09:25 Endama Konseya Ewropayê Castel ji bo serlêdana Îmraliyê amadekariyan dike
09:15 30 sal in kiryarên wî nehatine darizandin: Kujerên sereke Agar û Çîller e
09:03 Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê