Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin

  • rojane
  • 09:01 24 Gulan 2023
  • |
img
SEMSÛR - Mexdurên erdhejê yên Semsûrê ku li navenda Semsûrê dimînin bal kişandin ser karesata erdhejê ku alîkariya wan nehatibû kirin û gotin ku êdî ew guherînê dixwazin ji ber vê jî dê hilbijartina 28'ê Gulanê de rayên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. 
 
Hilbijartinên Giştî yên 14'ê Gulanê ji ber di tûra yekemîni de namzetên Serokkomariyê bi serneketin wê di 28'ê Gulanê de hilbijartina tûra duyemîn bê kirin. Lê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de herî zêde jî nîqaşên diziya dengan derketin pêş û li gelek bajar û navçeyan dengên Partiya Çepên Kesk ji partiyên wek MHP’ê re hatibûn nivîsandin. Semsûra ku hê jî birînên xwe yên erdhejê nepêça ye xwe ji bo hilbijartina tûra duyemîn a Serokkomariyê re amade dike. Her wiha li Semsûrê jî dizîkirina dengan derketibûn holê, hewl tê dayîn ku vê carê muxalefet li Semsûrê û bajarên din ên erdhejê xwedî li dengan derkeve.  
 
Xelkê Semsûrê ku hê jî ji ber erdhejê bi bertek e diyar dike ku guherîne dixwaze. Şêniyên taxa Karapinar a navenda Semsûrê dan zanîn ku ku di erdhejê de alîkariya wan nehatiye kirin û divê êdî ev desthilat bê guherandin. 
 
'BILA EV DESTHILAT ÊDÎ BIÇE'
 
Mexdurê erdhejê Yusûf Akgul anî ziman di erdhejê de xaniyê wî xesareke mezin girtiye, ji ber vê jî 3 meh zêdetirin ew di konan de dijîn û got: "Di dema erdhejê de me qet dewlet li cem xwe nedît. Gel alîkariya me kir. 3 meh in em li benda konteyneran in lê tu konteyner li holê tune ne. Gelê me di bin kavilan de man lê 4 rojan tu mudaxile nebû. Gelek xizm û nasên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Heke mudaxile zû bihata kirin, ewqas kesan dê jiyana xwe ji dest nedan.” 
 
Akgul destnîşan kir ku ew di hilbijartinên 28'ê Gulanê de guhertinê dixwazin û wiha got: "Em dixwazin êdî ev desthilat biçe. 22 sal in desthilat in êdî bes e. Krîza aborî heye, em nikarinê debara xwe bikin êdî bila desthilat biguhere. Ez bang li gelê Semsûrê dikim ku bila werin em destê xwe bidin hev û vê carê deng bidin Kemal Kiliçdaroglû, heke ne baş bû dîsa em biguherînin.” 
 
'BILA GELÊ SEMSÛRÊ DESTÊ XWE BIDE SER WÎJDANÊ XWE' 
 
Mexdurê erdhejê Xidir Çekîm jî bi lêv kir ku gelê Semsûrê çend rojan di bin kavilan de hatiye hiştin û wiha got: "Divê welatiyên me jî biryara xwe li gor vê yekê bidin bila ji bîr nekin. Em dengê xwe nadin vê desthilatê. 22 sal in desthilat in. Êdî bes e bila ev desthilat were guhertin. Bila gelê me jî destê xwe bide ser wîcdanê xwe û hesabê alîkariya ku nehatiye kirin bipirsin. Banga min ji gel re ev e, dema hûn çûn ser sindoqan 11 bajarên me bînin ber çavên xwe.” 
 
'JI BO PERGALA YEK KESÎ BIGUHERÊ'
 
Mexdurê erdhejê Mehmet Alî Gurbuz jî anî ziman ku ew dê di hilbijartinên 28'ê Gulanê de dengê xwe bide Kiliçdaroglû û got: "Di erdhejê de xizm û nasên me jiyana xwe ji dest dan. Çend rojan em li derva bûn. Xizm û nasên me di bin kavîlan de bûn ji ber ku mudaxalê nehat kirin li ber çavên me jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku li timên rizgariyê benda fermana Enqerê bûn mudaxalê dereng kirin, her tişt di destê yek kesî de ye. Ji bo ev pergala yek kesî biguherê ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû, bila êdî ev desthilat bê guherandin çend sal bûn. Heke yek her tim bibe desthilat wê edî xirabiyan bike tiştekî baş neke."
 
'BILA ERDHEJÊ JI BÎR NEKIN...'
 
Mexdurê erdhejê Muslum Ersonmez jî da zanîn ku di erdhejê de xaniyê wî hilweşiyayê û ew bi zarokên xwe ve di bin kavilan de ma ne. Ersonmez diyar kir ku hevjina wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest da ye û wiha got: "Zarokek min seqet bû, em çend rojan di nexweşxanê de man. Cîranên me em ji bin kavilan derxistin. Lê me dewlet li cem xwe nedît. Em jî ji bo ev desthilat biguherê di hilbijartinan de dengê xwe bidin Kiliçdaroglû, hêviya me jî ew e ku piştî desthilat guherî rewş hinek din baş bibe. Banga min jî li gelê Semsûrê ev e ku bila yek bin erdhejê ji bîr nekin û dengê xwe bidin Kiliçdaroglû."
 
'EM Ê DENGÊ XWE BIDIN KILIÇDAROGLÛ'
 
Mexdurê erdhejê Cafer Şahîn jî destnîşan kir ku di tûra duyemîn de dixwaze Kiliçdaroglû bi ser bikeve û got: "Bajarê me 4 rojan di bin kavilan de bû lê me tu kes li derdora xwe nedît. Ji ber wê jî em dixwazin desthilat biguhere." 
 
Mahsûn Coşkun jî diyar kir ku ew welatekî aram û aştî dixwazin û ev tişt anîn ziman: "Ji ber wê jî ez piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû dikim. Recep Tayyip Erdogan aramiyê nade civakê berovajî vê yekê zimanekî şer bikar tîne. Ez jî dixwazim guherînek pêk were û aştî û aramî were welatê me.” 
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

05/06/2023
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin