Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye

img
EDENE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku nêzî 10 milyon neçûne ser sindoqê û wiha got: “Pêşeroja vî welatî di destê we de ye. Herin ser sindoqan û mohra xwe li dijî rejîma yekzilamî bi kar bînin.”
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî pêvajoya hilbijartinê li Cemiyeta Rojnamegeran a Çukurovayê daxuyanî da. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Sabahat Mutluay û Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Çukurovayê Cafer Esendemîr tev li daxuyaniyê bûn. 
 
'EM Ê JI BO ÇAPEMENIYA AZAD TÊBIKOŞIN’
 
Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Çukurovayê Cafer Esendemîr hêviya serkeftinê bo Hatîmogûllari kir, bal kişand ser pirsgirêka çapemeniya herêmî û xwest ku çapemenî di mercên azad de peywira xwe pêk bîne. 
 
Parlamenter Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku rejîma yekzilamî mafê jiyanê nade çapameniyê û wiha domand: “Em ê ji bo azadiya çapemeniyê li meclisê têbikoşin. Em ê mafê agahîgirtinê heta dawiyê biparêzin.” 
 
'EM Ê DI 28’Ê GULANÊ DE ÎKTÎDARÊ TÊK BIBIN’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û ev tişt anî ziman: “Me nekarî hedefên xwe pêk bînin. Me di 14’ê Gulanê de bloka faşîst a AKP-MHP’ê da sekinandin. Em ê di 28’ê Gulanê de jî têk bibin. Hilbijartina 28’ê Gulanê dê bibe hilbijartina diyarkirina qederê. Ji bo ku em rejîma yekzilamî têk bibin, li qadan dixebitin. Di 21 salan de bêhn li vî welatî çikandin. Ji her alî ve derb li azadî û demokrasiyê xistin. Û em jî dizanin ku ji bo Tirkiye bêhnê bistîne, ji bilî têkbirina vê îktîdarê di 28’ê Gulanê de tu rêyên din nînin.” 
 
‘JI BO PÊŞEROJÊ HERIN SER SINDOQAN’
 
Hatîmogûllari axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdara AKP-MHP’ê li ser sindoqan hûleyan dikin. Îtîrazên me hêj jî berdewam in û hejmartin didome. Her wiha nêzî 10 milyon hilbijêran neçûne ser sindoqan. Hilbijêrên hêja yên neçûne ser sindoqan; divê em teqez biçin ser sindoqan da ku qedera vî welatî biguherînin. Pêşeroja vî welatî di destê we de ye. Herin ser sindoqan û mohra xwe li dijî rejîma yekzilamî bi kar bînin. Divê jin û ciwan ji bo pêşeroja xwe biçin ser sindoqan.” 

Sernavên din

05/06/2023
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’