Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin

  • rojane
  • 09:55 21 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Nesrîn Nas diyar kir ku encamên sindoqan nîşaneya daxwaza guherîna îktîdarê ye û wiha got: “Di hilbijartina 28’ê Gulanê de jî hilbijêrên kurd dê diyarker bin.” 
 
Hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 14’ê Gulanên di bin siya hîle û nelirêtiyan de hatin lidarxistin. Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê jî dê di 28’ê gulanê de bê lidarxistin. Di vê tûrê de kîjan namzet piraniya dengan bi dest bixe dê were hilbijartin. 
 
Seroka Giştî ya Partiya Anavatanê ya berê aborînas Prof. Dr. Nesrîn Nas, têkildarî encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarê axivî. 
 
Nesrîn Nas diyar kir ku bi encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê re êdî bendbendîbûna li Tirkiyeyê mayînde bûye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye niha bûye du beş. Alîgirên AKP’ê di van hilbijartinan de helwesta xwe ji bo demokrasî û şaristaniyê nîşan nedan. Mirovan piranî dengên xwe neguherandin. Heke guherandibin jî dan partiyên din ên di nava tifaqê de. Ev yek ji bo Tirkiyeyê nebaş e. Ji xizîneyê heta hêzên ewlekariyê, îktîdarê di hilbijartinan de hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Dîmenên derew belav kirin û li gorî min vê jî bandor li encamê kir. Lê tiştekî ji encamên hilbijartinê girîngtir derket holê; civakê xewneke baş a ji bo pêşeroja xwe ji bîr kiribû.”
 
KÊMASIYÊN TIFAQA MILET
 
Nas, bi domdarî bal kişand ser kêmaniyên Tifaqa Milet û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kêmaniya ewil ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan polîtîkayeke cidî pêş nexist. Ji bo Hilbijartina 28’ê Gulanê hewceyî bi stratejî û kampanyayeke nû heye. Pirsgirêkên pir cidî yên jinan hene. Bi taybet jî Partiya Yenîden Refahê û HUD PAR ketin meclisê. Li gorî vê zîhniyetê divê jin mîna sewalên li kolanan bên xwedîkirin, jinan bêxwedî dibînin û ev yek di pirtûkçeyên xwe de parve kirine. Anku êdî karê jinan zehmet e. Heke qanûndayîn û birêvebirineke wiha di destê Erdogan de be, divê muxalefet hîn bêhtir li ser polîtîkayên jinan bisekinin. Her wiha têkildarî ciwanan tiştên şênber tune ne. Divê hûn bi awayekî eşkere bibêjin bê ka dê çi buguherînin, li ser navê kê û ji bo kê biguherînin.” 
 
‘TIFAQÊ PŞTGIRÎ NEDA KILIÇDAROGLÛ’
 
Bi domdarî Nas got ku Tifaqa Milet piştgirî nedaye namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û ev nirxandin kir: “Bi taybet jî tu piştgiriya Ahmet Davutoglû, Alî Babacan û Meral Akşener çênebû. Weke mînak; Meral Akşener di kampanyaya xwe de digot; ‘ez jî dixwazim bibim serokwezîr û dengekî bidin min’ serê alîgirên wê tevlihev kiriye. Em dikarin bibêjin ku ji Partiya Îyî gelek deng nehatin. Me digot qey tu bandora vîdeoya sexte ku Erdogan Tifaqa Milet terorîze dike dê çênebe lê xuyaye ku pir bûye. Xuyaye ku diviya li ser vê bihata sekinandin. Belkî jî hewceye ew derew bên bersivandin û têkildarî wê kampanya bên kirin.” 
 
HILBIJÊRÊN KURD
 
Herî dawî jî Nas wiha got: “Li herêmên Partiya Çepên Kesk lê serdest, di mijara ewlehiya sindoqan de pirsgirêkên mezin derketin. Li dijî vê îtîraz hatin kirin û ev pêvajo berdewam e. Gelek sedem hene bê ka çima Partiya Çepên Kesk dengekî wiha kêm girt. A yekemîn li ser navê HDP’ê kete hilbijartinê û hilbijêr tam adapte nebûn. Lê li gorî min tevî van şert û mercan jî encamekî baş bi dest xistin. Zêdetirî 20 hezar endamên wan girtî ne lê dîsa jî xwe li ser pêyan digirin. Her wiha nîqaşên di nava Ked û Azadiyê de li ber çavên raya giştî hatin kirin û helwesta TÎP’ê li hinek deveran kir ku parlamenteran winda bikin. Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo dengên kêm rexnedayîna xwe dan. Hilbijêr û partiyên kurd tevî şertên zehmet ketin hilbijartinê. Lê hêj jî di hilbijartinê de diyarker in. Li dijî Tifaqa Cumhur herî zêde deng ji wir derketin. Ev jî nîşan dide bê ka çiqasî dixwazin îktîdara heyî biguhere. Di serî de Kiliçdaroglû û muxalefet divê tu kes dev ji têkoşînê bernede û xwedî sekneke xurt be. Dev jê berdan û xiyaneteke mezin a li dijî vê civakê ye. Ji bo ku jiyan û qedera me bi destê me be û rojên hêj xerabtir nejîn, divê em biçin ser sindoqan. Nexwe dê zext û tundî hêj zêdetir bibe. Divê her kes vê baş bifikire.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

31/05/2023
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da
12:38 5’emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
12:06 NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye
11:50 Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
10:28 Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:18 Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re
10:10 Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike
09:01 ‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye'
09:00 Dadgehê projeya bazirganiyê ya qeyûm red kir
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Cenazeyê Emrah Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin
30/05/2023
22:13 Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
21:08 Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
20:16 Li Gazîosmanpaşayê êrişî buroya CHP’ê kirin
18:17 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê
16:23 TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
16:09 Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
15:53 Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin
15:52 Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin
15:52 Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê
15:35 Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
15:10 Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin
15:09 Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû
14:58 Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin
14:57 7 sal û 6 meh ceza li Serokê Baroya Amedê yê berê hat birîn
14:27 Xelkê Mexmûrê 11 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide
14:14 Malbata Şenyaşar: Têkoşîn nifteya edaletê ye
13:28 Rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn derketin pêşberî dadger
13:26 Endamê Meclisa HDP’ê Aydin hate girtin
13:01 Rojnameger Boltan hate berdan
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin